Li Tirkiyeyê makezagoneke nû, sivîl, demokrat, federal pêwîst e

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê bi deh salan e ku li ser makezagoneke nû gengeşî hene. Lê heta nûha li Tirkiyeyê pirsgirêka makezagonê nehat çareser kirin. Mijara Makezagonê bûye glokeke agir. 

Di van rojên dawî de jî bi însîyatîfa AK Partiyê û Tîfaqa Cûmhûr makezagoneke nû di rojevê de ye. Ji bona makezagoneke nû, serokê Meclîsê bi partiyan re danûstandin dike. Di destpêkê de, li ser metoda çêkirina makezagonê pêşniyarên partiyan digire. Piştre jî dê ji bona naveroka makezagonê pêşniyaran werbigire.

Felsefe û îdeolojiyên partiyên siyasî yên dewletê-sîstemê diyar dike ku çareseriya vê pirsgirêkê di demeke nêzik de jî mimkun nabe.

Lê makezagon ji bona me kurdan gelek girîng e û bi qedera me re girêdayî ye, divê em jî di gengeşiya makezagonê de bibin teref û ji bona makezagoneke nû, pêşniyarên xwe bi qerardarî û gorî sosyolojî û pluralîzma neteweyên li Tirkiyeyê pêşkêş bikin.

Dema mentalîteya partiyên dewletê-sîstemê ez analiz dikim û ceraibandina siyasî ya sed salî jî diyar kiriye ku partiyên dewletê-sîstemê, di çarçowa makezagon û mentalîteya rejîma yek netew, yek partî, yek serok, yek îdeolojî de, ji bona makezagonê di esasî de tevdigerin, bes di teferûatan de cûda difikirin. Loma jî makezagona ji aliyên partiyên dewlet-sîstemê de bê çêkirin, makezagoneke nû û civakî û demokrat û sivîl ya hemû neteweyan, hemû olan, hemû fikran, mezheban, çînan.

Serkaniya makezagonên piştî Darbeyên Leşkerî (27ê Gulana 1960 û 12ê Îlona 1980) 

hatibû çêkirin jî, Makezagona dema Atatirk bû û otorîterîzm û elîtîk bûn. Di vê qonaxê de jî diyar e ku makezagoneke pirr cûda nayê xwestin.  

Lê mijara makezagonê di rojevê de ye. Divê ku em kurd jî pêşniyarên xwe û nêrînên xwe yên di derbarê makezagonê de diyar bikin.

 

HER MAKEZAGONEK NABE PEYMANA CIVAKÎ Û DEMOKRAT…

Bi giştî siyasetvan û hiqûqzan û alîmên siyasî di derbarê makezagonê de xwedıyê terîfekê ne. Makezagonê, wek peymanekê û peymaneke civakî terîf dikin. Dema ku makezagon bû peymaneke civakî, demokrat dibe, mafê hemû kesan û gurûban û neteweyan diparêze, wek hevî û dadê ava dike.

Makezagonê wek peymanên civakî ava dibin, sosyoliya welatan-dewletan, hebûna neteweyên cûda, ol û mezhebên heyî, fikrên cûda didin berçav. Ew terefan bi hev re di nav sîstem û metodolijiyekê de peymaneke çêdikin. Wê demê ev peyman dibe makezagoneke nû, sivîl, demokrat, civakî.

Hemû terefên makezagonê çê dikin, dema notr tevbigerin, dema makezagonê wek peymaneke civakî çê bikin, ew dizanin ku ew peymana dewletekê ava dike. Ew dewleta jî nabe bes dewleta neteweyekî, çînekê, grubeke îdeolojîk, olekê, mezhebekê. 

Dewlet dibe dewleta hemû neteweyan. Dibe dewleteke mişterek ya federal. Ew makezagon rejîmeke demokratîk ava dike.

Di sala 2005-an li Iraqê makezageneke bi vê qerekterê çê bû û dewleta federal ava bû. Kurdistan jî bû federe. Neteweya Kurd bû xwediyê desthilatdarî û serweriya xwe.

 

 Lê hezar mixabin her makezagonek nabe peymaneke civakî. Dibe peymana dewleteke otorîter û yek netewekê. Dibe  peymana rejîma faşîst û dîktatorî.

Dewleta Tirk jî dema ava bû, ji bona bûrokrasiya sivîl û leşkerî ava bû. Hebûna neteweya kurd û neteweyên din înkar kir. Ew ji derveyî dewletê hiştin. Îdeolojiyeke fermî ya dewletê Kemalîzm ecibandin. Rejîmeke ortorîter ya yek serokî û partiyê û îdeolojiyê ava kirin. Biryar dan ku kurdan jî bikin Tirk.

Loma jî dema ku makezagon çêkirin, ji bona ev dewleta elîtîk û rejîma faşîst çê kirin. Mafên neteweyî yên neteweya kurd xesip kirin. Makezagonê rê da ku Kurdistan dagir bibe û îlhaq bibe.

Ji wê rojê heta îro jî makezagon li Tirkiyeyê nebû, makezagoneke civakî. Di çêkirina makezagonê de îradeya neteweya kurd û heta îradeya Tirkan jî girîng nebû. Loma jî di çêkirina makezagonê de jî nebûn teref. Li ser navê wan, grûbeke dijminî wan û biyanî makezagon çêkir.

   

LI TIRKIYEYÊ KÎNGÊ Û ÇEWA MAKEZAON DİBE PEYMANEKE CIVAKÎ?

Li Tirkiyeyê dema ku paradigmaya yeknetew bê guhertin, bê pejirandin ku neteweya Kurd û grûubên din yên neteweyî hene; dema ku hat pejirandin ku dewlet dê bibe dewleta hemû neteweyan, dewleta neteweya Kurd û Tirk û neteweyên din; dema ji bona dewleteke federal hişmendî çêbû; temsîlkar û berpirsên kurdan di çêkirina makezagonê de bûn teref; mafê kurdan jî wek mafê Tirkan bi wekhevî hat erê kirin; hebûna kurdan hiqûqî statû qezenç kir; zimanê kurdî, bû zimanê fermî û perwerdeyî; hemû hêjayiyên neteweyî yên kurdan hatin qebûl kirin; wê demê makezagona çê bibe, dê bibe makezagoneke civakî û demokrat.

Ew makezagona wekheviyê û dadê ava dike.

Kurd û hemû neteweyên li Tirkiyeyê di çêkirina makezagonê de bûn teref û xwediyê îradeyeke aktîf, wê demê makezagon dibe peymaneke civakî.

Makezagon, wek navê wê jî diyar dike, serkanî û dayika hemû qanûna ye. Loma jî qanûnên cûrbecûr û disîplînê cûda yên qanûnî girêdayî wê çê dibin.

Wê demê nîjadperestî û dijmintiya neteweya kurd ji holê radibe. Qanûnên nû jî gora wê tên amade kirin.

Diyarbekîr

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *