Balyozê berê yê Neteweyên Yekbûyî: Divê Amerîka bersiveke dijwar bide grûpên çekdar

Berxwedana Îslamî ya Îraqê Hêzên Amerîkayê Êriş

Balyozê berê yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Feysel Îstrabadî, li ser êrişên grûpên çekdar ên li Îraq û Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

“Dixwazin Amerîka ji Îraqê derkeve”

Feysel Îstrabadî amaje pê kir ku Îran piştgiriyê dide wan milîsên li Îraqê û pê de çû:

“Mixabin, ev êriş dê berdewam bikin. Îran piştgiriyê dide wan milîsên li Îraqê. Dixwazin Amerîka ji Îraqê derkeve.

Li gorî min, divê Amerîka bersiveke dijwar û radîkal bide bide van grûpan. Bi ya min ev grûp ji Dewleta Îraqê re metirsiyê çêdikin.”

Feysel Îstrabadî li ser mana Amerîkayê ya li Îraqê ani zimên, “Amerîka ji bo aramî û ewlehiya Îraqê girîng e.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2022yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 100 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Tevgera Esaîbî Ehlî Heqê ya bi rêberiya Qeys Xez Elî doh li ser van êrişan daxuyaniyek belav kir û got:

“Em Berxwedana Îslamî pîroz dikin ku derban li baregehên dagirkeran dixe.

Em bangî zarokên gelê Îraqê dikin ku ji bo serweriya Îraqê careke din lê vegere dewekar bin.”

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), li Îraq û Sûriyeyê di navbera 17.10.2023 û 09.12.2023yan de 78 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên wan hatiye kirin.

37 ji van êrişan li Sûriyeyê û 41 ji wan jî li Îraqê pêk hatine û di van êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Şeva şemiyê jî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û Hikûmeta Îraqê bi awayekî tund rexne kiribû.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî jî destnîşan kiribû ku ev rexne tenê pêvajoya lêpirsînê aloz dikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *