Navê pêşmerge ji ku hatiye?

Dibêjin rojekî serokkomarê Kurdistan, ya Mahabadê pêşava Qazî Mihemed civînek li gel serbaz û berpirsên xwe yên hêza çekdar re pêk tîne. Di civînê de daxwaz dike ku navekî ji bo hêzên çekdar ya Komara Kurdistan re were dest nîşan kirin. Ji bo wî daxwazî çendîn nav têne pêşniyar kirin; weke Hêzên Serbaz, Cengawer, Fîdaî, Merxas, Hêza Parastin, Hêza Qereman û çend navên din.

Di heman demê de, çayçiyé pêşeva Qazî Mihemed yé bi navê Ehmed Destmal, gava ji bo Qazî Mihemed û ji mêvanên wî re çay tîne dibe şahidê babatê ku li ser tête peyivandin ya ku dixwazin navekî ji bo hêza çekdar ya Komarê re were dest nîşan kirin.
Çayçî Ahmed Destmal, daxwaz ji Pêşewa Qazî dike ku heger derfet hebe ew jî dixwaze navekî ji bo hêza çekdar pêşniyar bike.
Pêşewa Qazì Mihemed û amadevan dibêjin:
– Fermo qise bike.
Ehmed Destmalê çayçî jî dibêje:
– Cenabî Pêşewa heger bi dilê we be, navek di serê min de ji bo ev hêza çekdar heye. Ew jî navê PÊŞMERGE ye.

Ji ber kû bav û bapîrên me, dê û dapîrên me ji bo mirovên jêhatî, azad û bi ceger re navê Pêşmerge bi kar anîne. Ew nava evqas di ciyê xwe de xûya dibe ku ji hemû aliyan ve dibe maneya pesindariyê. Ji ber vê ye ku ew navê Pêşmerge ji dema kevnare heta niha bi pîrozî maye. Belê Pêşmerge, rûmet e, mêr û mêrxasî ye, serbilindî û sipartina rehm û hêlîna bextan e.

Piştî bi pêşniyara Ehmed Destmal, navê hêza çekdarên Komara Kurdistan ya Mahabad dibe Pêşmerge. Heta dagîr kirin û têk birina Komara Mahabad, navê hêza çekdar Pêşmerge bû. Piştî hilweşandina Komara Demokratîk ya Mahabadê, cara dûyemîn navê Pêşmerge bi ava kirina PDK-Î (Partiya Demokrata Kurdistana Ìrané) kete rojeva Kurdistan û ya Cîhanê.

PDK-Î, him navê bi rûmet Pêşmerge bikaranî û him jî 26`ê meha Sermawez (Mijdar) weke roja Pêşmerge îlan kir.

Mela Mistefa Barzanî yê nemir jî li Başûré Kurdistanê, rûmet daye şerwanên xwe û wan mêrxasên xwe wek Pêşmerge binav kiriye. Ew bi xwe jî heta dawiya jiyana xwe, him rêber û him jî Pêşmergeyekî qareman bû. Nav û dengê wî li her çar aliyên Kurdistanê weke dastan, çîrok û efsaneyên qaremaniyé digere.

Dozdar, dildar û serokê Kurd birêz Mesud Barzanî, him kûrê Mela Mistefayê nemir û him jî şagirtê wî bû. Li gel wî mezin bû, li gel wî Pêşmergayetî kir. Îroj birêz Mesud Barzanî bi tecrûbeya xwe ya 50 sal Pêşmergetî diyar kir ku ew jî ne kêmî bavê xwe Mela Mistefayê nemir e.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî, di axaftina xwe ya li konferansa péşmergeyan de weha dibéje:
“Pêşmergayetî pirr mane hildigire. Pêşmergayetî yanî serwerî, yanî xwe bexşîn û ew ÅŸerefek pirr mezin e ji wan kesan re ku di bin Pêşmerge. Di jîyanê de tiÅŸtek ji gîyana mirov bi qîmettir nîne. Lê belê Pêşmerge, ew kesên weha ne ku di jiyanê de Kurdistan ji gîyana wan bi qîmedtir e. Dîroka Pêşmergeyatî bi çekên kêm û biçûk li hemberî dijminên ku xwedî çekên mezin û modern de dîroka ÅŸerekî tijî qehremanî û destanên mezin e. Ji ber bindestbûn û bê îmkanetiyan wan qehramanîyên mezin yên Pêşmergan me nikarî bû tomar bikin. Niha jî gava mirov behsa wan qehremaniyan bike belku gelek kes bawer nekin.

Pêşmerge her daîm bi îrade şerê dijmin kir. Li destanê Zawîte ku yekem şerê pirr mezin bû ya şoreşê Eylul de Pêşmergeyek bi tapir gule berda firokeyekî cengî. Xortekì nûh gihaştî bû yê ku gule berda. Pêşmergeyên ku li cem bûn ji wî xortî re gotin:
РBabo, guley̻n tabir nagh̻je tayer̻ ji bo ̤i tu gule berdid̨?
Xortê ku hêrs bibû ji wan Pêşmergeyan re got:
– Çawa nagihêje, ma evqas dixanên ku ji qûna teyarê derdikeve ya çiye, wala min lêda!
Belê Pêşmerge bi wan îradeyên xwe yên pola şer dikirin. Ez bi xwe şahidim ku carekê li Zozik mamosteyekî ayinì hatibû, min bala xwe dayê ku du fîşekdank û difingek di destê wî de ye. Navê wî Mela Salih bû. Min got mamoste, xêr e tu çi dikî li vira? Got:
– Min bihîst ku operasyon heye li Rewandûz, dibêjin êrîş tê wira jî îbadetê rasteqîne eve ye. Ez hatime ji bo ku li gel Pêşmerge bim.

Belê bi dehan xwîşk û dayîk li cephe bûn, li gel Pêşmerge. Bawer bikin heger ew piÅŸtgirì û hezkirin tune ba, pêşmerge nikarîbû pêşmergeyatî bikiraya. Ji ber wê rola jina Kurd di ÅŸoreÅŸa Kurdistanê de, ji rola mêran kêmtir nîne heger ne zêdetir be jî”

Pêşmerge hêza rûmetê..
Pêşmerge navê bi rûmet ya şervan û hêza leşkerîya can fedayê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Navê pêşmerge, ji bo dildar û welatparêzên Kurd navekî pîroz e. Ji wan kesên bi bawerî û bi dilpakî Kurdistanê diparêzin û xwe jê re dikin cangorî re dibêjin pêşmerge.

Pêşmerge ji bo jiyanek serbest û azad, ji bo gel û Niştiman, bi salan e ku xwe dikin qurban.

Ciyê şanazîyê ye ku Pêşmergeyên qareman heta îroj, ji bo parastina maf û azadî û serxwebûna Kurdistanê şer kirine.

Pêşmerge heta îroj êrîşî xak û mal û milk û welatê xelkê ne kiriye.

Pêşmegeyên Kurdistanê herdem û li hemû qadên şer, li gor usûl û qaîdeyên şer û li gor peymanên şer yên navneteweyî tevgeriyaye.

Li hemberî dijminên hov, li hemberî metodên hov û li hemberî çekên qedexe û ne mirovane, Pêşmergeyên qareman, xwe dûrî metodên terorê girtine. Mafê dîl girtiyan, mafê sifîl, jin û zarokan parastine.
Pêşmerge, şervanên rûmeta mirovantîyê ne!..

Çeto Omerî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *