SERSAXÎ Û XEMGÎNÎ

Bi xemgînîyek mezin  me bihîst ku heval û hogirê me yê hêja Hekîm Şevger ji ber qirîza dil do piştî nîvro koça dawî kir û ji nav me bar kir!

Hevalê Hekîm, ji Xarpêtê, Kovacilar bû. Ji eşîra Bêrtîya bû.

Malbata hevalê Hekîm,  malbatek welatparêz bû. Wan ji bo doza rizgarîxwazîya neteweyî gelek xebat û fedekarîyên hêja kirine.

Hevalê Hekîm weke gelek kesên din yên ji malbatê, demeke dûr û dirêj di nav refên PDKT-KUKê de xebatek hêja û bi rûmet meşandibû. Hem li welêt û hem jî li dervî welêt ked û xizmetek mezin ya vê malbatê ya ji bo doza neteweyî û demokratîk heye.

Taybetîyek hevalê Hekîm jî ew bû, bê ku ew ferqekê di navbîna girtîyên hevalên xwe û girtîyên din yên kurdistanîyan xîne,  wî gelek alîkarîyên maddî û manewî  bi girtîyên di zîndana de bûn dikir. Hevalê hekîm gava ev alîkarî jî dikir, nedixwest ku kes pê bizanibe. Ji xwe di kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistînî de, herweha di jiyana xwe ya malbatî û civakî de jî, ew mirovekî gelekî mutewazî û nefsbiçûk bû.

Hevalê Hekîm xwedîyê nirxên millî  bû. Ew hem li welêt û hem jî li dervî welêt bi kurdî dijîya!

Em weke heval û hogirên wî yên berê gelekî xemgîn in!

Bila Xwedayê dilovan hevalê Hekîm bi rahma xwe şad bike û mekanê wî rohnî be!

Bila di serî de, serê hevalê Welat Şevger, hemû kesên malbatê, meriv, heval û hogirên gorbihuşt sax be!

Em xem û êşa malbatê parve dikin, sebir û aramîyê ji wan re dixwazin!

Netewe

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *