Hêzên Pêşmerge dibin yek

Parlamentoya Kurdistanê pakêta reformê ya teqawût, karkerî û yekbûna hêzên Pêşmerge ku ji 13 madeyan pêk tê pejirand.

Serokê Grûba PDKê yê Parlamentoya Kurdistanê Omîd Xoşnav di axaftina xwe de ragihand ku parlamentoyê pakêta reformê ku ji 13 madeyan pêk dihat û di nav de parastina mafê teqawût û karkeran û yekbûna hêzên Pêşmerge jî hebû pejirand.

Omîd Xoşnav di berdewamiya axaftina xwe de got: “Lîsteya şehîd û girtiyên siyasî hat nûjenkirin, kesên ku bi rêyên derqanûnî teqawût bibûn hatin tespîtkirin û yên ku meaşê wan ê zêde bû hat kêmkirin û yê kêm jî hat zêdekirin. Li Kurdistanê dewra dumeaşiyê bi dawî bû.”

Xoşnav di dirêjiya axaftina xwe de got: “Di nava madeyên paketa reformê de xala herî girîng yêkbûna hêzên Pêşmerge yên 70 û 80 ye. Ev ji bo yekbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê gaveke pir girîng.”http://m.nerinaazad.info/kr/news/actual/peshmerga/hezen-pesmerge-dibin-yek

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *