Mixabin Hevalê Me Kek Feyyaz Ekmen Ji Nav Me Koç Kir

Hevalê me , Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, kekê me yê delal, kek Feyyaz Ekmen, mixabin ji nav me koç kir.

Kek Feyyaz Ekmen, nêzî 30 rojîye li Almanyayê , di nexweÅŸxaneyê de ji ber Covid-19ê tedawî didît.Lê  hemû midaxaleyên diktoran têrê nekir. Û mixabin îşev kek Feyyaz ji nav me koça dawî kir.

Me hevalekî xwe yê dilsoz, birayekî xwe yê hêja wenda kir.

Me kedkarekî, fedakarekî, xebatkarekî bêwestan ê doza azadîya Kurdistanê wenda kir.

Me hevalekî xwe yê nimûneya mirovahîyê wenda kir.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo Doza Azadîya Kurdistanê, wek kadroyekî, wek rêberekî her di nav têkoşînê de bû.

Belê gelê Kurdistanê zarokekî xwe yê hêja, biqîmet û paqij wenda kir.

Me jî perçeyek ji dilê xwe wenda kir.

Tu gotin têrê nake ku em  xema xwe, êşa xwe tarîf bikin.

Emê wê alaya Kurdistanê û alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet de bimeşin.

Gelê Kurdistanê jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Xwedê bi rehma xwe kek Feyyaz ÅŸad bike, cîhê wî biheÅŸt be. Bila serê xuÅŸka me, hevala me Mehtap xanê, serê  birazîyên me Pelînê, Mizgînê, Mem Lorî û serê hemû malbata kek Feyyaz û malbata xuÅŸka Mehtapê sax be.

Serê me hemû rêveber, endam, alîgirên PAKê sax be.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

Emê di heqê merasîma cenazeyê kek Feyyaz de raya giştî agahdar bikin.

30.04.2021

Mustafa Özçelik

Serokê GiştÎ yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *