CHPê û Perwerde ya Zimanê Kurdî…


Îbrahm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li welatên  sêyemîn û paşvemayî û pêşve diçin problema însanan ya mezin ew e ku gotin û peyvên wan hevûdu nagre. Tiştê ku dibêjin nakin.. An jî tiştekî dibêjin, tiştekî din dikin.

Bi taybetî jî siyasetvanên van welatan, di vê pirsê de xwediyê sicîleke gelek xerab in. Siyasetvanên van welatan, di qempanyayên hilbijartinan de ji bona ku partîya wan qezenç bike; bi xwe bibin parlamenter û serokşeradarî qezenç bikin, teahhudên mezin didin xelkê. Lê dema ku hilbijartin diqede, wê demê gotinên xwe jibîr dikin. Lê dema ku hilbijartinên nû jî hatin li darxistin, wê demê wek qet tiştek nebûye tên nav xelkê heman helwesta xwe didomînin. Dema vê yekê dikin şerm jî nakin.

Ev rastiya, ji bona partîyan jî derbas dibe. Partîyên siyasî, ji bona xwe bernameyên gelek “baş” û “naverok dagirtî” çê dikin, lê xebata wan bi bernameyên wan re tu wext hevûdu nagrin. Xebat û bernameyên wan bi hev re xwediyê eleqeyekê nînin.

Bi taybetî jî di mijara demokrasiyê, maf û azadîyên însanî yên şexsî û kolektîf, hiqûqê de helwesta partîyan bi her awayî dramatîk e.

Her partîyeke siyasi ya Tirk, ji demokrasiyê qal dikin, lê ne di hûndirê xwe de ne di nav gel de û ne jî di avakirina demokrasiyê de hewildaneke rasteqîne nîşan didin.

Di mijara hiqûqê, maf û azadîyan de helwesta wan hîn xirab e. Dema ku însan helwesta partîyên siyasî ya di derbarê maf û azadîyan de şirove dike, digihîje wê armancê ku dê bibêjî partîyên siyasî,  ji bona maf û azadîyan biperçiqînin, hatine ava kirin.

Di pirsa kurd û Kurdistanê de rewşeke xirabtir ya bi awayekî din heye. Berê ji mijara Kurd û Kurdistanê tiştek nedihat gotin û qal nedihat kirin.. Lê di van salên dawî de derbarê kurdan de gav hatin avêtin, ev car jî mijara kurd û Kurdistanê ji berê xirabtir wek malzemeyekê hat bi kar anîn û manipule kirin.

Ez, ji sala 1960î û vir ve, siyaseta ji ali Dewleta Tirk tê meşandin dişopînim. Piştî salên 1965an jî ji nêzik ve siyasetê şirove dikim û dibim şahidên siyasetvanan. Min her dem ji vê rastiyê re şahidî kiriye. Loma jî bi hezaran caran ev yeka ji aliyê min de jî hatiye ser zimên, nivîsandin, hatiye rexne kirin..

Di van rojên dawî de, di derbarê zimanê kurdî de jî ev exleqa û çanda ne baş tê meşandin û dubare kirin.

Wek tê zanîn demeke ku Platforma Zimanê Kurdî ava bûye. Ew ji bona zimanê kurdî dixwaze xebat bike. Bi vê mebestê û armancê hewil dide.

Di van rojên dawî de jî Platforma Zimanê Kurdî, bi Partîyên Siyasî yên dewletê re xwestin danûstandin bikin. Bawer dikim ku bi CHPê, HDPê, Partîya Saadadê re danûstandin kirin.

Gor daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî û berpirsiyarên wan, ew ji van danûstandinan gelek kêfxweş bûn. Gor daxuyaniya wan, ji danûstandinan encamên baş wergirtine.

Berpirsiyarên Platforma Zimanê Kurdî bi taynetî di derbarê CHPê nêrîneke balkêş diyar kirin û gotin ku “Kemal Kiliçdaroglû got ku di warê ziman de yasa werin em ê piştgirî bidin. “

Ez di wê baweriyê de me ku dema ku gelek kesan ev daxuyaniya xwendin, kêfxweş bûn. Lê dema ku mijar û gotina serokê giştî yê CHPê Kiliçdaroglu bê lêkolîn, wê demê dibîne ku manewreke gelek xirab ya siyasî ye.

Baş tê zanîn ku MAFÊN NETEWEYÎ YÊN NETEWEYA KURD encama felsefeya damezrênêr  ya Dewleta Tirk a kolonyalîst, nîjadperest HATİN QEDEXE KİRİN û hatin xesip kirin.

Zimanê kurdî jî loma qedexe bû.

Xwediyê vê siyasetê jî CHPê ye. Lewra damezrênêrê dewletê ew e.

Gor daxuyanîya berpirsîyarên Platforma Zimanê Kurdî, CHPê amade ye ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lewra di pirsê din yên biçûk de, AK Partîyê gav avêtine û ew gavan dimeşin. Loma jî ez jî bi vê wateyê daxuyanîya Kiliçdaroglu fahm dikim. Lewra ne wusa be Kiliçdaroglu tiştekî nû nabêje.

Telewîzyonên kurdan jî bi vê wateyê nûçe belav kirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu diyar e, amade ye ku piştgiriya qanûnên di derbarê perwerdeya zimanê kurdî de bike!!

Dema ku ev nêrîna rast be, gelek baş e. Divê her kurdek jî piştgirê vê helwestê be.

Baş e, gelo CHP û serokê wê yê giştî Kiliçdaroglu, li benda kîjan partîyê ku ew dê qanûnê pêşkêş bikin?

Heger li benda AK Partîyê be, ew ne rast e û gotina Kıliçfdaroğlu bê wate ye. Lewra heger AK Partîyê ev yeka bipejiranda, heta nûha pêşniyarek ji meclîsê re dikir. Dema ku Ak Partî bi MHPê ve di nav Tîfaqa Cumhûr de cî girt, tê zanîn ku ev yeka bi tevayî qedîya.

Diyar e ku HDP û Partîya Saadetê jî, ji perwerdeya zimanê kurdî re piştgir in!!

Ew 3 partî di Meclîsê de xwediyê erk in ku qanûnan pêşniyar bikin.

Divê ev sê partrî di bin pêşengiya CHPê de qanûnekê di derbarê perwerdeya zimanê kurdî de amade bikin, pêşkêşî Meclîsê bikin.

Tê gotin ku “ew nikarin vê qanûnê di meclîsê de bidin qebul kirin. Lewra ew di meclîsê de ne piranî ne.”

Ev nêrîna rast e.

Lê ev qanûna bi xwe dê zorê bide felsefe û fikrê Dewleta Tirk ya kolonoyalîst û nîjadperest. Di civatê de dê bibe sedema reformeke zihniyetê.

Di heman dem de ji bona CHPê jî dibe ezmunekê.

Gelo ew li benda kê ne?

Berpirsiyarên Platforma Ziman Kurdî jî diviya bû ku ev daxwaza ji wan bikira.

Heger CHPê vê yekê neke, ew dibe propandaya rojane ku kurdan bixapînin û piştgirîya kurdan qezenç bikin.

Diyarbekîr, 14. 02. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *