LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (III)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (I)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (II)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (III)

Zinar Soran

10.7 Ziyareta Seid Elçî ya Başûrê Kurdistanê ya pêşî

Gava Dr. Şivan, Reşo, Soro, Çeko û Ronî li Qumrîyê digihêjin hevdû, ew li ser amadekirina dokumentên li ser nivîsarên program, destûr, dîsîplîna xebata rêxistinî û awayên xebata sîyasî û çekdarî ya hevbeş ku wê ji PDKT, KAK, Dr. Şivan û hinek kadirên serbixwe bihata avakirin, xebata xwe berfirehtir û xurttir dikin. Armanca wan ew bû ku gava ew ji bo amedekarîya ”partîya nû ya hevbeş” vegerin welêt, ew di vî warî de bi hazirî bin û wext li ser van pirsan zêdetir wenda nekin. Pêşniyara hevalên li wê derê ya ji bo navê partîya nû û hevbeş jî ”Partî Demokratî Kurdistan Li Tirkiyê” bû!

Piştî Peymana 11ê Adarê, sekreterê PDKTyê Seîd Elçî ji bo M. Mistefa Barzanî pîroz bike, di 16ê gulana 1970yî de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Seîd Elçî, Dr. Şivan, Reşo, Çeko, Ronî û Dr. Hişyar li dîwanxaneya Mam Eshed Xoşevî yê miqerê Qumrîyê hevdû dibînin. Mam Eshed ne li dîwanxaneyê ye, lê çend mêvan û pêşmergên Mam Eshed jî li dîwanxaneyê ne.

Li gor agahdarîyên Reşo Zîlan dide; Dr. Şivan meseleya nameya ji Mekteb Siyasîya PDKI re hatibû şandin vedike û di navbêna Dr. Şivan û Seîd Elçî de minaqeşeyek gelek hişk û bê sewîye dest pê dike. Dr. Şivan bi kurdî û bi dengekî bilind bi ser Seîd Elçî de radibe û dibêje ku ”hûn sextekar in, hûn derewkar in, hûn ne mirovên durust in. Hûn me teva weke endamên xwe nîşan didin, ma ji xeynî Ronî kî endamên we ye. Hevalên we agahdarêyên nerast li ser hatina me belav dikin…” Seîd Elçî hêvî û lava ji Doktor dike ku ew bêhna xwe fireh bike û bi awakî nerm û sakîn bikaribin li ser meseleyên ku hene bipeviyin…” Lê Dr. Şivan ji ser ya xwe danayê xwarê, pirs û meseleyên kevn yên heta dema doza 49an jî tîne holê û vê minaqeşeyê bi dijwarî û heqeretwarî didomîne.

Hevalên din ji Dr. Şivan hêvî û dawaz dikin ku ew dawî li vê munaqeşeyê bînin yan jî bi kêmanî bi zazakî bidomînin, da ku mevan û pêşmergeyên li wê derê nizanibin hûn li ser çi diaxivin, lê Doktor her bi dengê bilind vê minaqeşeyê didomîne. Li ser vê yekê, hevalên din ji Dr. Hişyar re dibêje ku bila ew bi zazakî ji Dr. Şivan re bibêje, ”Eyb e şerm e, em li ber pêşmergeyan û mêvanên xerîb weha minaqeşe nekin. Camêrê Seîd Elçî li vir e, îro nebe sibê, dusibê ew dikarin bipeyivin. Bila dawî li vê minaqeşeyê bîne, yan jî bi kêmanî em dakevin odeya xwe û li wê derê bi awakî sakîn li ser meseleyên xwe bipeyivin”.  Lê ew hêvî û daxwaz jî bê encam dimîne û Dr. Şivan dibêje: ”Na, divê her dişt derkeve meydanê, tişekî em ji kesekî veşêrin tuneye, bila her kes nedurustî û derwekarîya van kesan nas bike…” û vê minaqeşeyê didomîne.

Seîd Elçî, di vê minuqeşeyê de gelekî tê êşandin. Hevalên li wê derê, li hemberî minaqeşeyek weha hişk û bêsewîye şoke dibin. Ew hêvîyek weha ji Dr. Şivan nakin. Ji bo bûyerek weha li hemberî pêşmerge û mêvanên xerîb rû dide jî gelekî aciz dibin û li ber xwe dikevin.

Piştî wê munaqeşeyê, hevalên wê derê ne razîbûna xwe li hemberî helwêstek weha dijwar û bêrêzîya li hemberî Seîd Elçî diyar dikin û dibêjin ku ”Doktor, te qewl dabû ku te rûpelek nû vekirîye û te deftera meseleyên kevn girtîye. Lê di vê minaqeşeya we ya hişk û ne li rê de, carek din derket holê ku we meseleyên berê yên kevn ji bîr nerkirine…”. Ev bûyer, di nav grupê de nerazîbûn, bêmorlî û dilsariyekê çêdike.

Seîd Elçî, ji wê derê derbasî Gilalayê dibe. Li Gilalayê, ew M. Mistefa Barzanî û Mekteba Siyasî ya PDKyê ziyaret dike. Seîd Elçî, ji bo Beyana 11ê Adarê û otonomîya Kurdistanê wan pîroz dike.  M. Mistefa qîmetek zêde dide Seîd Elçî.

Di 26ê gulana 1970yî de Seîd Elçî, ji Gilalayê vedigere Zaxoyê. Ji Zaxoyê birûskeyekê ji Dr. Şivan û hevalên ku li Qumrîyê ne dişîne û di wê brûskeyê de dibêje ku ”ez niha li Zaxoyê me, berî ez derbasî welêt bibim, gelo hûn dixwazin em dîsa hevdû bibînin?”

Hevalên li Qumrîyê, li ser vê meseleyê gotûbêjan dikin. Dr. Şivan dibêje ku ”pêwîst nake ku em carek din hevdû bibînin; tiştên ku bihata gotin hatiye gotin û tiştekî em bi hevdû re bipeyin nemaye..!” Lê hevalên din ne bi vê nerîna Dr. Şivan re ne. Di encama gotûbêjan de, ew digihêjin wê biryarê ku ”divê em herin Seîd Elçî bibînin û vê meseleyê çareser bikin. Ji bo pêkanîna armanca projeya hevbeş ya ji bo avakirina partîyek nû, nûjen û fireh ev pêwîst e û nabe ku em pêwendîyên navbêna xwe û Seid Elçî û hevalên wî bi vî awayî dawî lê bînin…” 

Gava Dr. Şivan dibîne ku hevalên din li ser hevdîtina bi Seîd Elçî bi îsrar in, ew dibêje ku ”baş e, lê divê ez herim wî bibînim”. Teva ku ev dawaza Dr. Şivan bê dilê hinek hevalan e jî lê gava dibînin ku Doktor li ser vê yekê îsrar dike, ew jî qebûl dikin. Dr. Şivan dihere Zaxoyê Seîd Elçî dibîne û vedigere Qumrîyê cem hevalên xwe. Ew li ser hevdîtina xwe agahdarîyê dide hevalên wê derê (Soro, Reşo, Çeko, Rohnî û Dr. Hişyar) û dibêje ku Seîd Elçî du şert anîne:

”1) Divê navê PDKTyê neyê guherandin. Di vê derheqê de, Seîd Elçî dibêje ku min li ser gora rahmetîyê Faiq Bûcak sond xwarîye ku heta ez sax bim, ez dê navê PDKT bidim jiyandin. Ez nikarim vê soza xwe bixim. Divê hûn rewşa min ya li ser vê meseleyê fêm bikin.

”2) Divê di mekteba siyasê ya partîya nû de ez, Av. Yusuf Ekincî û Emer Çetîn cih bigrin.

Hûn van herdu şertên min qebûl bikin, dawîya mayî di warê program û destûra partiyê û hûnandina wê de hûn çi dikin hûn serbest in. Em ê PDKT teslîmî we bikin, hûn çawa ji nû ve dihûnin hûn dizanin”.

Havalên wê derê ji Dr. Şivan dipirsin ”baş e, te di vî warî de ji Seîd Elçî re çi got”. Doktor dibêje ku ”min ji wî re got ku gotinên te aha bi vê qondera min”. Li herêma Behdînan gotina ”bi qondera min”, gotinek gelekî bêrêz û giran e û tê maneya ku ”ti qîmetek vê peyva te tune ye”!

Dr. Şivan, di nava sohbeta xwe de, pêşneyara Seîd Elçî ya ku Av. Yusuf Ekincî ji bo mekteba siyasî ya partîya nû de cih bigre weha şirove dike: ”Hebe nebe, ev planeke Dr. Tarik Ziya Ekincî ye. Wî dît ku projeya me bi ser dikeve. Ji ber vê yekê jî dixwaze bi riya birayê xwe Yusuf Ekincî destê xwe têxe nav me …”

Hevalên li wê derê, ji vê helwêsta Dr. Şivan ne razî ne, vê helwêsta wî rast nabînin û dibêjin:

Ev herdu şert jî ne pirsên ku neyên çareser kirin. Ji xwe pêşniyara me ya ji bo navê partîya nu ”Partiya Demokratî Kurdistan Li Turkîye” PDK-T berê jî hebû. Tenê gotina ”Li” li ser hatiye zêdekirin û navê partiyê çi bigre weke xwe dimîne. Loma jî em bawer dikin ku em dê bikaribin Seîd Elçî li ser vî navî razî bikin.

Pirsa endamên ku wê kî di mekteba siyasî de cih bigre jî em dikarin li ser gotûbêj bikin û em di wê bawerîyê de ne ku em dê bi wan hevalan re vê pirsê jî çareser bikin”.

Li ser vê helwêsta Dr. Şivan, Reşo hinekî dilşikestî dibe û hevîyên wî yên ji bo avakirina partiyek hevbeş û fireh qels dibe. Herweha ew ditirse ku ev helwest bibe sedemê dubendîtî û dijminatîyê:

”Piştî wê helwêsta Doktor, ez hinekî dilşekestî û bêhêvî bûm. Ez li wê derê gihîştim wê qenetê ku bi vê helwêsta Doktor, ev proje bi awayê ku em difikirîn gelekî zahmet e ku here serî û ew dê bibe sedemê dijminatîyekê. Lê me dixwest ku em bikaribin rêyeke çareserîyê bibînin. Ji ber ku me berê jî li hevdû kiribû ku piştî em amadekarîyên xwe temam bikin, em dê herin welêt, bi hevalên Seîd Elçî, hevalên KAKê û hinek kesên ku Doktor berê pêwendî bi wan re danîbû bipeyivin û dûre bi hevdû re kongreyeke hevbeş amade bikin. Loma jî min ew wezîfe qebûl kir ku ez li ser navê hevalên grûpê herim û beşdarî kongreya 8an ya PDKIyê bibim”.[1]

Gava hevalên li Başûrê Kurdistanê, hazirîya xwe ya li ser nivîsarên destûr, program, awayên xebata siyasî, rexistinî û têkoşînê temam dikin, biryar didin ku Dr. Şivan, Soro û Çeko herin Bakurê Kurdistanê ji bo ku hevalên Seîd Elçî bibînin, li ser mijarên hene bipeyivin ku ew jî Seîd Elçî îqna bikin û beşdarî nav amadekarîya avakirina ”partiya hevbeş” bibin. Herweha; hevalan wê, ew kesên ku berê pêwendî bi wan re hatibûn danîn û dildarê vê projeyê bûn jî bidîtina û di derheqê van xebat û nivîsaran de agahdarî bidana wan. Piştî wê jî me dê bi hevdû re amdekarîya civîneke hevbeş bikira.

Di vî warî de, Reşo bi taybetî li ser xalek girîng disekine û pir bi îsrar weha dibêje:

”Biryara hevalên li wê derê ev bû ku divê miheqeq hevalên ku herin, hevalên Saîd Elçî bibînin, li ser van mijaran gotûbêjan bikin da ku ew jî Seîd Elçî îqna bikin ku ew jî beşdarî nav vê amedekarîya avakirina partiya nû ya hevbeş bibin. Herweha tu biryareke me tunebû ku em bi serê xwe partiyekê ava bikin”.[2]

Ziya Avci, di kitêba xwe ya beşê ”Bîranîn Şahîdîya Hinek Bûyeran” de, li ser çûna Seîd Elîçî ya Başûrê Kurdistanê, hevdîtin û munaqeşeyên nava Dr. Şivan û Seîd Elçî jî radiweste û weha dibêje:

”Cara ewil, rahmetîyê Seîd Elçî, qasî ez dizanim, di mehên destpêka sala 1970an de, diçe başûr û ew û Dr. Şivan hevdûdu li gundê Qumrîyê dibînin. Wê wextê hevalên Dr. Şivan yên pê re jî tev li wir in. Ew herdu li ser meşandina xebateke li Kurdistana Tirkîye û damezrandina partîyek nû, li ber ew hemû kesên li wir in, munaqeşeyên gelek hişk dikin. Heta ev munaqeşe digihîje merheleyek wisan ku ew kesên li wir hazir guhdar in, ji vê uslûba ew herdu bi kar tînin, aciz dibin û ev munaqeşeya wan tesîreke gelek negatîv li ser wan kesên li wir dike.

Piştre, cardin Seîd Elçî tê û ew û Dr. Şivan cardin hevûdu dibînin û li ser eynî meselê diaxivin. Lê ev car uslûba axavtinê ne wek a berê ye. Nermtir e. Yanî em dikarin bibêjin ku êdî rahmetîyê Seîd Elçî dighîje wê qeneetê ku nikare pêşî li xebatek û damezrandina partîyekê ya di bin serokatîya Dr. Şivan de bigre, ji ber vê, ev car bi hinek pêşnîyaran bi Dr. Şivan re rûdinê.

Min ji devê yek-du kesên wekî Reşo Zîlan û Soro yên ku şahidê wan axavtinên di navbêra Seîd Elçî û Dr. Şivan de derbas bûne, seh kirîye, dema ku rahmetîyê Seîd Elçî vê cara duduyan tê û Dr. Şivan dibîne, bi hinek pêşnîyaran tê. Ez ne bawerim ku hevalên wî hemî di vî warî de xwedîyê agahdarîyan in. Pêşniyarên Seîd Elçî ji Dr. Şivan ev in:

1) Gerek navê partîyê neyê guhertin. Yanî navê wê PDKT bimîne. Ji ber ku ev wesîyeta Rahmetîyê Faîq Bucax e. Wî ew wesîyet li min kirîye.

2) Divê sê kes ji me bibin endamê polîtik buruya partîya nû bê danîn. Ji me: Ez (Seîd Elçî), Omer Çetîn û Yusif Ekîncî, dê di politîk buroya vê partîyê de cih bigrin.

Belê, îhtimal e ku hinek pêşnîyar an şertên din jî hebin, lê yên girîng ku di bîra min de mane ev in.

Dr. Şivan, van pêşnîyarên Seîd Elçî hemî qebûl dike û dibêje, baş e ev ji bo me ne asteng in. Bi vî awayî ew li ser wan xalan ku min li jorê dan xwîyanîkirin, li hev dikin û bi awakî dilxweşî jî ji hevûdu vediqetin.

Bi rastî jî em dibînin, nav nayê guhertin, lê hîleyî şer`îye tê kirin û tenê gotina `Li` li ser navê partîyê tê zêde kirin. Bi gotineke din Dr. Şivan rêz û hurmet ji wesyeta rahmetîyê Faîq Bucax re nîşan dide.

Ji bo maddeya duduyan jî, Dr. Şivan ji zû de razî ye. Çunkî qasî ez dizanim, pêwendîyên Dr. Şivan hem bi Omer Çetîn hem jî bi Yusif Ekincî re hene. Ew kadirên di mejîyê Dr. Şivan de yên ji bo partîya dê bê damezirandin in”.[3]

Hinek aghdarîyên ku Zîya Acar yên li ser hevdîdina Dr. Şivan û Seîd Elçî ji sohbetên Reşo Zîlan neqil dike û dinivîse nerast in. Di vî warî de, agahdarîyên ku Reşo Zîlan dide û yên Ziya Acar dinivîse hevdû nagirin. Loma jî divê em li ser wan agahdarîyan rawestin da ku em bikaribin vê rewşê bêtir zelal bikin.

Li gor aghadarîyên Reşo Zîlan ku min li jor behs kir, gava Seîd Elçî ji Gilalayê vedigere xeberê dide hevalên Qumrîyê ku bê ew dixwazin careka din em hevdû bibînin. Di encama gotûbêjan de, hevalên li wê derê biryarê didin ku divê ew Seîd Elçî bibînin, pirsên hene bi hevdû re çareser bikin. Lê, li ser îsrara Dr. Şivan, ew dihere Zaxoyê û li wê derê Saîd Elçî dibîne.

Seîd Elçî, li ser nave PDKT û sê kesên ku divê di polit buroya partîya nû de cih bigre, du şert û pêşniyaran dihîne. Lê ev herdu pêşniyar ji alîyê Dr. Şivan ve nayê qebûl kirin. Bi kurtayî encamê hevdîtina Dr. Şivan û Seîd Elçî ne weke ku Ziya Avci dinivîse ku “Dr. Şivan van pêşnîyarên Seîd Elçî hemî qebûl dike û dibêje, baş e ev ji bo me ne asteng in. Bi vî awayî, ew li ser wan xalan ku min li jorê dan xwîyankirin, li hev dikin û bi awakî dilxweşî jî ji hevûdu vediqetin”. Berevajîyê wê, Dr. Şivan herdu pêşniyar û şertên Seîd Elçî jî qebûl nake û ji wî re dibêje ku ”gotinên te aha bi vê qondera min”. Mirovên ji herêma Behdînan be ya jî di nav Behdînîyan de jiya be baş dizanin ku ev gotin tê çi maneyê.[4]

10.8 Hinek encamên peywendî û hevdîtinên Dr. Şivan û Seîd Elçî

1) Di van hevdîtinên navbêna Dr. Şivan û Seîd Elçî û ji helwêstên Dr. Şivan diyar dibe ku armanca sereke ya Dr. Şivan, Seîd Elçî û PDKT weke referens bi kar bîne û derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Projeya Dr. Şivan ku di serê xwe de bi cîh kirîye; û soz û qewlên ku ji bo “avakirina partiyek nû, fireh û hevbeş” yê bi Seîd Elçî û hevalên KAKê re dabû, ji hevdû cihê dibin.

2) Piştî Dr. Şivan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û xwe bi Şoreşê û bi taybetî bi hinek berpirsiyarên PDKI û Şoreşê dide qebûl kirin; piştgirîyê ji wan distîne û şûna lingên xwe “saxlem” dike, ew dibe mirovekî din û gelekî tê guherandin. Di vî warî de, Reşo weha dibêje:

Dr. Şivan, ji ber doktor bû û li wê demê li herêma Bahdînan çi bigre doktor tunebûn, di demeke kurt de gelekî bi nav û deng bû. Him xelkê wê heremê û him jî gelek berpirsiyarên Şoreşê ji wî pir hez dikirin. Ev navdarî û hezkirin bi Dr. Şivan re jî guherandin çêkir û ew jî gelekî hate guherandin.“[5]

Dr. Şivan êdî dixwaze, di bin mutlaq serokatîya xwe de, rêxistinekê bi serê xwe ava bike. Ew soz û peymanên di navbêna xwe, Seîd Elçî û hevalên KAKê dide alîyekî û dest bi hazirîya avakirina partîya xwe dike. Heta ku partîya xwe PDK-T  li Ankarayê ava dike jî ew vê armanca xwe ji Reşo û Ronî vedişêre. Di vî warî de Selahattin Ali Arik weha dinivîse:

“ Piştî van herdu hevdîtinan, Dr. Şivan pirên di navbêna xwe û PDKT de ji hole radike û dest bi amedakrîya partîyek nû dike. Dr. Şivan ji hêlekê xebata rêxistinî ya li ser sînor geş dike, ji alîyê din jî dest bi xebata avakirina partiyek nû dike. Ji bo vê armancê, ew û hevalên xwe gelek caran derbasî Bakurê Kurdistanê dibin”.

Dîsa li gorî agahdarîyên Selahaddîn dinivîse; Dr. Şivan endamê PDKTyê Ronî ji derveyî  van xebat û gotûbêjên navxweyî dûr dihêle…[6]

3) Dr. Şivan, piştî bûyera guherandina debançeyan, Feqî Husên dixe nav lepên xwe û wî weke ”hespê trûvayê” di nav PDKT de bi kar tîne. Ew ji navê PDKT, Mele Mistefa Barzanî û tevgera Başûrê Kurdistanê jî îstifade dike û di nava bingehê PDKT de alîgir û sempatîzanên xwe çê dike. Di vê navbînê de Dr. Şivan pêwendiyên taybetî bi Çeko re datîne û wî li ser avakirina partiyek bi serê xwe îqna dike.  Lê Çeko vê yekê bi hevalên xwe yê KAKê, Reşo re û endamê PDKT Mele Ronî re par ve nake.

4) Sekreterê PDKT Seîd Elçî, piştî operasyona sala 1968an û deşîfrebûna Partîyê, hêvîyên wî yên ji bo berdewamkirina xebateke siyasî û rêxistinî bi berpirsiyarên heyî yên Partîyê gelekî jar û hejar dibe. Di dema hepsa Antalya`yê de ji hevalên xwe yên berpirsiyar re dibêje ku “ez ji vê derê derkevim û çar şivanan bibînim, ez dê bi wan şivanan re bixebitim, lê bi we re naxebitim”. Bê guman, di vê helwêsta Seîd Elçî de, rola pêwendîyên wî û Dr. Şivan gelekî mezin û bingehîn e.

Di dema mehkemeya Antalyayê de, Dr. Şivan pêwendîyan bi Seîd Elçî re datîne; li ser avakirina “partiyek nû, nûjen, fireh ya hevbeş” gotûbêjan dikin û li ser şandina hinek kesan ji bo “projeya Başûrê Kurdistanê” li hevdû dikin. Seîd Elçî bawerîya xwe gelekî bi Dr. Şivan û vê projeyê tîne.

Seîd Elçî, li ser daxwaza Dr. Şivan, demeke dirêj vê meseleyê bi hevalên xwe re parve nake û pêwendîyan tenê bi riya Feqî Husên dimeşîne. Ew rojek berî rojekê, dixwaze ji hepsê derkeve û ji bo biserketina vê projê hewl bide. Ji ber vê yekê jî piştî derketina ji hepsê, xebata PDKTyê çi bigre radiwestîne û hemû hêvîyên xwe bi vê projeyê ve girê dide. Ev dibe sedemê dilsarîya navbera wî û hevalên wî yên berpirsiyar yên Partîyê.

5) Cemidandinda xebata rêxistinî ya PDKT û dilsarîya navbêna Seîd Elçî û hevalên wî yên Komîteya Navendî ji bo Dr. Şivan jî dibe kês û firsendeke mezin ku di nav bingehê PDKT de endam, hogir û hevalbendên xwe xurt bike. Dr. Şivan, di vî warî de Feqî Husên jî bi kar tîne. Piştî Feqî Husên ”dikeve nav lepên Dr. Şivan û piştkulî dibe“, êdî ew dualî dixebite û pirê caran agahdarîyên nerast dide Seîd Elçî.

6) Li gor aghadarîyên Reşo Zîlan dide, “piştî wan hevdîtinên navbêna Dr. Şivan û Seîd Elçî, grûp li ser nivîsarên program, destûr û navê partîyê (Partiya Demokratî Kurdistan Li Tirkîyê) li hevdû dikin û biryar didin ku Dr. Şivan, Soro û Çeko herin Bakurê Kurdistanê, li wê derê hevalên Seîd Elçî bibînin, ew jî bikaribin Seîd Elçî îqna bikin, da ku bi hevdû re partiyeke nû ya hevbeş ava bikin. Tu biryareke grûpê tuneye ku ew bi serê xwe partîyeke nû ava abikin”.

Lê weha diyar dibe, ku gava Dr. Şivan, Soro û Çeko derbasî Bakurê Kurdistanê dibin, ew li gorî vê biryara grûpê tevnagerin û hevalên Seîd Elçî nabînin. Dr. Şivan projeya avakirina ”partiyeke nû ya fireh û hevbeş” ya bi Seîd Elçî, PDKT û KAKê re dide alîyekî û di bin sekreterî û kontrola xwe de “Partiya Demokratî Kurdisan Li Tirkiyê ” li Ankarayê ava dike.                                                                                                                                                  

Ez dê pêş de, li ser vê helwêsta Dr. Şivan ya perçekirina PDKT û KAKê, uslûb û awayên xebata wî ya di nav PDKTyê de bi hûrgilî rawestim.

10.9 Kongreya 8an ya PDKI û rewşa wê demê

Kongreya 8an ya PDK Iraqê di 1ê tîrmeha 1970 de li Navpirdanê hate çêkirin. Ev kongre, ji gelek waran de taybetî bû. Ev kongreya pêşî ya PDKI bû ku piştî Peymana 11ê Adarê û di bin mercên otonomî û bi awakî eşkere dihate civandin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt gelek partî, rêxistin û kesên naskirî weke mêvan beşdarî vê kongreyê bûn. Lê bê guman hinek partî jî nehatin dawet kirin û beşdarî vê kongreyê nebûn.

Yek ji wan partîyên ku beşdarî vê kongreyê nebûye PDKT ye; partîyek din ya ku nehatîye dawetkirin jî  PDKS ya di bin sekreterîya Hemîdê Hecî Derwêş de bû. Lê ”Partîya Çep ya Demokratî Kurdî li Sûriya” hatibû dawet kirin. Hemîdê Hecî Derwêş li ser rewşa wê demê, zext û guvaşa li ser partîya wan, hewldanên berpirsiyarên partîya wan ya ji bo xweşkirina pêwendîyên navbêna xwe û PDKI de agahdarîyên gelekî balkêş dide:

”Di tîrmeha vê salê de piştî îmzekirina beyana 11.3.1970ê, kongirê 8an yê Partî Dekokratî Kurdistanî Iraq hat li dar xistin. Gelek partî û rêxistinên Kurdî û yên din jî hatin xwestin beşdarî kongir bibe. Tenê partîya me nehate xwestin bo beşdarîya vî kongirî. Bi vî rengî û piştî demek dirêj ji dilsarîyê, Serokatîya Pariya Demokratî Kurdistanî helwêstên xwe li dijî Partîya me eşkere kir. Nexwestina wan ji me re bo beşdarbûna kongirê wan, ew bi xwe jî mîna birîneke kûr bû ji Partîya me re, alîkarîyek xurt bû ji alîyê din re.”

”Bê guman bandora vê pêla gelêrî ya xurt û kûr li ser hest û moralê hevalên me gelekî giran bû. Neçare ji ber vê pêlê em ketin berevanîyeke qels de. Lewma jimarek ji rêxistinên Partîya me doz li serokatîyê kirin ko çarakê bikin di vî warî de û didîtin, ko pêwîst e em şandakê bişînin Kurdistana Iraqê ji bo hewl bide beşdarî kongir bibe, meger bi çi buhayî be jî.”

Li ser vê daxwaz û pêşniyarê, PDKS şandakê ji berpirsiyar û sekreterê partîyê Hemîdê Hecî Derwêş, Cegerxwîn, Tahir Sifûk, Hemze Niwêran, Îbrahîm Sebrî, Mistefa Îsmayîl, Ebdurahman Husên Ebdurehmanê Mîro pêk dihnin. Teva ku ew nehatibû dawetkirin jî şande di despêka tîrmeha 1970yî de derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û berî kongreya 8an dest pê bike bi pênç rojan digihêjin Navpirdanê, cihê kongreyê. Ew şande ji serokatîya PDKI daxwaz dikin ku ew jî dixwazin beşdarî kongreyê bibin, lê ev daxwazan wan nayê qebûl kirin. Hemîdê Hecî Derwêş di vî warî de weha dibêje:

”Ji ber ku serkirdayetîya PDKI û di serê wan de Îdrîs Barzanî û Hebîb Kerîm, biryar dabûn ko êdî bi eşkere piştgirî û alîkarîya alîyê Çep bikin… Kongirê 8an dest pê kir û Selah Bedredîn û hevalên xwe lê beşdar bûn. Li derveyî dîwana kongir me çavrêyî di dawî hatina kongir dikir, ko em hevdîtinekê bi Barzanî re bixwazin… Piştî hewldanek dijwar, ko yekcaran digihişte astê bê rûmet kirinê jî me kanîbû Barzanî bibînin… Barzanî weke hercar, nermbûnek nîşan da bi alîyê me de, weke berê jî dida diyar kirinê ji mer e. Bersîva hinek gilî û gazinên me da û got: Ez qet agadar ne bûbûm bi hatina we, min ne gotîye ko ez naxwazim we bibînim… Eger tiştek bi vî rengî çêbûbe jî, ji xwe ne bi gotina min e û aga min jê tuneye. Bi her hal, yê me hîna jî em baştir dibînin ko hûn bibin yek, ji ber ko parçe bûn tu sûdê nade .”[7]

Piştî wê hevdîtina Hemîd û hevalên wî bi Mele Mistefa Barzanî re, ew çend civînên din jî bi Mele Mistefa û Mekteba Siyasî ya PDKI re çêdikin. Seleh Bedredîn û hevalên wî jî beşdarî hinek ji van civînan dibin û ew li ser yekitiya herdu alîyên Partiya Kurdên Sûriyeyê gotûbêjan dikin. Bi vî awayî ew pêvajoya ”Kongreya hevbeş ya herdu alîyan ya li Başûrê Kurdistanê” dest pê dike ku ev bi serê xwe mijara lêkolîneke taybetî ye.

Di derheqê Kongreya 8an de, pirseke din jî ew e ku gelo PDKT hatibû dawet kirin ya na. Min ev pirs ji damezrînerê PDKT Şakir Epozdemir pirsî. Wî got ku ”haya min ji dawetek weha çênebûye û ez ne bawer im ku PDKT ji bo kongreya 8an hatibe dawetkirin”. Em dizanin ku sekreterê PDKT Seîd Elçî di nîvê meha Gulana 1970yî de hatiye Başûrê Kurdistanê û li Gilalayê Mele Mistefa Barzanî ziyaret kirîye û xwestîye pêwendîyan di nav xwe û PDKI de daynin, wan xurt û geş bikin. Bê guman, em hûrgilîya vê hevdîtinê û axaftina nav wan nizanin. Loma jî em nizanin ku bê Mele Mistefa Barzanî ya jî berpirsiyarên PDKI, Seîd Elçî û PDKT dawetî kongreya 8an kirine ya na. Ji agahdarîyên hene em dizanin ku tu nûnerên PDKT beşdarî vê kongreyê nebûne. Lê em ji aghadarîyên Reşo Zîlan û Rewşnameya wî dizanin ku Reşo li ser navê grûpa li Başûrê Kurdistanê bûn (Dr. Şivan, Reşo, Soro, Çeko, Dr. Hişyar û Ronî) beşdarî kongreya 8an ya PDKI dibe.

Herweha em dizanin ku di dema damezrandina PDKT û piştî damezrandina Partîyê jî pêwendî û piştgirîya PDKS û sekreterê wê Hemîdê Hecî Derwêş bi sekreterê PDKT Seîd Elçî û berpirsiyarên Partîyê re xurt û geş in. Gelo roleke van pêwendîyên di nav herdu Partîyan de, di nebeşdarbûna PDKT ya Kongreya 8an de heye yan na? Lê, em vê gavê û bi van agahdarîyên ku di destên me de hene, vê yekê bi awayekî zelal nizanin.

10.10 Pirsa lijneyên li ser sînor û rewşname

Li gorî rojnivîsên Soro; Reşo di 2ê hezîrana 1970yî de ji bo beşdarî kongreya 8an ya PDKI bibe bi rê dikeve. Reşo dihere cem Nûman Îsa ji bo kaxeza ”ademtarûz”ê ji wî bistîne da ku bikaribe bi vê destûrê here Navpirdanê. Gava Reşo li baregehê Nûman Îsa ye, li ser behsa Mela Behcet pirsa komîteyên li ser sînor vedibe. Reşo û Nûman li ser vê pirsê xeber didin.

Gava Reşo ji kongreya PDKI vedigere, li ser vê hevdîtina xwe û Nûman Îsa, di 8ê tîrmeha 1970an de bi navê ”Rewşname, Bir-1” raporekê amade dike û pêşkêşî hevalên wê derê dike. Li gorî aghdarîyên Reşo, ev rapor wê weke du bir bihate amade kiri. Birê yekê, bi giranî li ser hevdîtina bi Nûman Îsa û rewşa ”Lijneyên li sînor” e û ya dudan jî wê li ser rewşa kongreya 8an ya PDKI bihata nivîsandin. Lê gava Dr. Şivan, Soro û Çeko ji bona hevdîtina bi hevalên Seîd Elçî û kesên din yên ku dikarin di nav vê projeya avakirina ”partiyeke nû û hevbeş” de cîh bigrin, derbasî Bakurê Kurdistanê dibin, ew ne li gor biryara grûpê tevdigerin û bi tena serê xwe ”Partîya Demokrata Kurdistan Li Tirkiya” (PDK-T) ava dikin. Reşo û Ronî li dîjî vê biryarê disekinin û beşdarî nav vê partîyê nabin. Li ser vê rewşê, Reşo êdî pêwîst nabîne ku birê dudan yê ”Rewşname”yê binivîse.

Piştî şerê cîhanê yê dudan, dewletên emperyal ji derveyî daxwaz û îradeya miletê Kurd, Kurdistan careke din dabeş kirin û bê ku rewşa civakî û mirovî bidin ber çavan, sînorên navbêna dewleta Tirkîye,  Iraq û Sûrîye`yê li ser nexşeyan tespît kirin. Di encamê vê dabeşkirinê de, gelek eşîr û malbatên kurdan ji hevûdu hatin veqetandin. Beşek ji wan eşîr û malbatan li vî alîyê ”sînorên resmî” û beşek ji wan jî li alîyê din man. Lê pêwendîyên navbêna wan eşîr, meriv û malbatan, teva hemû astengî û zahmetîyên ku dewletên Kurdistan di nav xwe de dabeş kiribûn derdixistin jî dom kirin. Ji xwe xelkê Kurd, ev sînor nas nedikir û weke nimûne ji ”sînorê” navbêna Bakur û Rojavayê Kurdistanê re îro jî dibêjin ”serxet” û ”binxet”.

Gava Şoreşa Başûrê Kurdistanê, di îlona 1961ê de dest pê dike, gelek eşîrên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînor, di warê civakî û bazirganîya navbêna herdu beşan de pêwendîyên xwe didomandin. Gelek ji van eşîran piştgirî û alîkarîya Şoreşê dikirin û ji wê re dibûn pişt û pal.

Ev girîngî û pêwîstiya alîkarîyan, eşîrên li ser sînor ya ji bo Şoreşa Başûrê Kurdistanê, di hevdîtina Mele Mistefa Barzanî û grûpê (Dr. Şivan, Soro, Çeko, Reşo û Ronî) ya 18.11.1969an de jî dibe dabaşa sohbetê. Di wê hevdîtinê de, Mele Mistefa balê dikşîne ser girîngîya pêwendiyên nav Şoreşê û dewleta Tirkîyeyê û weha dibêje:

1962an da ez li rexê Behdîna bûm. Hikûmata Turk ji me ra gellek baş bû… Em derbas bûn û me 23 kes ji wan li erdê Turkîyê de kuşt. Min ji kaymakamê Colemerîkê ra xeber şîyand ku em li dû van mirova hatine û alaka me bi tiştkî din nîne, lê em van mirovê din dixwazin. Wele Kaymakam û Cendirme Qûmendanî ev mirov teslîmî me kirin û alîkarîya me jî kirin. Gava alîkarî ku me xwest, wan ji bona vîya mirovkî ji me xwestin. Me mirovê xwe şîyand. Wan vî mirovê me ji Colemerîkê birin Dîyarbekir, ji wêrê jî birin Enqerê hetta Stanbolê û gotin ”eşîrê ku li sînor in bên alîkarîya we em navên tiştkî” wele hatin ardima me û bi pere jî gellek ardima me kir.Lê belê niha nizanim Eshet (Hoşevî) li wêrê bi Hikûmata Turkan çawanê? Gere niha Hikûmata Turk neyê êşandin û aciz nebe. Li vira M. Mustafa derheqê xîyanetê da çend gotin got. Xwestina wî ew bû ku gere mirov ji milletê xwe ra xîyanetê neke. Li ser vê yekê gellek sekinî û mîna ku li me şîreta bike. [8]

Ev kesê ku ji alîyê Şoreşê ve çûye Tirkîyeyê Mele Hemdî ye û ew di ”Parastinê” de dixebitî. Li gorî agahdarîyên Reşo Zîlan ku ji Mele Hemdî gudarî kiriye; karbidestên dewleta Tirkîyeyê Mele Hemdî ji Colemergê digrin û dibin Wanê. Li Wanê Mele Hemdî bi berpirsiyarekî MITê ku bi eslê xwe kurd û kurdî dizane rûdinê. Piştî wê, ew Mele Hemdî dişînin Diyarbekirê û li wê derê jî bi berpirsiyarekî MITê re rûdine ku ew jî bi kurdî dizane. Ji Diyarbekirê jî ew Mele Hemdî dişînin Ankara û Stenbolê. Mele Hemdî ji wan re dibêje ku ”Şoreşa kurdên Iraqê tu eleqeya wê bi Tirkîye û kurdên li Tirkiyeyê re tuneye û pirsa wan tenê bi dewleta Iraqê re ye. Ew bi tu awayî têkîlî nav Tirkiyê û kurdên nav Tirkîyeyê nabin. Car caran gava hêzên dewleta Iraqê êrîşî ser pêşmergeyan û herêmên nêzîkî sînorê Tirkîyeyê dikin, guleyên topên wan li alîyê we jî dikivin ku tu eleqeyek me pê tuneye. Em bi tu awayî naxwazin zerarekê bidin dewleta Tirkîyeyê. Herwaha carna em mecbûr dibin ku xwarin û pêwîstiyên jiyanê ji alîyê Tirkîyeyê temîn bikin. Di vî warî de em dixwazin hûn astengîya ji me û wan eşîrên li ser sînor ku alîkarîya me dikin dernexînin. Karbidestên dewletê jî weke ku di axaftina Mele Mistefa Barzanî de jî derbas dibe, dibêjin ku eşîrên li ser sînor bên alîkarîya we, em ê tiştekî ji wan re nebêjin”.[9]

Di sala 1963an de, dewleta Iraqê bi hêzek gelek giran ya leşkerî, balafirên şer û çekên giran êrîşî ser herêma Behdînan dike. Di vî şerî de, li gel hêzên dewleta Iraqê, dewleta Surîyê û cahş jî cih digrin. Di vê êrîşê de çiyayê Metîna ku di warê stratejîk de gelekî girîng e, tê dagîr kirin. Şoreşa Başûrê Kurdistanê li vê herêmê dikeve rewşeke gelekî dijwar û gotin di cih de be, tê rewşek heman û nemanê. Bi taybetî, di destpêkê de hêzên dewletê û cahş gelek gundên herêmê dişewîtînin û wêran dikin. Li herêmê metirsîyeke mezin dest pê dike.

Mele Mistefa Barzanî li ser vê rewşê fermanê dide serleşkerê giştî yê herêma Behdînan Eshad Xoşevî û serleşkerên din da ku berxwedaneke canbêzarî bidin. Tê gotin ku di vî fermanê de Mele Mistefa Barzanî ji Mam Eshed re dinivîse ku ”ya serê te ya Behdînan”. Lê li hemberî hêzek weha giran û dijwar, hêza Şoreşê têrê nake ku bikaribe vê êrîşê rawestîne. Li ser vê yekê berpirsiyarên Şoreşê xeberê dide hinek eşîrên li ser sînor yên Bakurê Kurdistanê da ku di hewara Şoreşê de werin. Li ser vê daxwazê, hêzên çekdar yên eşîrên Goyî, Gulî, Qeşûrî, Pinyanîşî, Jîrkan û hinek êl û eşîrên din yên li ser sînor diherin hewara Şoreşa Başûrê Kurdistanê.  Di serpereştîya Îsê Siwar de, hêzên pêşmergeyan bi alîkarîya hêzên van eşîran erîşeke berfireh dibin ser hêzên dewleta Iraqê û hevkarên wan. Di encama şer û berxwedaneke gelekî dijwar de artêşa rejîma Iraqê dişkînin, çiyayê Metîna paş de vedigrin û biserketineke gelekî girîng bi dest dixin.[10]

Gava berpirsiyarên PDKI û Şoreşa Başûrê Kurdistanê pêwîstîya piştgirîyeke weha dibînin; di sala 1963an de li Bakurê Kurdistanê û li ser sînorê navbêna Bakur û Başûrê Kurdistanê ”Lijneyên li ser sînor” ava dikin. Lijneyên li ser sînor rasterast bi Liqê yekê yê PDKI têne girêdan. Di hinek çavkanîyan de, ev lijne weke ”Buroya Pêwendîyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê” tê bi nav kirin.[11] Armanca van lijne û komîteyan ew bû ku gava Şoreş têkeve tengasîyê, ew di hewara Şoreşa Başûrê Kurdistanê de herin; alîkarî û piştgiriya pratîk û lojîstîk ya Şoreşê bikin û herweha ewlekarîya ser sînor biparêzin. Yek ji armanca van lijneyan jî ew bû ku eger rojekê hêzên dewleta Tirkîyeyê êrîşê bînin ser Şoreşê, hêzên wan eşîrên ku bi van lijneyan ve girîdayî ne, li gor hêz û quweta xwe li hemberî wê êrîşê rawestin.

Pirsa lijneyên li ser sînor, pirseke piralî ye û loma jî gelek caran bûye mijarên gotûbêjên nav partîyên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Herweha ev pirs di navbêna PDKI, Dr. Şivan û PDKTyê jî dibe sedemên pirsgirêkan. Ev lijneyên li ser sînor, ne tenê ji bo alîkarî û piştgiriya Şoreşa Başûrê Kurdistanê girîng bûn, herweha ew ji bo bazirganîya li ser sînor û perçeyên din yên Kurdistanê jî xwedî roleke taybetî bûn. Loma jî ew komîte dem bi dem dibûn sedemên hinek pirsgirêk, nexweşî û berberîyên nav partî, eşîr û hinek berpirsîyarên Şoreşê. Ziya Avcî, di derheqê komîteyên li ser sînor weha dibêje:

“Belê em bên li ser mesela komîteyên li ser sînor û ew rêxistinên bêyom û bela yên serê rêxistinên hersê perçeyên din ên Kurdistanê. Bûn sebebên pevçûn, kuştin û perçebûna rêxistin û partîyan… Ew komîte, ji sînorê Şemizdînan bigir heta bê bighêje hinek qezayên girêdayî bajarê Mêrdînê yên wekî Nisêbînê û Qoserê, fîîlî bi PDKI ve girêdayî bûn. Ji kes û rêxistinên Kurdistana Tirkîyeyê zêdetir, guhê xwe didan karbidestên PDKI û li gor dîrektîv û biryarên wan hereket dikirin”.

Ziya Avcî, li ser sedemê bandora PDKI ya li ser partiyên perçeyên din yên Kurdistanê û bi taybetî bandora wê ya li ser sînoran radiweste û li ser sedemên wê yên aborî, sisyasî û civakî disekine:

Sebebê aborî: Tîcareta xelkê li ser sînor, ji firotina pez û dewaran bigir, heta bê bighêje maddeyên esasî yên xwarin û lixwekirinê, ji firotina titûnê heta hirî, rûn, penîr û hemî berhemên bi destê wan diketin, bi başûrê Kurdistanê re bû. Wexta vî karî, bi riya kesên ji başûrê Kurdistanê re dikirin, hewceyê nasan bûn. Qanûnek a ku ji bo vê tîcaretê hatibû danîn tunebû.Yên herî xwedî desthilat û yên bikarîbûna hinek mafên wan bi rehetî biparastina, karbidestên PDKI bûn. Hinek caran astengên nedana heqê van eşyayên wan ên me li jorê rêz kirin, derdiketin. Ew asteng tenê bi rîya karbidestên PDKI yên li ser sînor bûn dihatin helkirin. Ew egerên bi kurtî jî be min li jorê rêzkirin, dibûn sebeb ku hinek kesên ji Kurdistana bakur ên li navçeyên li ser sînor, tu pêwendîya wan bi xebata sîyasî û welatparêzîyê ve jî tunebûn, lê dixwestin ji vê rewşê îstîfade bikin. Yanî wê ji xwe re wekî rantekê bi kar bînin. Yanî, bi gotinek din, ranta maddî tê de hebû”.

Sebebên Civakî: cardin em dizanin ku di dema parvekirina Kurdistanê bi ser dewletên cihê ve, tu wextê rewşa civakî ya civata Kurdistanê li ber çav nehatibû girtin. Li herçar perçeyan jî gelek eşîret û malbat hebûn, bûbûn du-sê perçe. Hinek li vî milî û hinek jî li milê din mabûn. Lê ev perçebûna han tu wextê nekarîbû peywendîyên wan eşîr an aîleyan ji hevûdu qut bike… Di warê milê siyasî de jî hakîmyet û desthilata sîyasî ya başûrê Kurdistanê, bi taybetî raste rast tesîrê li navçeyên perçeyên din ên li ser sînor dikirin…”[12]

Piştî vê agahdarîya kurt ya li ser rewşa sînor û ”lijneyên li ser sînor” ez dixwazim werim ser pirsgirêka van lijneyan yên navbêna Dr. Şivan û PDKT de. Di destpêkê de, ew lijneyên li ser sînor, bi destê PDKI û bi însîyatîfa wan hatiye ava kirin. Lê piştî demekê ew lijneyên li ser sînor ji alîyê PDKI ve hatine cemidandin. Ji berpirsiyarên van lijneyan re tê gotin ku ”heta biryarek nû ya Şoreşê, divê hûn li mala xwe rûnin”. Piştî damezrandina PDKT, hinek ji endamên van lijneyan di nav refên PDKT de cih girtin û herweha li gor rewşê, di warê lojîstîk de alîkarî û piştgirîya Şoreşê jî dikin. Alîkarî û piştgirîya şoreşa Başûrê Kurdistanê, ji bo welatparêz û partîyên perçeyên din yên Kurdistanê, weke wezîfeya bingehîn ya neteweyî dihate dîtin û ji bo serketina Şoreşê çi ji destên wan dihatin texsîr nedikirin.

Gava Dr. Şivan û hevalên grûpê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, di gel alîkarîya şoreşa Başûrê Kurdistanê, ji bo projeya avakirina partiyeke hevbeş jî xebat û hazirîyên xwe dimeşandin. Bê guman, Dr. Şivan jî girîngîya rêxistinîya li ser sînor weke xaleke stratejîk didît û ji ber vê yekê, ji destpêkê de girîngiyeke taybetî dide xebata li ser navçeyên sînor ku di wê demê de êdî bêtir di bin tesîra PDKT de bû. Lê ev nayê wê maneyê ku tîn û tesîra PDKI û bi taybetî ya Mele Mistefa Barzanî li ser van navçeyan ne xurt bû; berevajîyê wê, xelkên welatparêz yên Bakurê Kurdistanê jî Mele Mustafa Barzanî, weke serokê millî yê tevaya Kurdistanê didît û şoreşa Başûrê Kurdistanê jî weke şoreşa xwe qebûl dikir.

Li ser rewşa lijneyên li ser sînor ya wê demê, aghadarîyên Reşo Zîlan yê di rapora xwe ya bi navê ”Rewşname, Bir 1” de balkêş e. Weke min li jor jî behs kir; Reşo ji bo beşdarî Kongreya 8an bibe, di ser Bamernîyê re dihere Dihokê. Li wê derê, dihere baregeha PDKI cem Nûman Îsa. Nûman Îsa, berpirsiyarê siyasî yê Liqa yekê ye. Mam Eshed Xoşevî ji Nûman re nameyek nivîsandîye ku ew ji bo çûna Reşo ya Gilalayê, alîkarîya wî bike. Reşo, li baregeha partîyê Mele Behcet dibîne. Mele Behcet, yek ji berpirsiyarên wan lijneyên li ser sînor bû. Lê ew ji rewşa ”cemidandina lijneyên li ser sînor” gazinan dike û weha diyar dibe ku li ser vê mijarê bi Dr. Şivan re jî peyivîye. Reşo, li ser çavlêketina Mele Behcet û hevdîtina xwe ya bi Nûman Îsa re, di rapora xwe ya bi sernivîsa Rewşnameyê de weha dinivîse:

”Derbend 8-Tîrmeh-70
Rewşname, Bir -1-
Babet: Dan û Stendinên min, ê Di Gel Karbidestê Şoriş Ta Gilala
………

”Berbangê ez rêketim û gihaştime Duhok û min xwe avête baregeha partîyê. Li ber derî çavên min li Mele Behcet ket. Min silav dayê û me destê hevdû givaşt. Ji min re got: ”Wey tu bi xêr hatî, rastî min jî hinde dixwest ku ez hevalekî ji Kurdistana Bakur bibînim û kulê xwe jê re bibêjim.
Min jê re got: Em paşê bipeyivin, Min ew wilo hişt û ez ketme moxa Kek Neoman… Ez ku dîtim, pêşîyê ez nas nekirim, lê dumahîkê ez nas kirim û xêrhatinek li min kir…

Ez derbasî dabeşa duyem bûm.

”Kek em dixwazin, ku hûn vî tiştî de, ê ku ji destê we bê, hûn bikin. Ew jî ew e. Ew kesên ku lûjna dorhêla sînor tên, ger hûn gelekî bawerî pê dikin, me jo wan re salix bidin û bibêjin; herin di cihê xwe de danişin, ger tiştekî biqewime ”Li wan kesan” bigerin û navbera xwe bi wan re saz bikin. An jî ger hûn pêwîst bibînin bêjin ku, biçe ” Bêvan” derê û ”Bêwan kes”î bibîne. Lê bi wî mercî ku, hevalên me jî, awakî Kek Es`at ji we re nivîsîye, agadar bikin. Her weha Serok jî, ji bo mayîna me a li Kurdistan, rê daye. Li Mektep Sîyasî jî tenê Dr. Mahmud pê agadar e. Em dixwazin eva jî li nik we bimîne.”

Xêlekî sekinî û got: ”Tu Zinar nas dikî?” Min jî got; ”Eva navekî veşartî ye, navê wî ê dayik çî ye?” Got; ”Seît Elçî ye. Tu nas dikî?” Min jî got; ”Belê nas dikim. Em ne hizbî ne lê ev hevala ji mêjve dostê me ye. Di navbêna me de tenê girêdanekî dostperwerî heye.” Neoman pêve çû û got; ”Tu pêwendîyeka min tunne di gel wan. Lê dîsa min ji M.S (Mektep Sîyasî) fermanek hildaye. Ew lijne ê ku derhêla sînor, ê bi Hizba Seît ve bên girêdan”

Piştra min got; ”Bi a we, ev kiryarekî di cihê xwe de ye an na. Bi a me ev, gelekî pive ye ji bo tevgera Kurdistan a Bakur. Ji ber ku me rewşa wan, çend cara cenabê we re jî got. Ji bilî Kurdistan a Bakur zêdetir zîyan dighêje Kurdistan a Otonom.”

Neoman got; ”Ji bo çi zîyan digihêje me?”

”Ez gorî, di vê hizbê de tu rûçikî Hizib nema ye ku em hûr û kûr li ser tiştên wî bipeyîvin. Ev hizib, Hizbeka nîv-vekirî ye û her wiha ji bo partî û sîyasî ên Tirka û ji bo şandên dixwazin bêne helbijartinê re jî, lîztok û banzdanokek e. Ji xencî van giş tiştan, ev biryara li dorhêlê sînor de, ê gelek alozî peyda bike. Tirk di rojê de ji vê girêdanê agadar dibe û wan Lijnan jî hildide bin destê xwe û wan Lijnan dispêrin polîsên Tirk. Nizanim hêşta çi û çi !…”

Neoman piştî ku vê axaftin a ku min bi kurtî hildaye jor hinekî rawesta û dîsan dest pêkir; ”Ev biryara min nedaye. M.S. daye. Ez girêdayî M.S. me. Ez neçarim, ku biryarên M.S. cî bi cî bikim. Ez ê wan biraderana pê agadar bikim. Îdî ew dizanin. Ji bilî van jî, divê em xebatê ranewestînin. Di dirêjîya xebatê de, ê girtin jî û ê kuştin jî hebe….

Lê hevdû dîtina Kek Seît û Neoman, tenê divê kek Yasîn bizanibe. Mirov dikare vî tiştî lêbikole û rastîyê derxe.

Neoman ku çû, Kek Ferset û M. Behcet hatin jor. Piştî xwarinê em derketin gera şevê. Dûmahî, Ferset em hêlan tenê çû mala xwe.

Mela Behcet, piştî gilî û gazinekî dûr-dirêj, ku derbarey Neoman de bû, dest peyvînê kir. Gotinên wî bi kurtî ev ên jêrê bûn.

”Ez li van deran perîşan û poşman bûme. Dixwazim şol bikim. Ji bo şol jî, min pirs daye we. Lê we jî eva çend meh e jî min re tu bersivek rênekir. Her wekî Kek Şivan jî ji min re gotî bû; ”Em ê ji bo xebatê ji jor rê bistînin.”

Ka çi bû? Rê nedane we? Ger rê dabin, bidine ber xatirê Xwedê, çi dibe min ji vî derdî xelas bikin. Bes e êdî, ev kêma ku di dilê min de kom bûye. Çi dibe bira, ez jî birayekî we me. Ji bo çi hûn min qebûl nakin!…”

Min jî jê re bi kurtî ev gotinên jêrê gotin; ”Kekê tu, birayekî me ê dilsoz û leheng î. Em Tu cara birayekî wekî te ramangir, ji bîra xwe navêjin. Tu bîhna xwe teng meke û fireh bike.Ta ji destê te tê  raweste. Paşê dabeşa ”rê standinê” jî ez jê ne agadar im. Xebat tu caran nasekine û hertim domdar e. Rawestandina xebat ne di destê te û ne a min û ne jî a me de ye. Xebat, ji xwe heye. Rawestandina te a vir jî xebatek e!…

2-Tîrmeh -1970, Dûmahîk heye…”[13]

11) Çûna Dr. Şivan, Çeko û Soro ya Tirkîye`yê û damezrandina KDP-T

Di destpêka hezîrana 1970yî de, grûp biryar dide ku Dr. Şivan, Soro û Çeko derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, nivîsarên program, destûr û awayên xebata rêxistinî û têkoşînê bi xwe re bibin, da ku li wê derê wextê, bi haziriya van mijaran zêde nekujin. Herweha ew li ser navê ku partiya hevbeş ya ku bihê damezrandin berê li hevdû kiribûn ku ew jî ”Partîya Demokratî Kurdistan Li Tirkîye” bû.

Biryarê grûpê (Dr.Şivan, Soro, Çeko, Reşo, Ronî û Dr. Hişyar) ew bû ku ev hersê heval, li Bakurê Kurdistanê hevalên Seîd Elçî bibînin, li ser van meseleyan bipeyivin. Ji bona ku ew jî bikaribin Seîd Elçî îqna bikin û di nav vê xebatê de cih bigirin. Herweha, dê wan pêwendî bi kesên ku berê têkilîyên Doktor bi wan re hebûn û xwe nêzîkî vê projeyê didîtin jî danîna. Piştî wê, wê bi hevûdu re civîneke hevbeş amade bikirna. Di vê derheqê de Reşo weha dibêje:

”Me hevalên grûpê biryar da ku 3 heval (Dr. Şivan, Soro û Çeko) derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Ew herin hevalên Seîd Elçî bibînin, li ser pêşniyara nav, nivîsarên program, destûr û awayên xebatê bi wan re bipeyivin. Herweha ew jî bi Seîd Elçî re bipeyivin û wî îqna bikin ku ew jî di nav vê xebatê de cih bigre û em bi hevdû re û bi awakî hevbeş partîyeke nû ava bikin.

Em hevalên grûpê di wê bawerîyê de bûn ku ew herdu şertên Seîd Elçî di hevdîtina xwe ya bi Dr. Şivan li Zaxoyê anîbû, ne pirsgirêkên ku neyên çareser kirin. Ji ber ku biryar û pêşniyara me ya ji bo navê partîya nû ”Partî Demokratî Kurdistan Li Tirkîyeyê” bû. Di vî navî de tenê gotina (Li) li ser navê Partiyê hatiye zêdekirin ku çi bigre nav weke xwe dimîne. Loma jî em di wê bawerîyê de bûn ku Seîd Elçî jî wê vî navî qebûl bike. Pirsa din ya endamên Mekteba Siyasî jî ne pirseke ku em dikaribin li ser nebipeyin û çareser nekin.

Ez dixwazim dubare û bi awakî pir zelal bibêjim ku bi tu awayî biryareke me tunebû ku em bê hevalên Seîd Elçî û bi serê xwe partiyekê ava bikin… [14]

Di wê demê de PDKI jî amadekarîya kongreya xwe ya 8an dike. Hevalê li wê derê biryar didin ku Reşo li ser navên wan beşdarî kongreyê bibe. Ew diherin cem Mam Eshed Xoşevî, da ku pirsa çûna hevalên ku wê herin Bakurê Kurdistanê û beşdarîya Reşo ya ji bo kongreya 8an ji wî re bibêjin. Mam Eshed nameyekê ji Nûman Îsa re amade dike û dide Reşo, da ku ew ji bona çûna wî ya Gilalayê alîkarîyê bike. Herweha nameyekê jî ji bona çûna Dr. Şivan, Soro û Çeko amade dike û çend pêşmergeyan jî dide wan ku alîkarîya wan, ya heta ji sînor derbas bibin, bikin. Li gorî Reşo Zîlan dibêje; ”ew agehdarîyên di hinek kitêb û nivîsan de hatiye nivîsandin ku Dr. Şivan bê haya PDKI derbasî Bakurê Kurdistanê bûye û partiya xwe ava kiriyê ne rast in”.

Di 2yê hezîrana 1970yî de Reşo ji bo here Gilalayê bi rê dikeve. Piştî wê bi çend rojan jî Dr. Şivan, Soro û Çeko derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Soro, di rojnivîsên xwe de dinivîse ku ew û Çeko di 6ê hezîrana 1970yî de ber bi Tirkîye`yê ve bi rê ketine, lê behs nake ku Dr. Şivan jî bi wan re derbasî Tirkîye`yê bûye. Soro di rojnivîsên xwe dinivîse ku Dr.Şivan di 22 Hezîranê gihaştiye Ankara`yê.[15]

Gava Dr. Şivan, Soro û Çeko derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkîye`yê dibin, li gorî biryara Grûpa Başûr tevnagerin. Ew hevalên Seîd Elçî nabînin ku ew bi hevûdu re partiyeke hevbeş ava bikin. Dr. Şivan însîyatîfê dixe destê xwe û dev ji ”projeya avakirina partiyeke hevbeş û fireh ya bi Seîd Elçî, PDKT û KAKê” berdide. Ew dixwaze di bin serokatî û kontrola xwe de partîyekê ava bike. Ji bo vê armancê jî ew bi hinek kesên ku ew dixwaze re, pêwendîyan datîne û bi hinek kesan re jî hevdîtin û civînan pêk dihîne. Yek ji wan kesên ku Dr. Şivan pêwendî pê re danîye, Osman Aydin e.

Li gorî aghadarîyên Osman Aydin dide; ew û Dr. Şivan li parkeke Ankarayê ya Gazî Osman Paşayê dicivin. Li ser avakirina partîyê û endamên Komîteya Navendî (KN) û damezrîner dipeyivin. Di wê lîsteya Doktor de navê Hesen Yikilmiş (Brûsk), Huseyîn Saltuk û Kemal Bîngollu jî hene. Osman dibêje, ew Hesen Yilkilmiş û Huseyîn Saltuk nas nake. Osman Aydin ne li dijî kesên din e ku bibin endamê KN, lê ew li dijî endametîya Kemal Bingollu derdikeve û dibêje ku ”di dema xwendina unîversîteyê de ew serokê ”Komîteya Îşxal û Boykotê” bû û ji ber vê çalakîye hatibû girtin. Di dema ku di hepsê de bû, hevpeyvînekê bi rojnameya ”Yenî” re çê dike û ev hevpeyvîna bi navê ”Bîranînên Zîndanê” weke rêzenivîsekê tê weşandin. Di vê hevpeyvînê de ew vê bûyerê teva navên kesan dibêje û ji ber vê hevpeyvînê gelek kes dikevin bin taqîbat û lêpirsînê. Ji ber vê yekê, weke endamekî damezrîner û KN ji bo partîyeke îlegal Kemal Bingollu ne munasib e.”[16]

Dr. Şivan Kemal Bîngollu ji berê de nas dikir û ew wî yek ji wan kesên ku di nav projeya avakirina partîyeke hevbeş dihesiband. Ew li ber dilê Doktor ezîz e. Kemal, ji wan pereyên ku ji roportaja rojnameya ”Yeni”yê girtine, wan herdu debançeyên ku teslîmî Feqî Husên hatibûn kirin, dikire. Lê gava Osman Aydin li dijî endametîya wî ya damezrîner derdikeve û dibêje ku ”ew hebe, ez tune me”. Li ser vê helwêsta Osman Aydin, Dr. Şivan wî ji nav lîsteya endamên damezrîner derdixîne.

  1. Civîna Ankarayê û damezrandina PDK-T

Di encama wan hewildan û hevdîtinên yekalî yên Dr. Şivan de, bê ku ew pêwendîyan bi hevalên Seîd Elçî û hevalên berê yên KAKê re deyne û bi avakî hevbeş amadekarîya kongreyê bikin, ew di 28-29ê hezîrana 1970yî de civîneke bi beşdarîya 12 kesan li dar dixîne. Di vê civînê de, ne Seîd Elçî û hevalên wî yên PDKT û ji derveyî Çeko ne jî hevalên din yên ji KAKê beşdar dibin. Ev civîn weke kongreya yekem ya PDK-T tê qebûl kirin û di vê civînê de di bin sekreterîya Dr. Şivan de ”Parta Demokrata Kurdistan Li Tirkîye”(PDK-T) tê avakirin.[17]

Li ser beşdarîya kesên vê civînê û beşdarîya Dr. Faik Savaş de hinek agahdarîyên cihê hene. Li gorî agahdarîyên Osman Aydin dide; Dr. Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan), Nazmî Balkaş (Soro), Hikmet Buluttekîn (Çeko), Dr. Faik Savaş (Dr. Hişyar), Musa Anter, Mehmed Emîn Bozarslan, Ziya Acar, Ebdulkerîm Ceyhan (Zendo), Yilmaz Çamlibel, Remzî Kartal (Sîpan), Huseyîn Saltuk û Osman Aydin beşdarî vê civînê bûne. Dr. Şivan hemşerîyê xwe Xidir Kurum jî bi xwe re dihîne civînê, lê ji bo ku Doktor ji kesên ku wê beşdarî civînê bibûna negotîye ku wê Xidir Kurum jî beşdar bibe, beşdarên civînê li dijî beşdarîya Xidir Kurum derdikevin û wî ji civînê derdixin. Xidir Kurum derdixînîn ser banê xênî û ew çavderîyê dike.[18]

Lê li gorî agahdarîyên Reşo Zilan dide, Dr. Faik Savaş (Dr. Hişyar) di wê demê de li Başûrê Kurdistanê bû û beşdarî civîna Ankarayê nebûye. Soro di rojnivîsên xwe de, bi hûrgilî li ser tarîxên çûn û hatinên Dr. Şivan, Çeko, xwe û hevalên din yên navbêna Başûr û Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê radiweste. Lê di rojnivîsên Soro de jî nehatiye nivîsandin ku di wê dema civîna Ankarayê çêbûye Dr. Hişyar derbasî Tirkîyeyê bûye. Soro di rojnivîsên xwe de dinivîse ku di 6ê hezîrana 1970yî de ew û Çeko derbasî Tirkîyeyê dibin, di 22ê hezîranê de Dr. Şivan tê Ankarayê, di 27ê hezîranê ew tê Ankarayê, di 27ê hezîranê de PDK-T tê avakirin, di 29ê hezîranê ew ji Ankarayê bi rê dikeve, di 4ê tîrmehê de ew dighêje Zaxoyê; di 11ê tîrmehê jî Çeko dighêje Qumrîyê û ji serê wê mehê pê ve miqerê wan êdî li Qumrîyê ye. Di 3ê îlona 1970yî de Dr. Şivan ji Tirkîyeyê vedigere. Di 11 îlonê de ji bo nakokîya di nav Dr. Şivan û Dr. Hişyar de, ew hatine Zaxoyê. Di 1.10.1970yî de Soro û Dr. Hişyar ji bo vê nakokîyê diherin Tirkîye`yê…[19]

Li gorî agahdarîyên Xidir Kurum ku yek ji beşdarên civîna Ankarayê û endamê damezrîner yê PDK-T bû jî Dr. Hişyar beşdarî civînê nebûbû, lê ew weke endamê damezrîner û KN hatibû hilbijartin.[20]

12.1 Endamên Damezrîner yên PDK-T

Li ser endamên damezrîner yên PDK-T de jî hinek agahdarîyên cihê hene. Li gorî aghdarîyên Osman Aydin dide, endamên damezrîner yên di civîna Ankara`yê de ku weke kongreya yekem ya PDK-T hatiye qebûl kirin, 14 kes in. Ji wan Hesen Yikilmiş (Brûsk), di wî wextî de li eskerîyê ye û beşdarî civînê nebûye. Piraniya beşdarên civînê wî nas nakin. Lê Brûsk, li ser pêşniyar û kefîltîya Dr. Şivan weke endamê damezrîner tê qebûl kirin. Dr. Şivan, hemşehrîyê xwe Xidir Kurum jî anîye civînê û xwestîye beşdarî civînê bibe. Lê ji bo ku beşdarên civînê berê li ser wî nepeyivîne û wî nas nakin, ew li dijî beşdarîya wî radiwestin. Li ser vê yekê, Dr. Şivan neçar dimîne ku wî ji civînê derxîne. Lê weha diyar dibe ku Dr. Şivan li ser endametîya wî ya demezrîner û KN bi îsrar e. Di encamê de, Hesen Yikilmiş û Xidir Kurum jî weke endamên damezrîner û KN têne qebûl kirin. Li gorî van aghadarîyan; ew kesên ku weke endamên damezrîner û KN hatine hilbijartin ev in:

  • Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan)
  • Nazmî Balkaş (Soro)
  • Hikmet Buluttekîn (Çeko)
  • Hesen Yikilmiş (Brûsk)
  • Faîk savaş (Dr. Hişyar)
  • Ebdulkerîm Ceyhan (Zendo)
  • Musa Anter
  • Mehmed Emîn Bozarslan
  • Huseyîn Saltuk
  • Ziya Acar
  • Remzî Kartal
  • Yilmaz Çamlibel
  • Osman Aydin
  • Xidir Kurum

Di warê endamên Mekteba Siyasî ya jî Polît Buroya PDK-T jî Osman Aydin weha dibêje: ”Bi qasî ku tê bîra min, endamên Polit Buroya PDK-T ji van kesan pêk hatibû:
1- Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan)
2- Hikmet Bulttekin (Çeko)
3- Musa Anter
4- Huseyîn Saltuk
5- Ziya Acar.”[21]

Lê li gor îfadeya Dr. Şivan û Çeko ku piştî bûyera Seîd Elçî bi awakî nivîskî dabûn Eshed Xoşevî , ew dibêjin ku Komîteya Navendî ji 17 kesan pêk hatîye. Dr. Şivan û Çeko li ser damezrandin û endamên Komîteya Navendî ya PDK-T weha dibêjin:

”Piştî 11ê Adarê jî, dîsa bi dilsozî em çûn ba Serok û MS. PDK û ji wan re got ku, em dixwazin ji bona Kurdistana Bakur jî xebata siyasî bikin.

Piştî razîbûna Serok û MS, me dîsa bi dilûcan û bi dilsozî dest avêt xebatê û PDK-T bi vî awayî di 28ê Hezirana 1970 de û bi îştiraka 17 hevalên endamên Q. Merkezî saz bû. Niha jî program û nîzamnameya navxwe ya partî, raporta şiklê xebatê ya partî û raporta stratejîya partî û dîtina teorî li ba MS. PDK mewcûd in.

Bi heta îro, me tim û tim di gel Eshed Xoşevî, MS û Serok dan û standin kir û di derheqa xebata xwe de jî malûmat daye wan.”[22] 

Ji agahdarîyên ku heta niha li ber destan hene, ez di derheqê van sê endamên Komîta Merkezî de tiştekî zelal nizanim. Lê ez ji agahdarîyên Osman Aydin dizanim ku Emer Çetîn, di civîna sêyem ya Komîteya Navendî de, ji alîyê Osman Aydin ve weke endamê Komîteya Navendî hatiye pêşniyar kirin, endametîya wî hatîye qebûl kirin û ew beşdarî civîna komîteya navendî ya sêyem bûye.[23]

Emer Çetîn jî gava behsa hatina Ahmed Aras ya miqerê Dişêşê dike, di derheqê wî de weha dibêje:

”Gava em li Bamernê bûn, du hevalên ku li Tirkîyeyê li wan dihatin gerandin, xwe gihandibûn miqerê Dişêşê. Ew ne endamê partîya me bûn. Lê ji bo ku xwe li me girtibûn, me bi kêfxweşî alîkarîya wan kir. A.A (Ahmed Aras ZS) berê bûbû endamê Komîteya Navendî ya partîya me. Lê bi dû re, wî diyar kir ku bawerîya wî bi xebata partîyê û îllegal nemaye, pirsa kurdî tenê dikare di nav partîyek sosyalîst ya tirk de çareser bibe û ji partîyê veqetîya. Ev kes, dûre di nav refên Partîya Karker ya Tirkîyeyê TIPê de cîh girt.”[24]

Li gorî wan agahdarîyan, dibe ku du kesên ji wan 17 kesên endamê Komîteya Navendî yek jê Emer Çetîn û yek jî Ahmed Aras be. Herweha dikare Dr. Şivan kesekî din jî girtibe nav komîteya navendî. Lê vê gavê, di vî warî de tu agahdarîyên misoger di destê me de tuneye.

Mûsa Anter: Yek ji endamên damezrîner û Komîteya Navendî ya PDK-T jî Mûsa Anater e. Lê Mûsa Anter, di bîranînê xwe de, di vê derheqê de tiştekî nanivîse. Herweha qet bahs nake ku wî di damezrandina partiya Dr. Şivan de cîh girtîye, bûye endamê damezrîner û komîteya navendî. Berevajîyê wê, ew dibêje ku ”Berî niha, di tevayê jiyana min de, ji derveyî Partîya Karkerên Tirkîyeyê TIPê ez ne beşdarî nav partîyek eşkere û ne jî partîyek îllegal bûme.”.[25]

Di sala 1962an de Mûsa Anter, di kovara lîberal ”Barış Dünyası” de û Dr. Saîd Kirmizitoprak jî di kovara çep ”Yön”ê de dinivîsand. Li ser mijara ”pêşniyara Amerîkayîyan bi alîkarîya wan, li Kurdistanê li gorî bawerîya Amerîka û Tirkîye`yê avakirina radyoyeke kurdî û amadekirina ferhengeke kurdî – tirkî û hwd, ku dewleta Tirkîye`yê qebûl nekiribû” gotûbêjek di navbêna Dr. Şivan û Mûsa Anter de dest pê dike. Ew gotûbêjeke gelekî hişk û dijwar e. Di van munaqeşeyan de, Dr. Şivan, nivîskarên kovara ” Barış Dünyası” û Musa Anter weke ”kûçikên bajarîyan” û Mûsa Anter jî Dr. Seîd Kirmizitoprak bi ”Seîdê Îlmî” bi nav dike.[26]

Ji van agahdarî, nivîs û helwêstên wan yên wê demê diyar dibe ku di warên tevger û awayê xebata siyasî, rêxistinî, civakî û têkoşînê de cudahîyeke gelekî mezin di navbêna wan de heye. Bi kurtayî profîla Dr. Şivan û Mûsa Anter ya di warê xebata siyasî, rêxistinî, awayên têkoşînê û pêwendîyên wan yên bi rewşenbîr, siyasetmedar û civaka kurdî re gelekî ji hevdû dûr in. Loma jî beşdarîya Mûsa Anter ya nav PDK-T û hilbijartina wî ya weke endamê damezrîner û Komîteya Navendî gelekî balkêş e. Ji xwe piştî demeke kurt derket holê ku di nav Dr. Şivan û Mûsa Anter de jî di wan waran de hemfikirî û hemahengî tune ye û Musa Anter ji PDK-T dûr dikeve

12.2 Dr. Şivan hevalên PDKT, KAKê û Reşo naxîne nav PDK-T

Di pirsa endamên damezrîner û KN ya PDK-T de xalek gelek girîng û balkêş jî ew e, gelo ji bo çi Dr. Şivan nexwestiye Reşo bibe endamê damezrîner û KN ya PDK-Tyê?

Min pirsa endamên damezrîner, awayên hilbijartina hinek endamên KN û rewşa endametîya Reşo ya ji bo PDK-T ji Osman Aydin pirsî. Wî di wî warî de weha got:

”Gava min û Dr. Şivan berî civîna Ankarayê hevdû dît û em li ser lîsteya endamên damezrîner peyivîn; ez li ser endametîya Hesen Yikilmiş, Huseyîn Saltûk û Kemal Bingollu rawestîyam. Min got ku ez Hesen û Huseyîn nas nakim, lê Doktor got ku ez kefîlê wan im. Ez li dijî endametîya Kemal derketim. Lê behsa endametîya Reşo qet nehat rojevê. Herweha di cîvîna Enqereyê de jî ev mijar nehate peyivandin. Lê ez sedemê vê yekê nizanim, gelo ji bo çi pêşniyarek weha nehat?”[27]

Weke tê zanîn, Hesen Yikilmiş, Huseyîn Saltuk û Xidir Kurum hersê jî hemşehrîyê Dr. Şivan in. Di nav grûpa Başûrê Kurdistanê de, namzetîya endametîya wan ya ji bo Komîteya Navendî ya partîyê, nehatîye gotûbêj kirin. Ew ji alîyê piranîya beşdarên civîna Ankarê ve jî nayên naskirin. Hesen Yiklmiş, di wê demê de li eskerîyê ye û beşdarî civînê jî nebûye. Lê teva vê rewşê jî li ser daxwaz û kefîltîya Dr. Şivan, ew di civîna Ankarayê de weke endamên damêzrîner û KN tên qebûl kirin. Reşo li ser meseleya endamên KN weha dibêje:

”Di hîç civîneke me ya li Başûr, behsa endamên Komîteya Navendî  nehatîye kirin. Ji xwe biryareke me ya em ê bi tena serê xwe partîyekê damezrînin jî qet û qet tune bû. Ji ber ku ev babeteke girêdayî lihevhatin/ lihevkirina me û kek Elçî bû. Hingê divîya bû alîyên beşdar ev babet danîna ber pirs û pêşniyaran, gotûbêj û lihevkirinê. Ez di wê bawerîyê de me ku ev nav bi tenê ji alîyê Dokor ve hatine civînê. Wî ev nav ji berê de ji xwe re amade kirîye, ji hîç civînekê de danenîye ber lêkolîn û fikirkirinê. Ango li ser me, yan jî piranîyê daye ferz kirin… Min ne Birûsk, ne Kurun, kesek ji van nas nedikir û navê wan nehatibû behs kirin ku bi projeya me re ne. Osman jî. Min ew nas dikir lê jê qet tiştek nehatibû qal kirin. Kekê Anter jî… Heta Doktor li dijî wî bû û digot ”devsist” e, ”di xebata îllegal de bawerî lê nabe. Dikare hema her tiştî îfşa bike…”[28]

Dr. Faîk Savaş ku ew jî yek ji hevalê grûpa Başûr e û beşdarî civîna Ankarayê nebûye; lê ew jî weke endamê damezrîner û KN tê hilbijartin. Reşo yek ji berpirsîyarê KAKê ye; KAK jî ”şirîkê projeya avakirina partiyeke hevbeş” e; Reşo yek ji wan kesên ku di nav grûpa pêşîn ku ji bo vê projeyê dihere Başûrê Kurdistanê. Ew di nav kar û xebata Şoreşa Kurdistanê de cih digire. Ew ji destpêkê de, di amadekarîya xebata nivîsarên program, destûr, awayên xebatê û navê ”partîya hevbeş” de cih digire; lê ew ji bo endametîya damezrîner û KN ya PDK-T nayê pêşniyar kirin!

Bê gûman, ev ne pirsek ji rêzê û pirsek şexsî ya bi Reşo ve girêdayî ye. Ev di mijara pirsa ”Projeya herdu Seîdan ya ji bo avakirina partiyeke nû, nûjen, firej û hevbeş” de, pirseke gelekî girîng û taybetî ye ku divê mirov bi hûrgilî li ser rawest e. Gava grûpa li Başûr li ser nav, program, pêwîstîya pêwendîyên bi hevalên Seîd û avakirina partiyeke nû û hevbeş biryar didin û li ser vî esasî Dr. Şivan, Soro û Çeko diherin Başûrê Kurdistanê; pêşniyarek navên ku kî dikarin bibin endamên damezrîner û KN nehatîye rojevê; grûp qet li ser lîsteyeke weha nepeyivînin.

Di vî warî de Reşo jî diyar dike, ”biryara me ew bû ku ew hersê heval herin bi hevalên ku bi me re ne bişêwirin, qewimandinên 10-11 mehan binîrxînin, wan ji hinek pêşhatinan agehdar bikin, herweha pirsa partîya Elçî jî raxînin ber çavan û pişt re bi hevalên Seîd Elçî re bipeyin da ku ew jî Seîd Elçî îqna bikin û ew jî beşdarî nav amadekarîya xebata avkirina partîya nû ya hevbeş bibin. Tu biryarek me tunebû ku dê em bi serê xwe û bê hevalên Seîd Elçî partiyekê ava bikin. Loma jî em li ser namzetî ya navên ku dikarin bibin endamê KN ya partîya hevbeş ya nû qet nepeyivîn. Lê me ew grûpa pêşîn ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn, bi awakî xwezayî weke namezetên KN ya partiya nû didîtin.” [29]

Ji aghadarîyên li jor hatiye nivîsandin jî diyar dibe ku yek ji wan kesên ku bi awakî misoger pabendî wê lihevhatina li ser ”partiyek nû ya hevbeş” dimîne jî Reşo ye. Wî hergav bi awakî xurt û zelal hewl daye ku divê miheqeq hevalên Seîd Elçî jî di nav avakirina partîya nû ya hevbeş de cîh bigrin. Lê Dr. Şivan êdî dev ji wê ”lihevhatin, soz û peymana avakirina partiyeke hevbeş” berdaye û ew êdî dixwaze di bin serokatî û kontrola xwe de partîya xwe ava bike. Ji bo ku Dr. Şivan Reşo baş nas dike û helwêsta wî ya di vî warî de dizane, bi ya min ew vê armanca xwe ji Reşo û Ronî re nabêje. Loma jî gava ew derbasî Başûr dibin û dest bi amadekarîya avakirina partiya xwe dikin, Dr. Şivan bi zanebûn Reşo ji derveyî ”vê projeya xwe ya yekalî û şexsî” dihêle û naxwaze navê Reşo di nav lîsteya damezrîner û KN ya PDK-T de cîh bigre.

Dr. Şivan, ne tenê nexwestîye ku Reşo weke endamekî damezrîner di nav PDK-T de cih bigre; herweha wî ji derveyî Çeko, nexwestiye kesekî din yên ji berpirsiyarên KAKê, Mesûd Uysal, M. Elî Dînler, Elî Beykoylu, Mûsa Çadircî jî bixe nav endamên damezrîner û Komîteya Navendî ya partîya xwe. Di rastîya xwe de, li gor rewş û mercên wê demê de, ev kes ji wan kesên ku weke endamên damezrîner hatibûn hilbijartin, ne kêmtir layiqî endametîya damezrîner û KN bûn. Heta ew kes, heta radeyekî ji gelek kesên hatibûn hilbijartin bêtir xwedîyê xebata rêxistinî û siyasetek kurdistanî bûn. Ji ber ku teva ew grûbek ne zêde berfireh bûn jî lê di wê demê de, di wan şert û mercan de rêxistinek kurdî ya bi navê KAKê ava kiribûn, belavoka ”Hodrî Meydanê” organîze kiribûn, hinek endamên wan beşdarî ”Mitîng û xwepêşandên Rojhilatê” yên 1967an bûbûn. Di damezrandina DDKOyê de, bi awakî çalak rol girtibûn û çend endamên wê weke enadmên damezrîner yên DDKOyê hatibûn hilbijartin…

Di awayê damezrandina PDK-Tyê derdikeve holê ku Dr. Şivan nexwestîye bi yekitî û hevbeşî rêxistin ya jî partîyekê ava bike. Ji derve hîştina endamên PDKT û Seîd Elçî; herweha ji dervehîştina endamên KAKê, vê yekê bi awakî eşkere radixîne ber çavan. Loma jî gava Dr. Şivan, Soro û Çeko ji bo avakirina ”partîyek hevbeş û fireh” derbasî Bakurê Kurdistanê dibin, ew qet li ser vê armanc û peymanê ranawestin. Bi însîyatîf û bi serê xwe PDK-Tyê ava dike.

Di vî warî de, rola bîr û bawerîyên Dr. Şivan yên di warê pêwîstî yan jî nepêwîstîya partîyeke hevbeş û girseyî de bêtir derdikeve holê. Feqî Husên, gava bahsa jiyana Dr. Seîd Kirmiztoprak dike, li ser helwêsta wî ya li hemberî partîyên gireseyî  jî radiweste û weha dibêje:

” Kirmizitoprak ji partîyan bawer nedikir. Li gorî wî; berî partîyê divê hêzeke pêşeng ya şerker bê amade kirin. Wî bawer dikir ku bê avakirina rêxistinek şer, bawerîya ku wê pirs bê çareser kirin, xeyal e. Ew bi awayê têkoşîna Che Guevara re bû. Jixwe tu carî wî sempatîya xwe ya li hemberî Che Guevare venedişart”.[30]

Reşo Zilan jî li ser bîr û bawerîya Dr. Şivan, ya di warê partîyek siyasî û girseyî de weha dibêje:

”Di sohbetên me yên bi Dr. Şivan re, wî digot ku `di destpêkê de partîyek siyasî û girseyî ne pêwîst e. Rêxistineke pêşeng ku xwedîyê hêzek çekdar dikare dest bi şoreşê bike û di nav pêvajoyê de dikare partîyeke siyasî û gireseyî bihê ava kirin.` Wî tevgera Barzanî û şoreşa Başûrê Kurdîstanê jî weke nimûne nîşan dida û digot: `ma li Başûrê Kurdistanê Şoreşa Îlonê jî weha dest pê nekirîye? Gava Mele Mistefa Barzanî dest bi şoreşê dike, Îbrahîm Ehmed, Celal Telebanî û Mekteba Siyasî ya PDKI ne bi Barzanî û şoreşê re bûn? Di nav pêvajoyê de û di pratîkê de, xelkê Kurd li dora serokatîya Barzanî û şoreşê civîyan û PDKI jî kete bin kontrola Barzanî û şoreşê!…` Lê tecrûbe û zanebûna me yên wê demê ne zêde bûn, me ev bîr û bawerêya Dr. Şivan bi zelalî fêm nedikir.”[31]

Di warê beşdarên civîna yekem û kesên ku weke endamên damezrîner û KN hatine hilbijartin jî hevahengîyek baş nayê dîtin. Profîla hinek endamên damezrîner yên di warê awayên xebat û têkoşîna siyasî, rêxistinî û şerê çekdarî û yên Dr. Şivan de, cihêtîyeke mezin heye. Ji xwe piştî civîna yekem ya damezrandina PDK-T ev rewş bi awakî pir eşkere derdikeve holê û di nav endamên damezrîner de nakokî destpêdikin…


[1] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan, Stockholm, 2012-12-01

[2] Heypeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 29-03-2019. Ev perçenivîsên di nav ”… ” hatine nivîsandin jî ji hevpeyvîna Reşo Zilan hatiye wergortin.

[3] Zîya Avci, Bîranîn û Şahiîya Hinek Bûyeran, Weşanên Perî, çapa yekem, Stenbol: nîsan 2011, r.256-257.

[4] Ji bo vê behsê binêre:  Agahdarîyên Reşo Zîlan yên têbiniya 3an.

[5] Ji agahdarîyên Reşo Zîlan yên taybetî, Zaxo, 29-03-2019.

[6] Selahattin Ali Arik, Dr. Şivan (Dr. Sait Kirmizitoprak), tişrîn 2015, Stenbol: weşanên weqfa Îsmaîl Beşikçî, çapa yekê, r.140

[7] Ebdul Hemîd Derwêş, Tevgera Kurdî li Sûriya Di bin ronayê de, tîrmeh 2011, Stenbol: weşanên Deng, çapa yekem, r.123-124

[8] Rojnivîsên Çeko, Şerwan Buyukkaya, bnd, r.29-30

[9] Ji hevpeyvîna bi telefonê ya bi Reşo Zîlan re, 14.05.2020

[10] Ji bo beha şerê çiyayê Metîna binere: Dr. Şivan, Kurt Millet Hareketleri ve Irak`ta Kurdistan Ihtilali, adar 1997, Stokholm: weşanên Apec, r.174-175.

[11] Dr. Îbrahîm Ethem Gursel, 1977, Kurtçuluk Gerçegi, Ankara: r.73

[12] Ziya Avci, bnd, r.259-260

[13] Rewşname, Bir 1, Derbend: 8ê tîrmehê 1970. Rewşname, rapora ku gava ji bo beşdarî kongreya PDKI ya 8an bibe weke beşê yekem yê rapora xwe ji bo hevalên wê derê yên grûpê re nivîsandîye. Ev destnivîsa Reşo ji 18 rûpelan pêk hatîye. Li gorî agahdarîyên Reşo Zîlan dide, wî dê beşê dudan yê raporê, li ser rewşa kongreya 8an ya PDKI amade bikira. Lê gava Çeko û Soro ji welêt vedigere û bi şertê ku ew “sûnda partî”yê bixwin dûre ewê agahdarîyê bidin wan, wê gavê Reşo û Rohnî vê yekê qebûl nakin û li dij derdikevin. Piştî vê yekê jî Reşo êdî pêwîst nabîne ku beşê dudan yê “Rewşname”yê binivîse.
Li ser nasnavê Zinar: Nasnavê serokê duyem Faîq Bucak yê di nav PDKT de Zinar bû. Av. Faîq Bûcak bi vî nasnavî nameyek ji M. Mistefa Berzanî re dişîne û diyar dike ku wan bi navê PDKT patîyek avakirine û eger xizmetek ji bo şoreşê hebe, ew amade ne pêk bîne. Gava Noman Îsa di sohbeta xwe û Reşo de behsa pirsa lijneyên li ser sînor dike, ji Reşo dipirse ku ma ew Zinar nas dike û qesta wî jê Seîd Elçî ye. Nameya Faîq Bucak weke serokê PDKT ji Mele Mistefa Berzanî re şandîye, bi nasnavê Zinar şandîye. Loma jî em nizanin ku gelo Seîd Elçî li Başûrê Kurdistanê nasnavê “Zinar” bikaranîye ya jî Noman Îsa ji nameya Faîq Bucak vê nasnavê dizane?

[14] Ji agahdarîyên Reşo Zîlan yên taybetî, Zaxo, 29-03-2019.

[15] Rojnivîsên Soro, Şerwan Buyukkaya, bnd, r.78

[16] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin ya bi telefonê, 25-05-2020.

[17] Ez dê di nav nivîsê dekurtenavê ”Partiya Demokrata Kurdistana Tirkî” ya di sekreterîya Seîd Elçî de (PDKT) û kurtenavê ”Parta Demokrata Kurdistan Li Tirkîye” ya di sekreterîya Dr. Şivan de jî hatibû ava kirin jî (PDKT-T) binivîsim.

[18] Hevpeyvîna taybetî ya Osman Aydin,  bi telefonê, 25-05-2020.

[19] Rojnivîsên Soro, Şerwan Buyukkaya, bnd, r.79-80

[20] Ev agahdarî bi riya Dawud Kurum ji Hidir Kurum hatiye girtin. Ev pêwendî li ser daxwaza min Seîd Aydogmuş bi riya Dawud Kurum pêk anî. 26-05-2020.

[21]  Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020

[22] Ji îfadeya Dr. Şivan û Soro, Şerwan Buyukkaya, bnd, r.10-11.

[23] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020.

[24] Ramon Kahraman, 78 Kuşaginin Şen Çocuklari, tebax 2018, Ankara: weşanên Ajans J&J, r.183.

[25] Musa Anter, Hatiralarim, cotmeh 1990, Stenbol: Doz yayinlar, r.213, 216.

[26] Ji bo vê behsê binêre: Musa Anter, bnd, r182-186

[27] Ji aghadrîyên taybetî yên Osman Aydin, bi telefonê, 25-05-2020.

[28] Ev têbinî, gava Reşo Zîlan ev nivîs di ber çavan re derbas kirîyê, lê zêde kirîye.

[29] Ji agahdarîyên Reşo Zîlan yên taybetî, Zaxo, 29-03-2019.

[30] Sagniç Feqî Huseyin, Portreler, İstanbul: İstanbul Kürt Enstitusu Yayınları, r. 91.

[31] Ji aghdariyên Reşo Zîlan yên taybetî, Zaxo, 2019.09.23

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (IV)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *