Kurdpayê bi hilkefta roja cîhaniya zimanê dayîkê raporek belav kir

Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê bi hilkefta 2ê Reşemê, roja Cîhaniya Zimanê Dayîkê, li derheq çalakvanên warê ziman û wêjeya Kurdî ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine binçav kirin, raporeke belav kir.

pêka vê raporê, ji destpêka şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ve heta niha û li pêvajoya serkutkirina çalakvanên warê ziman û wêjeya Kurdî, binçavkirin û givaşên navendên ewlehî yên rêjîmê bo ser wan çalakvanan berdewam bûye û tevî ku hinek ji wan kesan hatine azadkirinê, hêj hinek ji wan binçavkirî mane.

Pêka vê raporê, bi ser 18 çalakvanên warê ziman û wêjeya Kurdî de 48 sal girtîgeh û 80 derbên qamçiyan hatiye sepandin ku 2 ji wan binçavkiriyan, cezayê dûrxistinê jî bi ser wan de hatiye sepandin.

Pêka vê raporê, “Mujgan Kawûsî, Seywan Îbrahîmî, Îdrîs Minberî, Waran Mihemednijad, Sîrûs Ebasî, Azad Ebasî û Eşkan Fehîm” ew wanebêjên Kurdî ne ku cezaya girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.

Herwisa li çarçoveya çalakvanên warê ziman û wêjeya Kurdî de jî “Ehmed Xulamî, Reşad Perwîzî, Soma Pûrmihemedî, Omîd Muşîrpenahî, Sirwe Rehmanî û Dr. Bêhrûz Çemenara” jî hatine binçavkirin.

Pêka vê amara Kurdpa yê, hejmarek ji helbestvan û çalakvanên wêjeya Kurdî jî ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin ku navên wan wiha ne: “Perwîz Babayî, Bêhrûz Yasemî, Îhsan Mute`alî, Eşkan Omercûyî, Kiyûmers Emîrî û Mêhran Rehîmî”.

Givaşên rêjîmê bo ser çalakvanên warê ziman û wêjeya Kurdî li heyama salên derbasbûyî de û bi taybet piştî destpêkirin aşoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê bi awayekî berfireh, zêde bûye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *