Li Belçîka Roja Alaya Kurdistanê Ji Alîyê FKKB û FNDK ve Bi Şayî Hat Pîrozkirin

Roja 16 berçile 2018an FKKB û FNDK  li bajarê Antwerpen – Belçîka Roja Alaya Kurdistanê bi şayî pîrozkirin

Şayîya pîrozbayîyê bi rawestana ber cane nemirên rêya azadîya kurd û Kurdistanê ve destpêkir.   Piştre Seroka FKKB Karîne Rashidova  bixêrhatina mêvanan kir û li ser girîngîya rojevê rawestîya behsa demajoya avakirina FKKB û têkilîyên herdû federasyonan (FKKB û FNDK) kir. Herweha li ser armanca Federasyonê  û xebata avakirina Diyaspora kurdî hanî ziman. Karîna Rashidova bernama şayîya pîrozkirina  Alaya Kurdistanê jî pêşkêşê mêvanan kir û gotinê da gotarvanên panelê.

Birêz Merd Baran Boskan jî gotarek li ser dîroka amadekirina Alaya Kurdistanê pêşkêşê mêvanan kir. Baran di gotara xwe de li ser rewşa kurdan a sîyasî ya dema piştî şerê cîhanê yekan rawestîya û behsa çêkirina Alaya Kurdistanê di sala 1920 an de ji alîyê  Komeleya Rêxistina Civakî ya kurd ve hanî ziman. Her weha, di vî warî de çend belgeyên li ser vê demajoyê û bilindkirina Alaya Kurdistanê di Serhildana Agirî, Komara Kurdistanê ya Mahabadê û Kurdistana Federal rawestîya. Biryar û yasayên ku ji alîyê Hukumeta Federal ya Kurdistanê ve hatine derxistin pêşkêşê beşdaran kir.

Piştre Nûnerê Hukumeta Kurdistana Federal yê Beneluksê birêz Dilawer Xalid Akreyî gotarek li girîngîya roja Alaya Kurdistanê pêşkêşê mêvanan kir û têde li ser girîngîya kurdên dîyasporayê rawestîya. Her weha li ser pêwistîya bi rêxistinbûnî û xwurtbûnîya kurdên dîyasporayê rawestîya û amadbûnîya hevkarî û alîkarîya hukumeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Dûvre birêz Jan Dost bi bona rojevê pîrozbayîyek li mêvanan kir  gotarek li ser xebatên xwe yên wêjeyî pêşkêş kir. Jan Dost hanî ziman ku romanên wî heta niha li ser bûyerên dîrokî hatine amade kirin, hinek ji wan bi zimanê erebî û hinek ji wan bi zimanê kurdî hatine nivisîn. Ew li ser beşên romanên xwe yên ku hatine weşandin û li ser kîjan buyerên dîrokî hatine amadekirin rawestîya.

Şayîya pîrozbayîya Alaya Kurdistanê bi navbeyndana xwarinê ve ku bi destên jinên kurd ve hatibû amade kirin domkir. Şayî bi muzîka Kurdî ya gelêrî û niştimanî tevî dîlana kurdî ve berbidawîve dom kir.

Federasyona Komeleyên Kurd li Beneluks     Federasyona Navneteweyîya Diyaspora Kurd

FKKB                                                             FNDK (IFKO)

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *