Artêşa Îraqê du cotyarên Kurd li Sergeranê girtin

Zêdebarî kontirolkirina aloziyên navbera cotyarên Kurd û Erebên hawirdekirî yên sinorên Kerkûkê, artêşa Îraqê bêalîtiya xwe neparastiye û du cotyarên Kurd girtine.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo îro (În, 10.05.2024) li sinorên Kerkûkê ragehand, “Artêşa Îraqê du cotyarên Kurd li Sergeranê girtine”.

Hêmin Delo amaje jî da, “Erebên hawirdekirî li Sergeranê çûne ser maleke Kurdan, herwesa cotyarên Kurd jî gefên şewitnadina çadirên Erebên hawirdekirî dikin ku ev çend roj in vedane”.

Peyamnêrê K24ê bal kêşa ser wê yekê jî ku, rewşa Pelkaneyê ber bi aloziyê ve diçe û îmkana çêbûna şerî di navbera cotyarên Kurd û Erebên hawirdekirî de heye”.

Roja Çarşemê, 08.04.2024, alozî di navbera Erebên hawirdekirî û cotyarên Kurd de li sinorên Sergeranê û li gundê Pelkaneyê çê bû û paştir ew rewş hat kontirolkirin.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo li gundê Pelkaneyê ragehand, “Erebên hawirdekirî xwast zêdetir givaştinê bixin ser cotyarên Kurd û erdê wan dagir bikin”.

Hêmin Delo herwesa got, “Cotyarên Kurd li beranberî Erebên hawirdekirî rawestiyan û di encamê de alozî çê bû û paştir jî Erebên hawirdekirî di navbera xwe de rûbirûyî hev bûn û alozî di navbera wan de çê bû û li dawiyê çadirên xwe ragirin”.

Cotyarên Kurd jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Armanca Erebên hawirdekirî ew bû ku erdê me Kurdan dagir bikin”. Herwesa got, “Fermandeya Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê rê dabû wan ku erdê me dagir bikin”.

Cotyarên Kurd ron jî kir, “Ew kesên vê têkdanê dikin pênc malbat in û bi awayekî fermî hatine qerebûkirin û peymanên wan hatine hilweşandin”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *