YNKê divê çi bike û di kongreyê de kîjan biryaran bigre?

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.)

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), li Başûrê Kurdistanê rêxistinekle girîng û dîrokî ye.

YNKê, li Başûrê Kurdistanê rolên girîng yên erênî û neyênî lêhîstî ye.

YNKê, di encamê de jî bi Partiya Demokrat ya Kurdistanê ve îradeya damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Li Başûrê Kurdistanê û li tevayî beşên Kurdistanê dema ji serokiyê bê qal kirin, serokê YNKê Mam Celal Talabanî di rêze de ye.

Mam Celal Talabanî, di Dewleta Federe ya Kurdistanê de, bi serokê milî yê Kurdistanê Mesûd Barzanî re bûye xwediyê problem jî, lê gelek deman jî bi Serok Mesûd Barzanî re li hevkirî bûn.

YNK, li hemû beşên Kurdistanê jî, ji salên 70yî vir ve tê şopandin. Li beşên Kurdistanê yên din hêz û kesên ji YNKê re piştgir hebûn, yên ku li dijî YNKê hebûn.

Di destpêkê de, şerê YNKê û PDKê her kes xemgîn dikir. Lewra rewşa Başûrê Kurdistanê û tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê raste rast bandor li ser tevgera milî ya beşên din çê dikir. Dema ku pêwendiyên PDKê û YNKê baş dibû, bandor erênî dibû. Dema pêwendiyên PDKê û YNKê baş nebûn, di navbeyna wan de şer dibû, bendora wan negatîf (neyênî) dibû li ser tegvera milî ya beşên din.

Loma jî dema ku li Emerîkayê di navbeya Birêz Mesûd Barzanî û Mam Celal Talabanî de peyman çêbû, hemû kurd kêfxweş bûn. Wê demê bi hemû kurdan re bawerî çêbû ku li Başûrê Kurdistanê qewimandinên erênî dê bên holê. Di nav pêvajoyê de jî wûsa bû.

Lê dame ku di nava PDKê û YNKê de miqayese bê kirin, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku di rewş û kîmya û qerektera YNKê de guhertinên gelek girîng hatin holê. Beriya mirina Mam Celal Talabanî demekê bi veqetandina GORANê û bi taybetî jî piştî ku Mam Celal Talabanî jîyana xwe ji dest da, di YNKê de guhertinên esasî û girîng hatin rojevê.

Loma jî ez dibêjim ku YNKê, berê tiştekî din bû û xwediyê qerektereke din bû; îro YNKê xwediyê qerektereke cûda ye. Bi wateyeke din, nûha YNKê ya kevn tune ye, YNKê ya nû heye.

YNKê berê rêxistineke nîv cepheyî bû, lê hevbeş bû. YNKê nûha ne yekbeş e. Nûha bûye du beş û heta sê beşên girîng. Nûha ev beşan bi YNKê, bi GORANê, bi Grûba Berham Salih ya Adalet û Demokrasiyê tên bi nav kirin.

YNKê, berê ji sê grûban pêk hatibû. YNKê, ji aliyê Komeleya Rençderan, Xeta Pan (Grûba Mam Ceşlal), Bizûtnaweya Sosyalîst ya Kurdistanê (Grûba Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Hûseynî, Omer Debabe) hat damezrandin.

Qonaxa YNKê têde ye, Komel tune ye. Piraniya endamên Komeleyê bi GORAN re tevdigerin. Xeta Pahn bi mirina Mam Celal Talabanî û Kemal Xoşnav, Kemal Fûad dawî hat, hebûna Bizûtnaweya Sosyalîst ya Kurdistanê dikarim bibêjim ku bi nav hebû, lê di jiyanê de ne tiştek bû.

Loma ez dibêjim ku YNKê kevn tıne ye.

Piştî ku Mam Celal jî jîyana xwe ji dest da, her endamekî YNKê xwe wek serok eciband. Nûha di YNKê de 4 grûbên esasî hene. Grûba malbata Celal Talabanî, Malbata Îbrahîm Ehmed, Grûba Kosret Resûl, Grûba Berham Salih. Malabata Celal Talabanî û malbata Îbrahîmn Ehmed bi berjewendî gelek nêzikî hev in. Di mijarên stratejîk de bi hev re tevdigerin.

Ji aliyê din ve, di sala 2017an de ji YNKê gubeke xiyanetê derket, Kerkuk teslîmî dewletên kolonyalîst kir û bû sedem ku Kerkuk bê dagir kirin.

Hemû ev tespît û qewimandinên di nav YNKê de, derdixwe holê ku divê YNKê kongreya giştî li dar bixe.

Hezar mixabin di YNKê de kongre, pirsgirêkeke mezin e.

YNKê rêxistina serokî ye. Loma jî biryarên serok, yanî biryarên Mam Celal Talabanî her tiştek bû. Dem-dem ciyê Mam Celal Talabanî Komîteya serokatîyê digirt û biryara wê derbas dibû.

YNKê, demekî dirêj e ku ji bona kongreyê li dar nexe gelek sedeman diyar dike. Ev sedeman ne di cî de ne. Lewra YNKê, her dem xwediyê derfet bû ku kongreyê li dar bixe.

Lê mijara girîng ew e ku YNKê bi kongreyan ve zêde li hevkirî nîne.

Di van rojên dawî de, di minaqeşeyên di telewîzyonan û rojnemayan de tên kirin û daxuyaniyên berpirsên YNKê, bên nirxandin, gelek aşkere derdikeve holê ku YNKê di demeke nêzik de kongreya xwe li dar dixe.

Bila kongreya YNKê li neteweya kurd û li endam û berpirsiyarên YNKê pîroz be.

YNKê, dema biryar da ku kongreyê li dar bixe divê çend berpirsiyarî bide ber çavên xwe:

Berpirsiyariya yekem: YNKê divê baş bizane ku rêxistina berê nîne, rêxistineke nû ye. Bi metdodên berê nikare prsgirêkên xwe çareser bike û biryaran bigre. Di YNKê de pluralîzma berê ji holê rabûye, nûha pluralîzmeke tevlihevî û bê pîvan hatiye rojevê.

Berpirsiyariya duyem: YNKê divê bi mesulîyeta îradeya damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê tevbigere. Gorî wê biryaran bigre û di kongreyê de berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Berpirsiyariya seyêm: YNKê hewcedar e ku gelek siyasetên xwe ji çav derbas bike û biryarên nû yê stratejîk bigre. Statuparêz nebe.

Ev biryaran divê çi bin:

1.YNKê, di 1ê Hezîrana 1975an li Suriyeyê ava bû. Lê ew bi xwediyê kevneşopiyeke dûrûdirêj e. Loma jî di ev pêvajoya dûrdirêj de bûyera 1966an jî di nav de divê nirxandina hemû bûyerên di serê YNKê re derbasbûye pêk bîne.

2.YNKê, ji sê grûbên siyasî ava bibû. Nûha ew realîteya wek min li rêzên jorîn jî got ji holê rabûye. Loma divê YNKê xwe ji nûve terîf bike. Hiqûqa rêxistina xwe ya nû û bernameya xwe gor şertên demê çê bike.

3-YNKê, di jiyana xwe de zêdetir di bin bandora Dewleta Îranê de ye. Îran bû sedem ku demekî dirêj beşdarî biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nebe. Gelek helwestên xwe yên siyasî di bin tesîra Îranê de diyar dike.. Ev jî zerarê dide berjwendiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê. Loma divê YNKê gor berjewendiya milî ya neteweya kurd pêwendiya xwe ya Îranê zelal bike.

4-YNKê, divê xeta xwe ya milî zelal bike, dewleta Kurdistanê ji bona xwe bike armanc. Ji bona ku Dewleta Kurdistanê ava bibe siyaset û stratejiya xwe tespît bike.

5-Di Meha 10an ya 2017an de, ji nav YNKê grûbeke xiyanetkar derket. Kerkûk dan îşgal kirin. Divê YNKê di derbarê vê grûbê de biryara tasfiyeyê bigre û ji YNKê derbixe, ji bona darizandina wan ji dadgehan re û ji desthilatdariya siyasî re, rê veke.

6-Girîngtirîn pirsa stratejîk ev e ku divê YNKê biryara orduya millî ya hevbeş bigre. Partî ji pêşmergeyan û ji leşkeran dûr bikevin. Partî bibin partiyên gel û siwîl.

7-YNKê, endama Enternasyonala Sosoyalîst e. YNKê, xwe jî wek rêxistineke sosyal demokrat terîf kir. Hezar mixabin YNKê tu wext nebû partiyeke sosyal demokrat û çanda Enternasyonala Sosyalîst cî bi cî nekir. Divê YNKê van pîvanan bixe nav qerekter û laşê xwe.

Amed, 06. 09. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *