Armanca Nameya Ocalan û Nekokiyên Di Nav PKKê De…


Îbrahîm GUÇLU

İbrahimguclu21@gmail.com)

Serokê PKKê Ocalan 8 sal in (27. 07.2011) ku bi parêzerên xwe re nikare hevûdîtin bike. Ocalan, di 2ê Gulana 2019an de cara yekemın e ku bi parêzerên xwe re danûstandin kir. Lê ev hevûdîtina piştî 4 rojan ji aliyê parêzerên Ocalan ve hat diyarkirin. Nameya Ocalan di civîneke çapemenî de hat xwendin û pêşkêşkirin.

Diyar e ku 4 rojan piştî danûstandinê diyarkirina nameyê bê sedem nîne. Tê şirovekirin ku di wê navberê de ew nameya çû ji berpirsiyarên PKKê yên li Qendîlê û li Ewrûpayê jî.

Diyar e ku bi îzina dewletê jî biryar hat girtin ku nameya Ocalan pêşkêşî raya giştî bibe.

Dema ku nameya Ocalan bê xwendin û şirovekirin 3 mijar derdikevin pêş.

Mijara yekemîn, li hepisxaneyan grewên birçîbûnê ne. Dibêje ku divê girtî jiyana xwe nekin xeteriyê, dev ji grêwên birçîbûnê berdin. Mirov bi Ocalana re ji bona hevûdîtina parêzeran ev pirsa hepisxaneyê wek rasyonal û realîst dikare qebûl bike. Lewra li holê rastiyeke tehl û xeter heye. Ji bona Ocalan çalakî tê kirin. Ew dikare dawiya van çalakiyan bîne.  

Mijara duyemîn, ”pêvajoya çareseriyê” ye. Ocalan dibêje ku helwesta min ya di sala 2013an de dom dike. Divê ku pirsgirêk ne bi şer, lê bi aşitî çareser bibin. Di nameryê de gelek aşkere jî nebe ji PKKê re tê gotin ku şerê çekdarî neke û dev ji şerê çekdarî berde. Lê gelek aşkere ye ku dest ji çek berdan ne di destê PKKê de ye. Nûha hêzên PKKê bi rêvedibin, di vê pirsê û gelek pirsên din de xwediyê biryarê ne. Hikûmdar in. Ji aliyê din ve jî ceribandina berê ya “pêvajoya çareserîyê” derxist holê ku careke din hikûmet vê nexşereyê bi kar nîne.

Sedema din ya girîng jî, AK Partî nûha di nav Tifaqa Cûmhûr de ye. MHPê ji vê yekê re hîç amade nîne.

Beşek nivîskar û şirovekeran jî ev nameya ji bona rê li ber vekirina “pêvajoya çareserîyê” şirove kirin. Gor baweriya min ev jî şaş e. Ji rastiya rojane ya siyaseta Tirkiye`yê jî dur e.

Lewra dewleta Tirk di van şertan de, xwediyê derfetê nîne ku bi vê mijarê re eleqeder bibe. Ji aliyê din jî diyar e ku êdî “pêvajoya çareserîyê” wek berê nabe. Heger ji çareseriyê bê qal kirin, bes di mafên neteweya kurd de ji gavên bên avêtin dikare bê qal kirin.

Mijara seyemîn jî, mijara Sûriyeyê ye. Di vê mijarê de jî Ocalan siyaseta dewleta Tirk diparêze. Yekîtiya Sûriye`yê diparêze. Ji PKKê re dibêje ku divê hûn siyaset û xesasiyeta Dewleta Tirk fahm bikin. Li dijî siyaseta dewleta Tirk şer nekin. Bi awayekî dizî be jî divê îşgala Efrînê bê pejirandin. Lê her çiqas Ocalan van nerînan bîne ser zimên jî, li Sûriyeyê li ser PYD jî nikare bandor çê bike. Lewra li Sûriye`yê ji bona çareserî û neçareserî hêzên mezin hene. Ew nikarin ku nexşerêyeke zelal û vekirî pêşkêşî raya giştî ya dinyayê û herêmê bikin.

Gelo Ocalan dê çewa di çareserîyê de ji Dewleta Tirk re bibe alîkar.

Ev mijarên min anîn ser zimên, mijarên diyar in. Herkes jî gor mijarên hatine diyarkirin, bûyer û nameyê şirove dikin. Ez bi xwe vê nerîn û helwestê şaş dibînim. Kêmtirîn bi zaaf dibînim.

Loma jî gelek kesan û heta beşek apoîstan jî ev nameya rexne kirin ku Ocalan siyaseta dewleta Tirk diparêze.

Ev helwesta bi xwe jî gelek sosret e. Lewra tê zanîn û Ocalan bi xwe jî diyar dike, ku ji bona xizmeta neteweya kurd ne, ji bona ku pêşiya tevgera milî ya kurd bigre, ji bona ku rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike, hêzên bingehî yên tevgera milî ya Kurdistanê ji holê rake, ji siyaseta dewletê ya tunekirina kurdan re xizmet bike, xebat dike û lewma jî PKkê ava kiriye.

Ocalan, esil mirovê dewleta Tirk e. Lê dewlet ji aliyê kîjan partî û hêzê ve bê birêvebirin, dibe mirovên wan. Nûha jî ew xwe nêzikî Hikûmeta AK Partiyê dibîne û gor wê tev digere. Di pêşerojê de hikûmet bê guhertin, Ocalan dibe mirovê wê hikûmeta nû..

Gor baweriya min, esil mijara girîng, mijar û peyamên bi dizî û bi devkî hatine ser zimên û hatine şandin.

Peyama bi dizî, di şertên danûstandina ku bi Ocalan re ye. Ev danûstandina, piştî biryara YSKê ku li Stenbolê hilbijartin nû bibe, hat rojevê.

Loma jî tê bîra her kesî ku ev danûstandina ji bona hilbijartinê hat kirin. Ez jî di wê  baweriyê de me ku ev danûstandina ji bona hilbijartinê hat kirin.

Peyama Ocalan bi dizî jî, qasî ez Ocalan nas dikim, pêwendiyê wî yên dewletê û hikûmetê şirove dikim, ez tespît dikim ku Ocalan ji PKK/HDP daxwaz kir ku ew deng bidin namzetê AK Partiyê û Tifaqa Cûmhur li Stenbolê.

Piştî nameya Ocalan, daxuyaniyên ji wê eniyê hatin ser zimên, ev nerîna min rast derdixe. Di eniya PKKê de daxuyaniyê xwediyê nakok hene. Qendîlê jêbera berê dubare kir. Got ku “em dê ji namzetê CHPê re bibin alîkar û dengên xwe bidin Ekrem Îmamoglu.” Beşekî HDPê jî ev nerîn anî ser zimên. Lê beşekî HDP`yî jî, bi taybetî jî berpirsiyerekî Grûba Meclîsê yê HDPê diyar kir ku hîn biryara wan di derbarê Stenbolê de ne diyar e. Pêvajo dom dike. Lê Tifaqa Milet jî di derbarê mijara bi Ocalan re rexne dike. Ji nerînên wî derdikeve holê ku ew di nav bazariyekê de ne. Mebûsên HDPê jî nerînên cûda tînin ser zimên. Heta S. Demîrtaş diyar kir ku Tifaqa Milet ji çareseriyekê qal nake. Yanî ew jî diyar dike ku ew jî piştî nameya Ocalan ketiye riyeke nû.

Ev nekokiyên di nav PKK/HDPê de derketine holê, diyar dike ku ji bona hilbijartinê piştî nameya Ocalan tevgerandineke cûda heye.

Qedexa parêzerên Ocalan jî ji holê rabû ku ew dikarin bi Ocalan re danûstandin bikin. Ew jî di van şertan de xwediyê wateyekê ye.

Di pêşerojan de ev mijara dê zelal bibin.

Hîç şik tune ku Qendîl û Ocalan xwediyê armancên cihê ne. Ji aliyê hêzên cûdan de tên îdare kirin.

Divê em piçek bi sebir li benda bûyer û tevgerandinan bin ku ev berjewendiyê cûda yên di nav PKKê de dê çewa realîze bibin?

Amed, 17. 05. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *