Eger ji destên Ankarayê û Tahranê were, ew dê hemî kurdan di tasek av da bixeniqînin!

Siddik Bozarslan

9. Li Başurê Kurdistanê ji 1992yan virve “de facto” îdareyeka xweserî ango dewleteka federalî hat çêkirin. Ji wê demê virve Dewleta Tirk gelek hewil da ku ew statu têk biçe. Van hewildanên tirkan bi piralî hat meşandin ku pirê wan hewildanan, di raya giştî da jî nehatine aşkerakirin. Yek ji wan hewildanan, mudaxeleya tirkan ew bûye ku Alaya Kurdistanê ya li Derîyê Xabûrê were rakirin. Piştî ku kurdan wê daxwaza tirk red kirin, tirkan careka dî xwestin ku ew ala were biçûkkirin, lê dîsa kurdan gotine na. Piştî wan hewildanên pêkenok, êdî tirk mecbûr man ku li ser qûna xwe rûnin. Lê li hemberî hemî êrîş, hewildan û dek ûdolabên Ankarayê, statuya Başûr li ber xwe da û bi serbilindî statuya xwe parats û hat roja îroyîn ku êdî dewleteka federalî li ser kar e.

Lê divê em rastîyekê jî bibînin û ji ber çavan dûr nexin ku ev rewşa ber bi çav ya “de facto”, bi saya serê Amerika û dewletên hevpayman (yên Ewrupa) li ser pîyan ma û dagîrkerên tirk nikaribûn wê hilweşînin. Eger hêzên navdewletî li herêmê nebûna û piştgirîya têkoşîna kurdan nekirana, gelek zehmet dibû ku kurd bikaribin li dijî dewleta tirk li ber xwe bidin.

10. Di 25ê îlona 2017an da, li Başurê Kurdistanê referandum çêbû. Di referandumê da hevwelatîyan bi dengekî mezin “erê” gotin û referanduma xwe ecibandin. Berîya referandumê jî Ankara û Tahran ketin nav gelek hewildanan ku ew referandum çênebe. Di vî derbarî da gotinên Ammar Hekim jî gelek giring û balkêş bûn. Mirov dikare gotinên A. Hekim, wek gotinên avuqatê hemî dagirkerên Kurdistanê binirxîne ku bi rastî jî wan gotinan hem ji alîyê kurdan da û hem ji alîyê dagîrkerên hov da cîyê balkêşîyê û dersgirtinê ne. A. Hekim, ne yekî ji rêzê ye, ew Serokê Koalisyona Neteweyî ya Şîe´yan ya Îranê ye. Yanî, di dereceya herî bilind ya oldarê Şîetîyê da ye. A. Hekim weha gotibû:

“Îsrarkirina kurdan jibo referandumê, li herêmê tsunamiya veqetandinê (cudabûnê) çêkirîye.”

Van hewildanên dagirkeran piştî referandumê jî berdewam kir û di encamê da demeke dirêj xetên çûn-hatina esmanî li ser Hewlêr û Sulêmanîyê hatin girtin. Bi çend hevokan be jî divê em behsa çar dewletan bikin ku ji nêzîk da ew eleqedarê referandumê bûne.

Ji ber ku referandum li Başûrê Kurdistanê çêbû, muxatabê wê yê rasterast, kargêrîya Baxdayê ye. Di vî derbarî da, Serokê Parlamentoya Îraqê Selîm Cuburî weha gotibû:

”Em dê ji teleba (daxwaza) gelê Kurdistanê ra hurmetê bikin, di vî derbarî da parlamento dê bêlayan (bêtaraf) be.”                                                                                                                    Gotinên Serokwezîrê Îraqê yê wê demê, yên Îbadî jî balkêş bûn. Îbadî weha gotibû:

”Eger serxwebûn were îlankirin, em despêkirina şer nakin.”

Di çarçoveya navdewletî da û li gora prensibên Koma Miletan jî Îraq dewletek e û parçeyeka wê dewletê kurd in ku ew xwedîyê statuya federalî ne û referandum jî rasterast li hemberî sistema Baxdayê ya merkezî hatîye çêkirin û du berpirsên Baxdayê di vî derbarî da dîtinên xwe yên resmî pêşkêşî raya giştî ya gelên xwe û ya cîhanê kirine ku ew di çarçoveyeke maqul da mirov dinirxîne.

Lê hewildan û daxuyanîyên kargêrîyên Ankara û Tahranê, qet di çarçoveyeke maqul da mirov nikare binirxîne. Gef û tehdîdên Ankara û Tahranê, psikolojiya wan a dagirkerîyê û kolonyalîzmê radixîne pêşberî me ku ev ji hestên mirovatîyê gelek dûr e. Qet pêwist nîne ku em behsa Şamê bikin. Eger Şam, bilîyê problemên xwe yên navxweyî nebûya, guman tune ku dê ew jî wek Tahran û Ankarayê biketa nav hewildanên dijminane.

11. Nuha jî tiştên berbiçav, di weşanên TVan da xwe nîşanê me didin ew e ku berîya referandumê di qanalên TV da tekstên latinî li gora pêdivîyê, hindik bin jî hebûn. Lê piştî referandumê, di heman qanalan da her ku diçe ew tekstên latinî kêm bûne û eger weha bimeşe, dê bi tevayî rabin. Guman tune ye ku dîsa destdirêjîya Ankarayê û Tahranê di vî karî da heye. Bi kurtayî eger ji destên Ankarayê û Tahranê were, ew dê di tasek av da hemî kurdan bixeniqînin.

12. Li gora Doza Ergenekonê ya Diduyan, aşkera bû ku hewildana erîşên Dewleta Tirk jibo Başurê Kurdistanê ya bi navê “Operasyona Rojê” ku di 21ê sibata 2008an da çêbûbû; ev hewildan, dagirkirina Başurê Kurdistanê kiribû hedef. Wer xuya bûye ku ev pilan ji 2007an virde hatîye amadekirin. Pêdivî pê heye ku were dîyarkirin: Her hewildaneke ordîya tirk jibo Başûrê Kurdistanê, dagirkirin û ji holê rakirina statuya herêmê ji xwe ra dikin hedef ku gelek ji wan hewildanan bi bahaneya Qendîl û Şengal û wd. di rojevê da didin gengeşekirin. Her weha hewildanên Başûrêrojavayê Kurdistanê jî bi heman bahaneyan pêkanîne ku yek ji wan dagirkirina Efrînê bi xwe ra anî. Ji ber ku tirk, doza Misak-î Millî ya dewleta osmanî dikin û wan du parçeyên Kurdistanê jibo dewleta xwe dihesibînin.

13. Li gora nûçeyeke di “haber”ê ku di 12.08.2017an da derçûye; li Wanê, di cadeya herî mezin Cadeya Cumhuriyetê da du zarûkên 12 û 13 salî ku li erbanê xistine û sitranên kurdî gotine û xelkê pere dane wan, ji alîyê polîsan ve hatine girtin. Polîs dest danîye ser pereyên wan ku ji xwe ra kom kiribûn. Ev hewildan û kirinên polîsan li dijî du zarûkên kurd û musîka kurdî, bi temamî rezaleteka sosretîyê û hovîtîyê ye.

14. Sistemên Dagirkerîyên Kurdistanê wek Ankara, Tahran, Baxdat û Şam; qîma xwe bi karanîna bi her awayî tade û zulm û qirkirinên li ser zîmanê kurdî û nasnameya kurdî û kurdevînîyê nanîne. Dema wan ango yek ji wan pêwist dîne ku helqeya sistemên xwe fireh bikin, da ku têkoşîna kurdan têk bibin; wek em di sistemên van her çar dewletan da dibînin, ew di nav xwe da jî hevkarîyên fireh pêkanîne ku her çar dewlet di heman dem da êrîşên muşterek birine ser kurdan. Wek min li jor nîşan kiribû, di serhildana Agrîyê da 500 siwarîyên Rûsî piştgirîya tirkan kirine û li dijî kurdan şer kirine. Lê em pê dizanin ku şerkarên Filistînê jî bi pere û bertîl çûne ketine bin fermana Saddam Huseyîn û li dijî kurdan şer kirine. Mîsaleka dî jî dema piştî ruxandina Komara Kurdistan li Mahabadê di 1947an da Mela Mistefa Barzanî û 500 hevalên xwe bi meşê çûn Sovyetê; ew rastê bombebarana Îraqê, Tirkîyê û Îranê hatin.

Lê di mesela şerkirina dijî kurdan da dema hewce bûye van dewletên dagirker bi hin dewletên dî ra tifaq çêkirine û peymanan li darxistine ku çarçoveya wan peymanan hemî anti- kurd bûne. Numûneyên RCD, CENTO, Pakta Baxdadê, Pakta Sadabadê tên zanîn û bûne malê dîrokê ku hemî jî li dijî kurdan hatine çêkirin. Em di Pakta Baxdadê da digel Baxda, Tirkîye û Îranê rastê dewletên Pakistan û Britanyayê tên ku gelek balkêş e. Dîsa balkêş e ku di Pakta Sadabatê da jî em digel Tirkîye, Îraq û  Îranê, rastê Afganistanê jî tên. Jibo haydarîyê ez dixwazim maddeya 7an a Pakta Sadabadê pêşkêşî we bikim ku ev di 8ê temûza 1937an da çêbûye.

Madde 7: ” Her yekî ku di radeya bilind da peymanê îmza kirîye, berpirsîyar e û taahud dike ku li hemberî hêz û dezgah û pêkhateyên çekdar bin ku bixwazin dûzen û ewleyîya heyî xirab bikin, di nav sînorên xwe da tedbîran bistînin û çavdêrîya parastina ewleyîya sînorên alîyên dî li ber çav bigrin.” (Fikret Başkaya, eynê eser r. 67)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir