Matrûșka û xeta netewî

Ez bawerim gellek kes çîroka lîstoka Pitika Matrûşka dizane an bihîstiye.
Bi qasî şeş an heft Matrûşka di hundirê hev de ne û weki hev in, lê ji hev biçûktirin, xwedî eynî qerekter û eynî taybetmendîyê ne. Tenê cudahîya wan mezinayî û biçûkbûna wan e!
Rol, wezife û erkê wan dilxweşîya “efendî”yê mezin e!
Taybetmendiyek dinê jî her hewldan an hêvîyên guhertinê bi xwe re bêhêzbûn û biçûkbûnê tîne. Di dawiya dawî de, ya herî biçûk û mînyatur dibe “delaliya” ber dilê dijberan.
Dijber jî weke “Maho axa” kamçiyê xwe li ser pişta gel, bi alîkariya “Sefil Bilo” û hêza nezaniyê desthilatdar dike.
Di demsalên têkçûn û bêhêvîtîyê de berjewedîyên Kesayetî, berjewedîyên malbatî, berjewedîyên partîperestî kelemên mezin derdixe pêşîya berjewedîyên netewî û gelemperî. Di van pêvajoyan de bêhûqûqî, bêexlaqî, bêqerekterî desthilatdar dibe. Her tişt serûbin dibe. Kî ji bo çi li dijî hevehev e, nediyar e. Destê kê di bêrîka kê da ye, kes nizane. Tenê bi hişmendî û qerekterê “Sefil Bilo” pîrozbahiyên “Maho axa” tê parastin…
Welatek axa wî hatibe dabeşkirin û gelê wî dîl be, bi sînorên nerewa û neyasayî hatibe dagîrkirin têkoşînek niştîmanî, netewî û Kurdistanî rewa ye. Niştimanperwerî yek ji erkên milletbûnê ye.
Xuya ye ew qerekterê ji îdeolojîya kemalîst transferî nav tevgera kurd bûye li hemû taxan zindî ye. Li ser sedemên şaşî û bêexlaqîya kesayetan bi gelemperî êrîşî xeta niştimanî, netewî û Kurdistanî dikin. Heqeret û dijminatiya xwe ya di kûreya mejiyê wan de zeng girtîye, di van deman de direşinin.
Heta ku welatê me azad nebe, li ser axa kurdistanê gelê Kurd desthilatdar nebe û em nebin xwedî dewlet emê her tim weke mertalên zîndî doh, îro û sibê jî emê weke Rizgarîxwazên netawa Kurdistanê rawestin.
Di heman demên tengasî û şewatê de, me ji bo xurtkirin û bihêzkirina xeta netewî destê xwe dirêj kir, ne ji bo hûn êrîşî nîrxên netewî bikin.
Em bi hişmendî û şîretên Mele mistafa Barzanî, bi wesiyeta pêşewa Qazî Mihemed û bi hewldanên Şex Ubeydullah Nehrî tevdigerin.
Em her dem şagirt û xwendewanên civat û dibistana Şêx Said, Seyid Riza, Elîşêr û Zarife xatûn, Îhsan Nurî paşa û Xalit begê Cibran, li ber sêdarê Şêx Abdulselam Barzanî ne. Em niştîmanî, netewî û Kurdistanî ne.
Helwest û dijberiya me, li dijî dagirker û neyarên gelê Kurdistanê ye.
Em xwe xwediyê şopgerên hemû destkeftiyên gelê Kurd û berjewendîyên netewî dibînin.
Serkeftin û serfirazî ya gelê Kurdistanê, bi hezbûna xeta niştimanî û Kurdistanî wê bi serbikeve.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *