Di civîna îro 12ê Tebaxê ya li paytexta Urdin Emanê de ku di navbera Sûriye, Amerîka û Urdinê de hat lidarxistin, rewşa Sûriyeyê, bi taybetî ya parêzgeha Siweydayê û piştgiriya ji bo pêvajoya jinûveavakirinê hate gotûbêjkirin.
Derbarê Siweydayê hin biryar hatin dayîn
Di daxuyaniya hevbeÅŸ de, aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku “parêzgeha Siweydayê, bi hemû civatên xwe yên herêmî, parçeyekî bingehîn û resen ê Komara Sûriyeyê ye.” Herwiha hat destnîşankirin ku “mafê parastî û misoger ê xelkê herêmê heye ku beÅŸdarî avakirina paÅŸeroja Sûriyeyê bibin.”
Armanca sereke ya pêvajoyê weke “jinûveavakirinê li ser bingehekî ku ewlehî, aramî, serwerî û yekparçebûna Sûriyeyê misoger bike û bersivê bide daxwazên gelê Sûriyeyê” hat pênasekirin.
Gavên hikûmeta Sûriyê bavêje wiha ne:
1- Lêpirsînên berfireh: Derbarê tawan û binpêkirinên li Siweydayê de lêpirsînên tam bên kirin û bi hevkariya saziyên Neteweyên Yekbûyî, berpirsiyar werin darizandin.
2- Zêdekirina alîkariyên mirovî: Alîkariyên mirovî ji bo hemû deverên parêzgeha Siweydayê werin zêdekirin.
3- Destpêkirina jinûveavakirina deverên ziyan dîtine: Kar ji bo sererastkirina binesazî û xizmetguzariyan li deverên ku ji bûyeran ziyan dîtine, dest pê bike.
4- Proseya lihevhatina civakî: Ji bo pêkanîna aştiya civakî li parêzgehê, dest bi proseyeke lihevhatinê were kirin.


