Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!

Seyhmus OZZENGIN

Li Rojhilatê Kurdistanê û dîktatorîya Îslamî a Îranê girtin,kujtin, birîndarkirin û wendakirina ciwanan pir dibe. Ev çar hefteye berxwedan didome. Di vê demê de bi dehan zarok û ciwan bi destê asayîşa dîktatorîya îslamî hatine kujtin û wenda kirin.

Ciwan, jin di ênîyên berxwedanan de bi dirûşmên dij dîktatorîya îslamî doza azadîya xwe dikin û çalakîyan didomînin. Ji zarokên sefa navîn bigire heta xwendevanên unîversîtan li ser lingin, di çalakîyan dene. Dîktatorên îslamîst yên Îranê, bi çekan êrîşî ser girseyên çalakvanan dikin, gula li ser wan direşînin. Yên ku tên birîndarkirin û tên desteserkirin, di navendên asayîşê de tên kujtin, tên wenda kirin. Di çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê û îranê de rûwê van cangorîyan bûne sembola berxwedana li dij dîktatorîya Îslamî a Îranê. Rûwê Jîna Emînî bûye ala azadîyê, ala berxwedanê.

Keça Kurd ku 22 salî bû, bû ala berxwedanê a li dij dîktatorîya îslamî a Îranê. Piştî keça Kurd Jîna Emînî, di rojên dahatî de bi navê Nîka Shakaramî (20) û Sarîna Îsmaîlzadeh (16) bi destê asayîşa Îranê, li navenda asayîşê hatin kujtin. Asayîşa dîktatorîya îslamî a Îranê asaqan li malbatên van cangorîyan dikin, ku rastîyê veşêrin û nebêjin bi destê asayîşê hatine kujtin.

Înternet hatîye girtin û medya civakî astengkirîye. Dengê çalatvanan pir kêm derdikeve. Li pir bajaran hayê kesekî ji yên din tineye. Bi hezaran ciwan wendane. Malbatên wan çendîn rojin agahîyan ji wan nagirin.

Rojhilatê Kurdistanê bi tena serê xwe nikare gavên hîn mezintir bavêje. Konjektor ne di lehê wan de ye. Cîhan baldarî şerê di navbera Rûsîya û Ukraynayê de ye. Li herêma Belûcîstanê jî rewş ne ewle ye. Kujtin û revandin, wenda kirin pir e. Berxwedanên Îranê bê serkêşî ye. Li henber dîktatorîya Îslamî û sîstemê serhildanek xwezayî dimeşe. Durûşmên tên avêtin, doza hilweşandina sîstemê dikin, lê hêza ku van daxwazan bihone xuya nake. A rast jî ewe ku wê ev xwepêndan bidomin.

Têt îdîakirin ku hêza bezirganên Îranê li pişt xwepêşanderan e. Lê ev nehatîye piştrast kirin. Li Îranê tebaka burjiwazîyê bezirganîyê pir xurt e. Di sala 1979an de dema Ayettullah Homeynî hat Îranê û dest danî ser îktîdarê, bi hêz û piştgirîya vê tebaqê, Humeynî biser ket. TUDEH a komunîst jî bi hemû hêza xwe rê da ku molayên Îran sîstema xwe ava bikin. Têt îdia kirin Bezirganên Îranê xwe ji piştgirîya sîstemê kişandîne û li pişt çalakvanan e. Lê ev ne dîyare. Ji ber ku nehatîye piştrastkirin. A rast ewe ku çalakî di warekî xwezayî dene û serkêşîyek honandî tine ye, an jî halê hazir xuya nake.

Hêzên çepgir û lîberalên Îranê û yên lîberalên Îslamî jî hatine pelçiqandin. Ji ber xetayên berê yên dema Humeynî, bawerîya ciwanan jî bi wan nayê. Li dervê welat dengê wan pir zeîf derdikeve.

Rewşa rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî li dervê welat pir xerabe. Bingehek birêk û pêkkirî tineye. Girseya Kurd û Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê, li pir welatan di bin baskê dîyaspora Farisan de dimeşe. Bi tena serê xwe ji herçar perçeyên Kurdistanê çalakî û dîplomasîyek bingehîn nehatîye honandin. Di bin ala Kurdistanê de honandina dîyaspora Kurd hate astengkirin û vê jî valhîyek mezin derdixe ber me. Ew piştgirîya di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de li holê tineye. Hatîye fetisandin.

Bi gelemperî rewşa dîyaspora Kurd pir xerabe. Nikare barê çalakîyên mezin û bingehîn hilgire ser xwe. Bê sazî ye. Ne organîzekirîye. Tiştên ku hene, bi mejûyekî teng, di warê xweparastinê dene. Nikarin xwe bigihînin raya giştî, medya û dengên mezin, piştgirîyek xurt bihonin û derxin holê. Tenê bahsa bûyeran dibe. Bûyer tên şermezarkirin. Lê ji vê bipêştir tiştek dernakeve holê. Pir komel jî îdîa dikin ku hene û liser lingin. Mixabin ev îdîa ne raste. Rewş li holê ye.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakîyên bi herçar perçên Kurdistanê re, direvin û xwe bêtir nêzî muhalefeta Îranê dikin. Di warê li dij sîstema dîktatorîya îslamî, honandina raperînek seranserê Îran de, ez dikarim wan fêhm bikim. Lê di warê pirsa Kurd û Kurdistanê de ev helwest ne raste. Ji ber ku di dema hatina Humeynî a Îranê de jî ev xete hat kirin û paşîyê li rastê man û bûn qurbanên van xeteyan. Xuyaye ku rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji vê dîrokê û ji ktujtina nemir Qasimlo û Şerefkendî ders negirtine.

Divê tevgera Kurd bi giştî ji bin bandora opozîsyonên dewletên dagirkar derkeve. Serbixwe û dozdarê doza Kurd û Kurdistanê be. Nabe ku em enerjîya xwe ji bona reorganîze kirina (sererastkirina) dewletên dagirkar û sîstemên wan xerc bikin. Doza Kurd, dozek netewîye. Li dij dewletên dagirkar, doza miletekî û doza axê (a welatekî) ye. Kurd, divê di vê dozê de zelal bin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *