Me Hêjayekî Kurd Ahmed`ê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) Wenda Kir!

Ahmed`ê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) ku bi xebata xwe ya di warê zaravên Zazakî (Kirmancî) û Kurmancî dihat nasîn, jîyana xwe ji dest da.

Ahmed`ê Dirihî, endezyarê çandinîyê bû; loma xebatên xwe yê di derbarê ziman de, bi giranî li ser gul û gîha û pincarên Kurdistanê meşand.

Piştî lêkolîna 14 salan, berhema xwe ya girîng bi navê ‘‘Ferhenga Navê Nebatan A Kurdî‘‘ çap kir û weşand.

Malbat, dost û hevalên Ahmed`ê Dirihî, li bajarê Bîngolê gundê Çilkanîyê termê wî sipartin axê!

Di ferhenga Ahmet ya nebatan de, zêdetirî bîst hezar gotin hene. Di ferhenga xwe de, bi navên Kurdî re, navên Latînî û Tirkî jî nivîsandîye. Pirtûk ji alî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat çapkirin.

Ahmed Dirihî, di nava koma xebatê ya Vate û Ziwan Komê kar kir û di kovara Vate û Newepel de ku bi zaravê Zazakî (Kirmancî-Kirdkî) weşanê dikin de zêdetirî bîst salan nivîsand.

Em wek malpera Netewe ji malbata Ahemd, hevalên wî yên xebatê û gelê Kurd re sersaxîyê dixwazin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *