Mezlûm Ebdî hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şer re eşkere kirin

Mezlûm Ebdî diyar kir ku di hevdîtina wan a li gel Serokê HTŞyê Ehmed Şer de rêbazên tevlêkirina komên çekdar di bin banê Wezareta Parastinê de hatine gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ew li Şamê bi serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyaye û Şer bi Kurdî silav lê kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke bi kanala El-Erebiyeyê re behsa hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şer re kir.

Di civînê de silava bi Kurdî

Mezlûm Ebdî ragihand ku Ehmed Şer bi Kurdî silav dayê û got ku destpêkirina civînê bi Kurdî ji aliyê Serokê HTŞyê ve nîşaneke erênî bû.

Ebdî diyar kir ku di hevdîtinên wan ên li gel berpirsên hikûmetê bi taybetî jî ya li gel Ehmed Şer de rojev  mekanîzmaya yekgirtina komên çekdar a di bin banê Wezareta Parastinê de bû.

Ebdî anî zimên ku HSD ji bo civîna ku ji bo yekgirtina komên çekdar li Sûriyeyê hatibû lidarxistin nehatibû vexwendin û got ku bêyî beşdariya hemû aliyan hewldaneke yekgirtinê dê rewşê aloztir bike û dê bibe sedema parçebûnên zêdetir.

“Em li dijî fikra hebûna du artêşan a li Sûriyeyê ne”

Ebdî da zanîn ku wî di hevdîtina xwe de ji bo lêkolîna pêvajoya yekkirina hêzên leşkerî û girêdana wan bi Wezareta Parastinê ve damezrandina komîteyeke leşkerî ya hevbeş pêşniyar kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha tekez kir ku ew li dijî fikra hebûna du artêşan li Sûriyeyê ne.

Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de bal kişand ser êrişên ku li herêma nêzî cihê civînê pêk hatine.

Ebdî bersiva pirsa ka Tirkiye li Şamê li pey wî ye yan na neda û derbarê vê mijarê şîroveyeke berfireh nekir.

Bi gotina Mezlûm Ebdî tê plankirin ku demeke nêzîk civîneke nû bi Ehmed Şerre were kirinh lê dema wê diyar nekir.

“Encamên hevdîtinên Şer ên bi komên çekdar re me eleqedar nakin”

Mezlûm Ebdî got, “Encamên hevdîtinên Ehmed Şer ên bi komên çekdar re wan eleqedar nakin.

Em beşdarî civîna tevlîkirina komên çekdar a ji bo Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya nû nebûne.”

“Em hêzên xwe belav nakin”

Mezlûm Ebdî, hişyarî da ku her rêkareke din li şûna gihîştina lihevkirineke hevbeş bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re di warê leşkerî de dê bibe sedema pirsgirêkên mezin û got:

“Me biryar nedaye ku em çekên xwe radestî wan bikin yan jî em hêzên xwe belav bikin lê em amade ne ku li ser avakirina artêşeke niştimanî ya yekgirtî guftûgo bikin.”

Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku HSDyê pêşniyara avakirina komîteyeke hevbeş kiriye ji bo nirxandina vê mijarê û amaje bi wê yekê jî kir ku ew jî li Sûriyeyê li dijî hebûna hêzên cuda ne.

Ebdî da zanîn ku têkiliyên wan ên bi serokê birêvebiriya nû Ehmed Şer re dê ne bi gotinan lê bi kiryaran bên şekilandin.

Her wiha Ebdî anî zimên ku hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê alîkariya nêzîkbûna nakokiyên navbera aliyan dike.

Wezîrê Parastinê yê Demkî yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre doh ragihand, ew destûrê nadin ku komeke leşkerî ya taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û divê ew di bin banê wezareta parastinê de li nav artêşa Sûriyeyê bên belavkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *