Li Parîs selvegera bîranîna sê welatperweran!

Duhî 18.12. 2021, li paytextê Fransa Parîs, sê şoreşgêr û welatperwerên Kurd yên gelekî hêja û bi rûmet, bi sebeba salvegera ku ji ber şewba Korona wendakirina jîyana wan, hatin bi bîranîn.

Ev bîranîn, ji alî Federasyona Komelên Kurd li Firansa, bi pêşkêşkirina rêvebirê Federasyonê Abdullah Ardelan û piştgirîya Instutya Kurd li Parîs û Nûnerîya Hukumeta Herêma Kurdistanê hat amadekirin.

Girseyek Kurdên li Parîs û beşdarên ji hin welatên Ewropa amade bûbûn. Zimanê civînê bi Kurdî bû. Pêşî ji alî rêvebirîya amadekar, bi kurtasî behsa jîyana van her sê tekoşerên doza Kurdistanê kirin. Lê bêtir mafê axaftinê dan malbatên van tekoşer û şehîdên Kurdistanê.

Birayê Vakkas (Cabîr) birêz Azad û keça wî Roza, dûr û dirêj behsa jîyan, armanc, hest û tekoşîna Vakkas kirin.

Birayê şoreşgêrê hêja Cemal Budak rêzdar Dr Zekî û kurê wî Mesîl Budak, bi Kurdîyek zelal, behsa jîyan û tekoşîna Cemal û bi taybetî têkilîyên bi civatê, karên Komeletî û xebata li ser zimanê Kurdî kirin.

Birayê Mehmet Alî Abdullah Akagunduz û Heval û hogirê wî Serdar, duvdirêj behsa jîyana wî, welatperwerî, mirovhezîya û xebata wî ya netewî û ya komeletî kirin.

Piştre di sohbetên Kurdên li Parîsê dijiyan, bi dilgermî û hezkirinek gelek mezin behsa Vakkas, Cemal û Mihemed Alî dikirin. Behsa mezîyet û karekterên wan yê civatî, dilnizmî û mirovperwerîya wan kirin.

Mihemed Alî, mirovekî werê bû ye ku di her gavê kî çi alîkarîyê jê bi xwaze, bi gazîya wan ve diçe û gelek caran mala xwe ya ku lê dijî daye malbatên penaber, heta ku ji wan re cîyek hatiye peydekirin.

Loma li ser navê Espoir d`Afrin (hêvîya Afrîn), Cîhan Xan, bi axaftinek duvdirêj behsa xebat û alîkarîya van şoreşgêran û bi tabet behsa fedekarîya M.Alî kir.

Ji alîyekî wek Kurd û ji alî din ve wek heval û hogirên Cabîr, Cemal û M. Alî him em xemgîn û hestgîr bûn û ji alî din ve jî em bi jîyan, xebat û tekoşîna van welatperweran serbilind bûn.

Dema piştî axaftina malbat û hevalên van şoreşgerên hêja ku behsa jîyan û tekoşîna wan ya durûdirêj kirin, yên wan baş ne dinasîn jî bêtir fam kirin ku merivên xwe yên tekoşer û fedakar yên gelekî bi rûmet wenda kirine!

Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê û nûnerê Înstutîya Kurd li Parîs jî derketin dikê, her yek li ser kar û xebat van Kurdên qedirbilind û têkilên wan bi sazîyên xwe re axivîn.

Li ser navê TDK-Tevger, PAK û Hak-Parê, ji bo van şehîdê Kurdistanê axaftin hatinin kirin. Civîn di rewşek aram û hestgîr de bi dawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *