Berdevkê Asayîşa Giştî ya Îranê, Seîd Muntezarulmehdî, ragihand ku di dema êrîşên 12 rojan ên Îsraîl de, 7 hezar û 850 gilî ji aliyê gel ve hatine kirin û li ser van giliyan 21 hezar gumanbar hatine binçavkirin.
Muntezarulmehdî anî ziman ku di telefonên welatiyên biyanî de, hatine dîtin ku ji cihên bilind û navendên girîng wêne û vîdeo hatine kişandin û cihên wan hatine şandin.
Herwiha Muntezarulmehdî got ku 261 kes bi gumana sîxurîyê û 172 kes jî bi tawana kişandina wêneyên bêyî destûr hatine girtin. Muntezarulmehdî got ku piştî lêkolîna telefonên gumanbar û tawanbaran, 30 bûyerên ewlehiyê yên taybet hatine tespîtkirin, lê derbarê rewşa heyî ya 21 hezar kesên girtî de ti agahî parve nekir. (PK)


