Îroj (02/04/2019), li Bruxelê paytextê Belcîka, di Salona Parlement a Europe de KONFERANS’ek navnetewi li ser “Pêşeroja Kurdên Êzîdî” hat li darxistin.
-Konferans ji alîyê “Encumena Komeleyên Kurd li Almanya û bi piştgirîya
-Feferasyona Komeleyên Kurd BENELUX,
-Federasyona Komeleyên Kurd li Sovyeta berê ve hat li darxistin.
Konferans, ji alîyê medya Kurd û Tv /Radio yên bîyani ve jî zindî hat şopandin.
Jı herçar parçeyên Kurdîstanê, sîyasetvan, ronakbîr beşdarî civînê bûn.
Berpirsek ji Kurdên Êzîdî ku bi cil û bergê Kurdî, bi şal û şap û bi destmala sor beşdarî konferansê bû û axaftinek pêşkêşî beşdaran û endamên Yekîtîya Ewropa kır.
Daxwaz ji Yekîtîya Ewrupa û dunyaya medenî hat kirin ku “Ev felaketa ku hatîye serê Kurdên Êzîdî ji bîr nekin û di çarçoveya qanûn û prensîbên navnetewî çareserîyekê bibînin.”
Çendin Parlamenterên berpirs yên Yekîtîya Ewropayê nêrîn û piştgirîya xwe jibo Kurdên Êzîdî dubare kirin.
Em dikarin bêjin konferans bi her awayî serkeftî derbas bû.
Alan Amedi Bruxel.
02/04/2019