MÛHAREM AYDIN

Rêheval Mûharem AYDIN, Endamê Komîta Herêmî yê KUK yê Mezra (Elaziğ) bû. Delegeyê Konferansa I. Kadirekî serekî, şoreşgêrekî mêrxas bû. Rêheval Mûharem, di 26 Pûşper 1981 de, li “sînorê” Turkîye-Sûrîye ji alî leşkerên Tirk hat şehîdkirin.

Rêheval Mûharem AYDIN, di 1958 de li gundê Hemê yê Melkişî (Çemîşgezek) bi ser navçeya Dêrsimê ji dayik bûye. Zarotîya wî li vî gundî derbas bû. Dibistana pêşî li gundê lê çêbûbû xwend. Dibistana Navîn û Lîse li Mezra xwend. Sala 1975`an li Enstîtuya Perwerdê ya Sîwasê qeyd bû; çar salê perwerdeya xwe li vir qedand. Di dema ku li Enstîtuya Perwerdê ya Sîwasê dixwend, tadeyên giran ji çeteyên faşîstên MHP (Partîya Tevgera Netewî) dît. Lê tevlî hemû tade û êrîşan dev ji dibistanê berneda û li wira serkêşîya tekoşîna dij-faşîstan kir. Di 1979`an de wek mamostê Lîse tayina wî ji bo navçeya Şuhut ya Afyonê derket. Piştî du heyvan wî dev ji mamostetîyê berda, ji bo rêxistina KUK xebatên xwe wek şoreşgêrekî profesyonel berdewam kir.

Rêheval Mûharem AYDIN, di 1975`an de bi PDKT re ket pêwendîyê, di 1976`an wek andamekî çalak di nava PDKT de cîh sitend. Di mercên wê demê de, di nava PDKT û piştre di nava tevgera KUK de, yek ji kadirên jimarte yên sîyasî û teorîk bû. Kadirekî misêwa dixwend, lêdikola, gengeşe dikir û lêpirsîn dikir. Bi zanîna xwe ya teorîk, jêhatîbûna pratîk, durustî, fedakarî û biryarkarîya xwe, di demek kin de li herêma xwe wek kadirekî rêber hat naskirin û hezkirin. Li Mezra, Çewlîg, Dêrsim, Meletî û li hin bajarên metropolê xebatên sîyasî kir. Pir hindik kadir hebû ku di nava girseya rêxistinê de mîna wî dihat hezkirin. Şoreşgêrekî ji nexweşîyên bûrjûwayên biçûk dûr bû û hertim li hember van şêwe nexweşîyan tekoşîn dida. Bi rêdana samîmîyet û durustbûna xwe, di nava rêxistinê û dorhêlên welatperwer û şoreşgêr de xwedî bawerî û rûmetek giranbuha bû. Mirovekî ku her tiştê xwe, bexşî welat, gel û rêxistina xwe kiribû. Ji bo wî, mîna ku tiştekî bi navê jîyana taybet tune bû. Dema ew li jîyanê bû û piştî ku şehîd bû jî di nava rêhevalên xwe de û dorhêlên welatperwer, gava behsa ehlaqî şoreşgêrî dibû, wek merivekî mînak ew dihat şanîdan. Tevlî mala xwe ew dinava mercên zor û giran yên aborî de bû. Ji bo wî tekoşîna gelê Kurdya Serxwebûn, Demokrasî, Yekîtî û Sosyalîzmê di ser her tiştî re dihat û jîyana wî ya kesane ya rojane di her saetê de bûbû perçeyekî vê tekoşînê. Ew kadirekî ku serbixwe diramîya, însîyatîf datanî, qabîlîyeta wî rêvebirin û rêxistinî berfireh bû. Di jîyana xwe ya sîyasî û rêxistînî de, di mercên herî giran û zahmet de jî hava pêwîst dikir, şoreşgêrekî bi tena serê xwe wek rêxistinekê tevdigerîya.

Rêheval Mûharem AYDIN, werê welatperwerekî bêhempa bû ku di welatperwerî û enternasyolîzmê de him baş gehîştibû û him di tekoşîna xwe de gîhandibû hev û him jî bi zanîna xwe ya teorîk ya berfireh ku bi regezên şerê çînî ve girêdayî sosyalîstekî rastî yê zane bû. Şoreşgêrekî li dijî her şêwe çepelîyê, bi biryar sosyalîzma zanistî diparast. Regezên sosyalîzma zanistî, ji bo wî armanca stratejîk ya şoreşa Kurdistan “Serxwebûn Demokrasî û Yekîtî” û tekoşîna çekdarî regezên rêber bûn.

Rêheval Mûharem AYDIN, bi fedakarî beşdarî xebatên amdekirina Konferansa KUK 1. bû. Ji bo delegeyên Konferansê bigehên cîyê xwe û amadekarîyên sîyasî û teorîk yê Konferansê ket nava xebatek bêrawestin. Piştî ku gelek rêhevalên xwe yên delege şand, ji bo ku biçe cîyê Konferansê di dawîn de ew jî bi rê ket.

Di roja 26 Pûşper 1981, dema ku ji navçeya “Yayldağı” ya Antakya xwest derbasî nava sînorên Sûrîye bibe, li ser têhildanekê ku bi şev li ser rêya derbasbûna sînor ku ji alî leşkerên Tirk ve di kemîna hatibû danîn de hat şehîdkirin. Şehîdketina wî, ji bo rêxistina KUK û Tevgera Rizgarîya Netewî ya Kurdistan, wendabûnek ku cîyê bi hêsanî nedihat dagirtin. Ew wek “Delegeyê Şerefê û Şehîdê Rûmetê” yê Konferansa KUK I. Di seranserê xebatên Konferansê bi rêhevalên xwe re bû, di nava me de bû. Û ew, di tekoşîna azadî û serxwebûna gelê Kurd de, mîna kesekî hertim dijî wê herdem bi me re be. Bîranîn û tekoşîna wî, îro jî rê pêş me dike!

26 PÛŞPER

Di soringa şeveqekê de,

Me te li dilên xwe yên bi xwîn veşart .

Di soringa şeveqekê de,

Me te li mejîyên xwe kola .

Di soringa şeveqekê de,

Li çar demsalan xwîna me ya sor herikî

Û sondek bû me xwar,

Bi hêrsa xwe ya şêt bûyî .

                                           Selîm Mûrad

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *