‘Hewlêr û Bexdayê li ser birevebirina deriyên sînorî li hev kir’

Berdevkê Wezareta Plandananê ya Îraqê Ebdulzehre Hîndawî ragihand ku Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê li ser birêvebirina deriyên sînorî li hev kirine.

Herwiha Hîndawî da zanîn ku serjimêriya Îraq û Herêma Kurdistanê dê di 20ê Kanûna Pêşîna 2024an de were kirin.

Şandeyke Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 11ê Kanûna Pêşîn li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, çend wezîr û berpirsên hikûmetê re çend hevdîtin pêk anîbûn.

Mijara sereke ya hevdîtinan li ser rêveberiya deriyên sînor bû.

Di vê çarçoveyê de şandeya Herêma Kurdistanê bi Wezareta Plandananê ya Îraqê jî hevdîtinek pêk anî.

Berdevkê Wezareta Plandananê ya Îraqê Ebdulzehre Hîndawî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Hîndawî got, “Civînê sê saetan berdewam kir û gelek mijarên girîng ên girêdayî polîtîkayên gumrikê li ser asta niştimanî hatin nîqaşkirin.”

“Di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbû”

Herwiha Hîndawî amaje bi wê yekê jî kir ku bi berfirehî behsa birêvebirina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê, hemû deriyên sînorî, bender û balafirgehên Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Plandananê ya Îraqê Hîndawî wiha pê de çû, “Aliyan li ser birêvebirina van xalên girîng ên dewletê nêrînên xwe bi hev re parvekirine.

Herî dawî di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbû.”

Ebûdulzehre Hîndawî diyar kir ku aliyên di civînê de li ser birêvebirina van hemû deriyên sînorî de xwedî nêrîneke hevpar bûn û wiha domand:

“Ji bo encamên ku ji civînê derketine bên kontrolkirin komîsyonek hat avakirin.

Di meha yekem a sala nû de dê civîneke din were lidarxistin û tê de gotûbêj bê kirin ka biryarên hatine girtin hatine cîbicîkirin an na.

Bi vî awayî wê xalên ku li serê li hev kirine dê bikevin warê cibicîkirinê û piştre jî raporek pêşkêşî Lijneya Wezîran bê kirin.

Berdevk Hindawî bal kişand ser wê yekê ku ji bo yekkirina hawirdekirin û hinartinê û herwiha pênaseyên gumrikê û çareserkirina pirsgirêkên berdewam ên li deriyên sînorî ev pêngav dê bibe qonaxeke girîng.

Herwiha Hîndawî diyar kir ku Hikûmeta Îraqê plan dike ku derbasbûnên di deriyên sînorî bikin bi awayekî elektronîk û wiha axivî:

“Hikûmet di vê mijarê de bi taybetî jî di derbarê desthilatdariya deriyên sînor de bi rastî cidî ye.”

Serjimêriya giştî dê 20ê Kanûna Pêşîna 2024an de bê kirin

Li aliyê din Hîndawî diyar kir ku ew wekî Wezareta Plandananê ya Îraqê girîngiyeke mezin didin projeya serjimêriyê û berdewam kir:

“Ji bo ku em di her warî de daneyan bi dest bixin divê em rêjeya nifûsê zanibin lê jimar û daneyên zelal di destê me de nînin.

Em hemû amadekariyên xwe yên ji bo serjimartinê didomînin, em plan dikin ku di 20ê Kanûna Pêşîna 2024an de serjimariyeke giştî pêk bînin.

Ji bo cîbicîkirina vê yekê kêmtirî salek maye, lewma pêwîstiya me bi avakirina jêrxaneyeke bihêz heye.

https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/23122023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *