Li Amedê bi Bîranîna Mistefa Berzanî!

Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û şîna rehmetî Ali Beyköylü

Roja 01.03.2018an li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji bo salvegera 39emîn a koça dawîya Mele Mustafa barzanîyê nemir civînek hat eli dar xistin. Herweha şîna welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadî û rizgarîya Kurdistanê rehmetî Ali Beyköylü hate danîn.

Gelek telewîzyon, nûnerên partîyên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û sîyasetmedar beşdarî civînê û şînê bûn.

Bernameya PDK-Bakur ya ji bo bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û bernameya PAKê li Teşkîlata Amedê ya PAKê hate yek kirin.

Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan bi axaftineke kurt bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê civîn û şîn destpê kir. Paşê welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh fatîha xwend.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê jiyan, têkoşîna û rola Mele Mustafa Barzanîyê nemir de û her weha di derbarê welatperwerîya rehmetî Ali Beyköylü de axaftinek kir.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Endamê Rêvebirîya PDK-Bakur Mehmet Konuk, Berpirsê Peywendîyên Sîyasî yê Hereketa Azadi Sitki Zîlan di derbarê rol û bîr û bawerîyên Mele Mustafa Barzanî de axaftin û ruhê welatperwerê Kurd Ali beyköylü şad kirin, sersaxî ji malbata wî û ji gelê Kurdistanê re xwestin.

Piştî axaftinan welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh di derbarê Mele Mustafa Barzanîyê nemîr de helbesteke xwe xwend.

Civîna bibîr anînê û şînê, bi axaftinên rewşenbîrên Kurd Ahmet Kasimoglu, İbrahim Güçlü, Zahit Bozarslan û İsmail Aslan yên di derbarê Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û rehmetî Ali Beyköylü de berdewam kir. 01.03.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *