Serok Barzanî: Vekişîna Amerîkayê dê DAIŞê ji nû ve zindî bike

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala France24, hişyarî da ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dê bibe sedema ji nû ve vegera rêxistina terorîst a DAIŞê. Herwiha Serok Barzanî derbarê rewşa Sûriyeyê de nîgeraniyên xwe anî ziman û pêşwazî li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kir.

Hişyarî ji vegera DAIŞê

Derbarê plana vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê di dawiya sala 2025an de, Serok Barzanî got: “Bêguman, bi vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, em ê rûbirûyê heman senaryoya sala 2012an bibin û DAIŞ dê ji nû ve zindî bibe.”

Serok Barzanî hişyarî da û got: “DAIŞ metirsiyeke cidî ye û me ev yek çendîn caran bi awayekî fermî dûbare kiriye û ev beşek ji siyaseta me ye.”

Nîgeraniya ji Rewşa Sûriyeyê û Têkiliyên Kurd û Ereban

Derbarê rewşa Sûriyeyê û peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de ku di Adara îsal de hatibû îmzekirin lê hîn nehatiye cîbicîkirin, Serok Barzanî nîgeraniya xwe anî ziman ku dê rewş û têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de xirabtir bibin û rê li ber destwerdaneke derve vebe.

Herwiha tekez kir: “Divê pirsgirêk werin çareserkirin, lê ne bi şer, ji ber ku şer ne çareserî ye. Herwiha, divê desthilata nû hemû pêkhateyên cuda yên welat û taybetmendiyên wan li ber çavan bigire.”

Derbarê helwesta Tirkiyeyê de, Serok Barzanî got ku Tirkiye piştgiriyê dide proseya aştiyê û peymana di navbera HSD û Şamê de û got, “Em jî bi heman awayî piştgiriyê didin wê proseyê. Me bi hev re hewl da ku peyman bi awayekî rast were cîbicîkirin.”

Pêşwazî li Çekdanîna PKKê

Di beşeke din a hevpeyvînê de, Serok Barzanî pêşwazî li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kir û got: “Ez wiha bawer dikim ku ev helwesta wan dê bibe sedema aştiyê li herêmê û azadkirina rêberê wan ê girtî, Abdullah Ocalan.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *