Meş û xwepêşandina bo piştgirîya Rojhilatê Kurdistanê

Îro li Stockholmê ji bo piştgirîya Rojhilatê Kurdistanê meş û xwepêşandanek pêk hat û bi qasî hezar kes beşdar bûn.

Beşdarên xwepêşandanê li navenda bajêr meşîyan û bi şîarên “Jin, jîyan, azadî” “Piştgirî bo Kurdistanê” gihîştin cîyê civînê, navenda bajêr Sergelstorgê.

Civîn û meş ji teref hêz û partîyên Rojhilata Kurdistanê, Hevkarîya partî û rêxistinên Kurdistanê li Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hatibû organîzekirin.

TDK-Tevger jî bi endam û alîgirên xwe bi xurtî beşdarî civîn û xwepêşandanê bûn.

Di nav mêvan û axêverên civînê de li gel gelek sîyasetmedarên cihê wezîra jîngehê û seroka jinên sosyaldemokrat Annika Strandhäll jî beşdar bû, li ser rewşa rejîma Îranê axivî û piştgirîya xwe dîyar kir. Wê gotinên xwe bi kurdî bi dawî anî: “Jin, jîyan, azadî!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *