Li Kurdistanê bajarekî wenda yê 4.000 salî hat dîtin.


Li nêzî Rêzeçîyayên Zagrosê, li gundê Kunarê ku dikeve nava tixûbê herêma Kurdistanê, ji alî arkeologên Fransî ku ji sala 2012 an ve li vê derê lêkolînan dikin, bajarekî ku heta niha ji alî tu kesî ve nehatiye keşifkirin û behskirin hat dîtin.

Arkeolog Christine Kepinski, di kovara Navenda Lêkolîna Zanyarîya Netewî (CNRS) ya Fransa dibêje: “em li vir, ne li hêviya kifşkirina bajarekî bi vî rengî bûn.

Serokê projeyê Alîne Tenu, dibêje ku “di lêkolînên heta niha ku li dor û berê Mezopotamya hatine kirin, lê gelek tiştên ku di derbarê mirovên ku li vê herêmê jîyane nayên zanîn, agehdariyên nuh pêşkêşî me dike.”

Li Kunarê ya ku li rexekî Zagrosê avabûyî ye, pênc cîh hatîye kolan: dirb û şopa asasê kevirên mezin ku bi metreyan dirêj dibe, govek mezin ya sewalan, çandinî û avedanî derxist holê.

Nivîsa Bizmarî

Li gorî pisporê nivîsa bizmarî yê CNRS Philippe Clancier: “Nivîsên bizmarî yên li bajar, rêdide ku di derbarê nivîsîna bizmarî yên Akadî, Sumerî û hemû cîranên xwe yên der û dora Mezopotamyayê jî xwedî têgehîştinek asasî ne. Agehdariyên ku di ziman de veşartî, dikare jîyan û têkelîyên bajar û cîranên wan raserî me bike.”

Heta niha alavên ku hatine dîtin, dewlemendî û têrbûna bajar û pêwendiyên bazirganî yên bi herêmên dûr re rêdide.

Birra lêkolîner, ji bo çarenûsa vî bajarê wenda û derveyî rêzê zelal bike û navê vî bajarî nas bike, wê kolandina xwe berdewam bikin.
Kurdî: Netewe (Çavkanî K24 / iflsciense)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *