Li Mersîn û Edeneyê Êrîşên Li Hemberî HDPê: Divê Pirralî Bên Şirove Kirin; Herkes û HDPê Jî, Jê Ders Bigrin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Edeneyê û li Mersînê li hemberî Buroyên HDPê, êrişên bi bomban çê bûn. Di van êrişan de gelek birîndar çêbûn. Ez di serî de ji bona wan sax û selametî dixwazim.

Ez dîsa  di destpêkê de gelek vekirî van êrîşan rûreş û protesto dikim.

Lê di heman dem de diyar dikim ku ew şiddeta HDPê yên li hemberı siyasetvanan li Kurdistanê li hemberı siyasetvanan pêk tên jî, rûreş û protesto dikim.

Divê hemû teref ji van bûyeran ders derxin. Xwe serrast bikin. Dest ji şidet û terorê berdin.

Tê zanîn ku HDPê pişta xwe dide hêzekî milîtarîst, ku ew hêza PKKê ye.

Darbexwaz û Kemalist jî pişta xwe didin hêzên bûrokratîk û leşkerî yên dewletê.

                                                  *****

Li Mersîn û Edeneyê êrîşên bi bomban li hemberî HDPê:  Divê pirralî bên şirove kirin, Herkes û HDPê jî, ji van bûyeran ders bigre.

Wek tê zanîn û te qebûl kirin ku li Mersîn û li Edeneyê serhejmarek mezin ya kurdan heye. Heta li navenda Mersînê hejmara kurdan û tirkan wek hevûdu tê hesibandin. Loma jî Mersîn û Edene ji bona êrişên provaktîf gelek vekirî ne. Ev êrişan bi armancek gelek tarî û qirêj jî pêk tên.

Baş tê zanîn ku girêdayî ev taybetiyên van bajaran, di demên bihûrî de jî provakasyonên mezin, bi taybetî jî li Mersînê hatibûn organîze kirin.

Bûyerên dawî jî derxistin holê ku li Edene û li Mersînê hêzên wek Ergenekon gelek xûrt in. Di nav tevgerandineke organîzekirî de ne. Bi taybetî jî di demên dawî de lihevkirina Ergenekon û hikûmetê, dîsa ew hêzan xûrttir kirin. Cesaret da wan ku bikarin karên xwe yên berê bimeşînin.

Gelo baş e çima Mersîn û Edene? Ev pirsek girîng û bersîva vê pirsê jî diyar e. Ew kes û dezgehên li Mersîn û li Edeneyê êrîş organîze dikin û kirine, dixwazin ku di nav tirk û kurdan şerek derkeve. Ereban jî di vî şerî de bikin terefê tirkan.

Hîç şik tune ye ku di vî şerî de jî berjewendiya hêzên dewleta Kemalîst û hêzên milîtarîst yên tarî yên bi dewletê re girêdayî hene. Ew dixwazin ku şertên derbeyekê amade bikin. Lewra ew nikarine ku bi hilbijartinan desthilatdarî bigrin destê xwe.

Lê ji bona ku vekirî nikarin darbe bikin û organnîze bikin, di van demên dawî de jî wek beriya Darbeya 12-ê îlonê PKKê kirin hecet,  dixwazin HDPê bikin hecet. Loma jî, wek tê zanîn hemû hêzên Kemalîst ji bona ku pêşiya hîkûmetbûna AK Partiyê bigrin, bi hemû hêz û qeweta xwe piştgirî didin HDPê.

Dîsa ew hêzan ji bona ku pêşiya hikûmetbûna AK Partiyê bigrin, hesap dikin ku dema HDPê ji barajê derbas be, ev armanca pêk tê.

Lê ji bona ku HDPê jî ji barajê derbas bibe, divê kêmtirin dengên xwe ji % 60 zêdetir bike. Ew jî di şertên xwezayî de mimkûn nîne. Loma jî divê şertên nexwezayî çê bibin. Ew jî bi maxduriyeteke kûr ya HDPê dikare pêk bê.

Ev êrişên li hemberî HDPê çêbûn, hatine hesap kirin ku dê ji bona HDPê maxdûriyeta mezin çê bike.

Ji nûha de jî ev maxdûriyeta çêbû. Hezar mixabin ez di baweriyê de me ku HDPê ji vê yekê kêfxweş e.

Ev metoda bi kar hatiye, ji HDPê jî dur nîn e. Lewra HDPê bi PKKê re girêdayî ye. PKKê jî 40 sal e ku li hemberî hêzên Kurdistanê yên milî û civakî zorbatî û kûştinê pêk tîne.

Ew kesû hêzên ev êrîşan pêk anîne, dûr nîne ku hêzên PKKê jî bi kar anîbin.

PKKê her çiqas dibêje ku ezê dev ji çek berdim jî, armanca PKKê ya dizî heye. Ew jî dest ji çek bernedane. Lewra dema PKKê dev ji çek berde, namîne. Nikare li ser siyasetê bandora xwe û li ser civatê dîktatoriya xwe bidomîne. Nikare pêşiya tevgerek nû ya milî ya Kurdistanê bigre. Nikare wek projeya dewletê, armancên dewletan pêk bîne. Pêşiya çarenivîsiya miletê kurd, pêşiya dewletbûna kurdan bigre.

Ev êrîşan ji bona ku ev armanca PKKê ya çek nedanîne rewa bike jî dibe hecet.

*****

Hikûmet û HDPê li djî hevûdu ne. H”zên darbexwaz bi van êrişan dixwazin ku kurdan û hikûmetê û AK Partiyê raste rast bînin hemberî hevûdu.

Péwendiyên Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê jî, bi van êrişan ji holê rakin.

*****

Gelek aşkere ye ku ev êrişan him li hemberî kurdan û him jî li hemberî AK Partiyê xuya dikin. Loma jî divê hikûmet failên van bûyeran derxe holê.

Ev êriş li dijî hikûmetê jî nebe, wezîfa wan e ku berpirsiyarên van êrîşan derxin holê û teşhîr bikin û  dadgeh bikin,

Amed, 20. 05. 2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *