Li ALA KURDISTANÊ xwedi derketin, vatiniya kurdperwerî ye!

Îbrahîm GUÇLU 

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya 11.11.1999an de Ala Kurdistanê wek Ala Dewleta Federe ya Kurdistanê bi fermî pejirand.  

Dîsa Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya di 19ê Hezîran a 2004an de, 17ê Meha 12an, wek “Roja Ala Kurdistanê” pejirand. Ji wê rojê vir ve jî, Roja Ala Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û li dinyayê ji aliyên kurdan de tê pîroz kirin.

Lê di sînorê Dewleta Tirk de û li Sûriyeyê û li İranê Roja Ala Kurdistanê di bin qedexekirina Ala Kurdistanê de tê pîroz kirin.

Loma jî, li Bakurê Kurdistanê ji bona pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û bilindkirina Ala Kurdistanê girtî û kesên hatine binçavkirin bûn.

Li hemberî partî û rêxistinên Kurdistanê ji bona Ala Kurdistanê operasyon çêbûn û li şaxên partî û rêxistinan lêgerin pêk hatin.. Lê di dema di partî û rêxistinan de girêdayî biryara Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Diyarbekîrê li partî û li rêxistinên Kurdistanê lêgerin çêbû, bes Ala Kurdistanê nehat girtin, partî û rêxistin talan bûn. Ji derveyî Ala Kurdistanê data (bilgisayar), flama, pirtûkên partiyan jî hatin girtin û binçav kirin.

Ez jî wek siyasetvanekî kurd û xizmetkarê Doza Kurdistanê û parêzer, di Tevgera Azadî û PAKê de bûm şahîdên vê talanê.

Berpirsiyarên hemû partî û rêxistinan di hemû qonaxan de di lêpirsînên de ji Ala Kurdistanê re xwedî derketin. PAK, Tevgera Azadî, PSK û kurdpeweran ev helwesta xwe di civîneke çapemenî de jî diyar kirin. Dema civîna çapemenî hat li dar xistin, sekreterê giştî yê Tevgera Azadî di bin çav de bû.

Min jî di civîna çapemenî de axevtinek pêşkêş kir û bûyerên di dema lêgerina emniyetê di partî û rêxistinan  de qewimî bûn jî anî ser zimên, pêşkêş kir.

Bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona ku PKKê li dijî Ala Kurdistanê ye, loma jî li Rojavayê Kurdistanê jî Roja Ala Kurdistanê bi azadî nayê pêroz kirin. Lewra li Rojavayê Kurdistanê, Partiya Faşîst û nîjadperest Baas û partiya projeya dewletan ya operasyonal li dijî nirxên Kurdan, li dijî serxwebuna Kurdistanê, li dijî  otonombûna Kurdan PKK desthilatdar e.

 

Ji bona her neteweyekî gelek nirxên bingehî hene û girêdayî ew nirxên bingehî nirxên girîng yên duyemîn hene.

Nirxên bingehî netew çê dike. Ev rastiya ji bona neteweya kurd jî derbas dibe. Ji bona neteweya kurd nirxên bingehî, ziman yanî zimanê kurdî; ax e yanî welatê Kurdan Kurdistan e; çand û jiyaneke dîrokî ya hevbeş û dirêj e. Heger zimanê kurdî nebe û welatê kurdan Kurdistan nebe, nirxên din yên bingehî nebin, Kurd, nabin neteweyekî.

Li ser nirxên bingehî yên neteweya kurd, nirxên girîng yên duyemîn hene. Ala Kurdistanê ev nirxa girîng e.

Her çiqas di derbarê dîroka destpêka karanîna Ala Kurdistanê de fikrên cûda jî hebin, rastiyek heye ku Ala Kurdistanê jî xwediyê dîrokeke kevnare ye. Di dema Împaratoriya Osmanî de di Mîritiya Bedîrxaniyan de tê bi kar anîn. Lê Ala Kurdistanê di despêka sedsala 20an de di çarçowa Împaratoriya Osmaniyan de dema Rêxistma Kurdistanê Cemiyeta Tealî Cemiyeta a Kurd û rêxistinên din, şiklekî  qezenç dike. Di Şoreşa Neteweyî ya Agriyê (Kurdistyanê) de tê bilind kirin.

Rêxistina Xoybûn jî Ala Kurdistanê bilind dike.

Lê rastiyek heye ku Ala Kurdistanê di damezrandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê (22ê çileya sala 1946an) de wek gelemperî bû nirxeke diyar ya neteweya kurd. Li Komara Mehabadê ya Kurdistanê, Ala Kurdistanê wek ala dewletê tê pejirandin. Piştî damezrandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê, qerektereke navneteweyî jî qezenç dike û ji aliyê dinyayê ve jî, reng û şiklê Ala Kurdistanê  zelal dibe.

Hezar mixabin dema ku encama êrîşa Îranê û Xiyaneta Yekîtiya Sovyetan Komara Mehabadê ya Kurdistanê hat rûxandin, dema Serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û berpirsên Komara Kurdistanê biryar dan ku li hemberî êrişa hov ya Dewleta Kolonyalîst a Îranê li cem gel bin, biryar dan ku Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî teslîmî Îranê nebin; Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî biryar dan ku biçin Yekîtiya Sovyetan, Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed Ala Kurdistanê teslîmî Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî kir ku ew biparêze. Dîsa bi wî bawer bû ku ew dê Kurdistanê ava bike û Ala Kurdistanê dê li wê Kurdistanê bê bilind kirin. 

Ew hêviya Serokkomarê Kurdistan Qadi Mihemed, Serokê Neteweyî yê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî pêk anî. Ala Kurdistanê di şertên gelek zehmet de li Yekîtiya Sovyetan parast. Dema ku di sala 1958an de Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe vegeriyan Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Ala Kurdistanê bi xwe re anîn.

Serok Mele Mistefa Barzanî û Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), di Şoreşa Neteweyî ya Îlonê de Ala Kurdistanê bilind kirin. Piştî Peymana 11ê Adar a 1970yî di Otonomiya Kurdistanê de fermî hat bilind kirin.

Ala Kurdistanê naha jî li Dewleta Federe ya Kurdistanê de tê bilind kirin. Neteweya kurd di binê Ala Kurdistanê de bi rûmet jiyana xwe didomîne.

Parastina ALA KURDISTANÊ vatiniya her kurdeki, her kurdpewerekî, her rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, dezgehên Kurdistanê ne.

Di vê qonaxê de ALA KURDISTANÊ bi parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê wateyeke girîng û dewlemend û rasteqîne qezenç dike.

Loma jî divê hemû kurd ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re xwedî derkevin. Pêşiya êrîşên li dijî Dewleta Federe ya Kurdistan bigrin. Êrîşkeran teşkhîr û şermazar bikin.

Diyarbekîr, 23. 12. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *