NASNAMEYA ŞEHÎDAN

ZEKÎ ADSIZ (KEK SALEH)

17 Nisan 1990 bû Sekreterê Giştî yê Tevgera Sosyalist a Kurdistan (TSK). Seroktîya Konseya Leşkerî ya Bilind ya Ordîya Rizgarîya Kurdistan (ORK)  kir.

Di sala 1973 li Çewlîgê bû serokê baskê ciwana û bû endamê Meclîsa Partîyê ya “CHP” Ji ber helwesta xwe ya şoreşgêr û welatperwer ji “CHP” qetîya. Di 1974 an de di nava Partîya Sosyalîsta Kurdistana Turkîye (TKSP) de dest bi xebatê kir.

Dema ku wek karker dest bi karê Mudurîyeta Avadanîya Çewlîgê (BBM) kir; dest bi xebata damezirandina şubeya sendîka “BAY-SEN”ê kir.

Rêheval Zekî Adsiz, bi egera çalak û xebatên xwe yê berhemdar û bi biryar, di TKSP de bu endamê Komîta Navendî. Li Çewlîgê Pirtûkxana DENG vekir. Di sala 1975 de beşdarî xebatên weşan û belavkirina kovara Rêya Azadî bû. 1977 beşdarî xebat û çalakîyên hilbijartina Mêhdî Zana ya Serok Şaredarîya Amedê bû.

Li Amedê bû serokê sendîka karkerên şaredarîyê yê beşê Amedê yê “Genel-Iş”ê. Di 6 Gulan 1979 de wek nûnerê DISK`ê yê herêma 10. hat hilbijartin.

Rêheval Zekî Adsiz, him rêberekî tekoşîna karkeran bû û him jî kadirekî sîyasî yê doza gelê Kurd yê netewî bû. Ew di qada teorîk û di qada piratîk rêber û kadirekî gihîştî bû û herdem xwe bi çalakîya doza kurd re pêşve dixist.

Kek Saleh, di sala 1982 de tevlî komek havalê xwe ji “TKSP” veketîya û dest bi avakirina rêxistina xwe kirin. Sebebê veqetandina xwe ya ji “TKSP” di pirtûka bi navê  ”TKSP’de oportunizm ve Bir Eleştiri Üzerine” bi berfirehî nivîsand. Piştre nerînên xwe di kovara Roja Welat de weşand.

Ji bo yekîtîyê bi rêxistinên Kurd re gelek xebat meşand. Sal 1986, tevlî grûba xwe, bi KIP-GBK (Kurdistan Işçî Partîsî-Geçîcî Bîrlîk Komîtesî) Tevgera Sosyalîsta Kurdistan ava kir.

Wek Sekreterê Giştî ji Komîta Navendî ya TSK wezîfe wergirt. Piştî avakirina TSK, dest bi weşana Hêvîya Gel hat kirin. Di warê netewî, îdeolojîk, rêxistinî, yekîtî, stratejîk û taktîkên tekoşînê de gelek makale nivîsî. Nivîsên wî di kovarên bi navê Hêvîya Gel, Dengê Welat û “Vatan Guneşî” (Roja Welat) de hat weşandin.

Kek Saleh, sal 1986 ji bo bawerîyên xwe têxe pirêza jîyanê, di serî de Ûrfan Alpaslan (berî 1980 Serokê Şaredarîya Agirî bû), tevlî komek rêhevalê xwe qada Ewropa berdan berê xwe da Rojhhilata-Navîn.

Li Lubnanê gelîyê Bekaa wargehek perwerdeya sîyasî û leşkerî vekir. Li vê wargehê dest perwerdeya grûbên kadirên ku ji welat û Ewropa hatin kir. Piştre yekîneyên propaganda çekdarî hatin avakirin. Di encama van xebatan de û bi xîreta Urfan ya bêhempa, di sala 1987 wek baskê leşkerî yê TSK`ê Ordîya Rizgarîya Kurdistan hat avakirin.

Tam di nava vê xebata giranbuha de Kek Saleh bi nexweşîya pençeşêrê ket, loma di 17 Nîsan 1990 de jîyana xwe ji dest da! Rêûresma termê wî di 22 Nîsanê de li Bajarê Koln yê Almanya çêbû. Ji çar perçê Kurdistanê nûnerên rêxistin û partîyên Kurdistanî û bi hezaran welatperwer beşdar bûn; daxwîyanîyê xemgînîyê hatin dan û li deftera bîranînê hestên xwe tomar kirin.

zeki seliDi roja 23 Nîsan de termê vî rêberê gelê Kurd gehîşt warê wî Kurdistan û bi himbêzkirina gelê Kurd li Çewlîgê fekişîya bêhnvedana xwe ya bêdawî!

Tekoşîn û bawerîya Kek Saleh wê ji doza me re herdem bibe ronahî û rêbertîyê bike!

Ji bo agedarîya berfireh û bi Tirkî hûn dikarin li van çavkanîyan binêrin: malpera http://www.arsivakurd.org/ HÊVÎYA GEL ÖZEL SAYI

http://www.zekiadsiz.com/hayati.htm

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *