Li Silêmaniyê êrişa bi dronan

Gundê Çinartûyê yê nahiyeya Axçelerê ya qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin.

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand:

“Îro demjimêr 08:15an gundê Çiartûyê bi dronan hat bombebarankirin.”

Hêmin Behcet da zanîn ku heta niha ew nizanin bê encamên êrişê çi ne û got, “Dron ji şevê din ve li herêma me difirin.”

Tirkiyeyê êriş kiriye

Demên dawiyê Çinartû dibe hedefa êrişan, 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî ev gund hatibû bombebarankirin.

Dîsa tebaxa borî jî gundê Çinartûyê hat bombebarankirin û di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da û gerîlayek jî birîndar bû.

Tirkiyeyê sala 2021ê jî heman herêm bombebaran kir. Di vê êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest da ku 2 ji wan sivîl bûn.

Tirkiye bi hinceta “hebûna gerîlayên PKKyê” gelek caran êrişî vê herêmê dike.

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet diyar kir ku ev êriş jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *