Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: JI RAYA GIŞTÎ RE!

Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê, biryara referandûma serxwebûnê li hemû kurdistanîyan pîroz dike.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Berzanî,  di 7ê hezîrana 2017an de, bi alîyên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir. Civîn bi biryarek dîrokî ya referandûma serxwebûnê ve encam bû. Referandûm dê di 25ê îlona 2017an de pêk bê.

Roja biryargirtinê û roja referandûmê dê di dîroka Kurdistanê de cîyên xwe yên taybetî bigrin. Lewra herdu roj jî, berhemên tekoşîn, berxwedan û xebata kurdan bi xwe ye û xewn û xeyalên kurdîstanîyan yên bi sedsalan bi cî dikin.

Neteweya Kurd bi berxwedanek bêhempa li herçar beşên Kurdistanê, ji bo mafên xwe yên rewa, li dijî dagîrkerîyê û ji bo sererastkirina neheqîya dîrokê têdikoşe.

Îro kês û derfeteke yekta û dîrokî ji bo neteweya Kurd  derketîye holê.

Tevgera sîyasî ya Kurdistanê pêwîst e ku li gor vê kês û derfeta dîrokî bi hemahengî, hişmendî û li gor berjewendîyên neteweyî tevbigere.

Kurdistanîyên hêja!

Têkoşîn, berxwedan, qehremanî û fedekarîya neteweya Kurd û kurdîstaniyan ya ji bo mafên neteweyî û demokratîk, pêwîst e ku bi sererastkirina neheqîya dîrokê ve bi encam bibe.

Referandûm a serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe pêngava yekem ya serxwebûna Kurdistana mezin û dê bibe derfeta sererastkirina dîrokê.

Em di vê baweriyê de ne ku wê sedsala 21an bibe ”Sedsala kurdistanîyan”.

Gelên Kurdistanê divê di tekoşîna xwe ya ji bo mafên rewa û rûmeta neteweyî de refên yekitî û berxwedana xwe xurtir bikin da ku bikaribin li dijî hemû astengan, dek û dolabên dijminên Kurdistanê rawestin û hewildanên xwe yên ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê geştir bikin.

Loma jî, pêwîstîya gelên Kurdistanê îro ji hemû deman bêtir bi hevahengî yekîtî û aştîya navxweyî heye.

Neteweya Kurd dê bi serxwebûna Kurdistanê, nexşeya bêyî îradeya gelên Kurdistanê hatîye kişandin, biguhere û  wê vê neheqîya dîrokî sererast bike.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi hêvî û mizgînîya Kurdistana serbixwe û azad, biryara referandûmê li neteweya Kurd û hemû kurdîstaniyan pîroz dike.

Em helwesta yekgirtina neteweyî, bi biryara referandûmê ya ji bo welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civatek demokratîk geş bikin!

Bijî hewildanên ji bo serxwebûna Kurdistanê!

2017-06-08

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *