Komeleya KES-Belgiumê şahiyek li dar xist

Bi pêşengiya komeleya KES-Belgiumê (Civaka Kurdên li Ewropayê-Belçîka) li bajarê Asse Belçîkayê 16’ê sibatê ji bo çand û hunera kurdî bi pêşangeh û konserekê, şahiyek hat lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de nûnera Federasyona Navneteweyî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) a li Yekitiya Ewropayê (YE) û seroka komeleya KES-Belgiumê Karîna Wezîr axivî.

Karîna Wezîr ku keça nivîskarê kurd Wezîrê Eşo ye, diyar kir ku wan şahî wek komeleya KES-Belgiumê li bajarê Asseyê ji bo çand û hunera kurdî li dar xistiye û wiha got: “Armanca me ew e ku em bi vê xebatê û xebatên wek vê, çand û hunera hunermend û civaka kurd ragihînin civaka Ewropayê û wê bidin nasîn da ku bi vî awayî di navbera her du civakan de bibin pir.”

Di pêşangeha şahiyê de berhemên wênekêşê kurd Cemal Kalîl ê li Almanyayê dijî, hatin nîşandan. Mijarên berhemên Kalîlî aştî, lihevkirin û hevfêmkirina navneteweyî bûn. Her wiha muzîkjen û dengbêjê kurd Hekîmo jî ku xwedî şarezayiyeke pir kompozîtor e, sazbendiya kurdî pêşkêşî temaşevanan kir.

Şahiya ku nûnerên gelek sazî, dezgeh û partiyan beşdarbûnê, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ê li YE’yê Celawar Ajgeî, nûnerê Beşa Çandî ya Şarederiya Asseyê Hertz Heyvaert, serokê Şêwra Aliyê Pirsên Çandî ya Şarederiya Asseyê Kurt Kalaerts,  rêveberê Karên Civakî yên Şaredariya Asseyê Rîk Baerdemayker û seroka rêxistina V&M’ê ya partiya CD&V’ê ya Şaredariya Asseyê Greta Aker jî tev li şahiyê bûn û di şahiyê de axivîn.

Şahiya ku 5 saetan berdewam kir bi kêfxweşiya mêvanan bi dawî bû.

https://e-rojname.com/bs-cand/80641/

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *