Mesrûr Barzanî: Şingal bi hevbeşî tê rêvebirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanê li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ya derbarê mijara asayîkirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku “ew rêkeftina destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanê di daxuniyekê de ragihand ku rêkeftina îro ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya bo normalkirina rewşa Şingalê, encama karkirina cidî û danûstandina çend mehî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku hevkar dibe bo vegera serfirazane ya koçberên Şingalê ku rastî êş û azarên gelek zêde bûne li ser destê DAIŞê.

Mesrûr Barzanî dibêje: “Bê guman normalkirina rewşa Şingalê di biryara xelkê Şingalê ya derbarê çarenivîsa wan de xwedan roleke girîng e. Me herdu aliyan lihev kir ku Şingal di warê îdarî, ewlekarî û xizmetgûzarî de bi awayeke hevbeş werin îdarekirin, ew rêkeftin destpêk e bo cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê.”

Barzanî eşkere kir ku piştî îmzekirina rêkeftinê wî peywendiyeke telefonî lige Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî derbarê rekeftinê de aniye û got: “Spasiya herdu aliyan dikin bo bi encamgehandina vê rêkeftina  girîng. Ew yek belge ye bo wê ku eger hemahengî di navbera her du aliyan de hebe wê demê dikarin destkeftin zêdetir jî bidest bixin li ser esasê berejwendiyên hevbeş. Em piştigîriya her hewla destpêşxeriyeke civata navnetewî ya bo binyata wêrankariyên ku terorîstên DAIîÎ li Şingalê pêk anîne dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Li wir lazim e spasiya Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis Plasschaert bikim bo piştîvanî û beşdarîkirina raste rast a bo bi encamgehandina wê rêkeftinê.”

Îro roja Înê 9ê Cotmeha 2020an şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe, Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirina mekanîzmên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê serdana Bexdayê kir.

Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ku wan bi amadebûna Netewên Yekbûyî civîneke baş li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim’ kirine û li ser rewşa Şingalê li hev kirine.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0910202017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *