Dozgerê Sêwregî

Bîranînên Hefsê

Di sala 1994an de, dema me li hefsxana Elbîstan cezayê xwe dibuhart, ji Edenê, Meletê û hin girtîgehên din gelek girtî anîn hefsxana Elbîstanê. Hefsa Tîpa-E kirin girtîxane. Hin rêbazên dîsîplîna leşkerî ji wan xwestin. Bi taybetî gotin: ‘‘dema em hatin hejmartinê, hûnê tev leşkerkî û nîzamî têkevin rêzê û bi rêz û dengê bilind hejmara xwe bêjin. Girtîyên Kurd yên vêya qebûl nekirin, gardîyana bi daran êrîşî wan kirin û hin birîndar kirin.

Piştî êrîş û lêdana gardîyanan, hêsîrên Kurd, bi me yên cezagirtî re pêwendî danîn û bi me şêwirîn û gotin: ‘‘hûn xwedî tecrûbe ne, loma divê em çi helwestê deynin?‘‘

Me jî ji wan re got: ‘‘em jî bi we re, divê em vê helwest û êrîşa rêvebirîya hefsê protesto bikin! Ji niha û pê de, em têkevin rojîya bîrçîbûnê. Heta îdare neyê bi me re danûstendin neke û daxwazê me qebûl neke, em dev ji rojîyê bernedin! Bi tu şêweyî bi wan re muhatap nebin; ger daxwazek wan hebe, bila werin bi me re bipeyivin!‘‘

Piştî 17 rojê rojîya birçîbûnê, midûrên hefsê daxwazên me qebûl kirin; daxwazek me jî `me û girtîyan bera nav hev bide.` Piştî çend rojan, dozgerê hefsê me şand hefsa Goksu. Dema wezaret bi şandina me ya Goksu hesîya, me bi şûnde birin hefsa Elbîstan û di demek kin de jî şandin çend hefsên ku wezaretê hilbijartibû. Min jî hefsa Manîsa ya Tîpa-E hilbijart.

Hefsa Manîsa, tevlî ku tevgera me lê teng bû, hefsa ku me lê herî rehet kir! Em qawîşek tenê sîyasî bûn. Nav me û mahkûmê adlî girtî bû. Lê derîyên razanxane, xwarinxane û hewşê ji sibehê heta êvarî vekirîbûn. Tiştê em têgehîştin, mahkûmên hiş û derûnîya wan xerab dibû, ji bo tîmarê dianîn nexweşxanê, li hefsa Manîsa digirtin. Loma xwarina wê jî baştir bû.

Li hefisxana Manîsa, ji bo du doz ji bo daxuyanîya bûyerên Sêwas û Licê li min vekiribûn, min derxistin dadgehê. Li dadgehê jî min îmzekirina daxwîyanîyê parast û parastina sîyasî kir. Ji bo her dozekê neh meh cezayê hefsê û 100.000 cezayê pere (yanî 18 meh hefs û 200.000) li min birî û got tu cezayê pere nede, ewê jî werdigere cezayê hefsê. Lê ji bo ku ev ne cezayê giran bû, heta Yargitay (Dadgeha Bilind) erê nekira, ez negirtî dihatim darizandin.

Serdozgerê Manîsa ku li karê hefsê dinerî, bi eslê xwe Sêwregî bû. Di got: ‘‘ji malnişîna (teqawît) min re hidik maye!‘‘

Dozger, tu demê ji me re pirsgirêkek dernexist. Li pêş me bangî midûrê hefsê kir û jê re got: ‘‘binêre, dema ku ez ne amade bim, tu demê hûnê li vê qawîşê lêgerînê nekin!‘‘

Dozger, dê her hefte ji bo lêgerînê bihata qawîşa me. Dema dihat jî hertim pê re ya bînbaşî yan albayek an serbazekî bi bi rutbe yê pilebilind hebû.

Dema lêgerînê, em tev li devê derî dipelandin û derdixistin hewşê. Lê leşker an gardîyan li dij me nediketin helwestek bêrûmetî. Gardîyan û leşker li jor, bêyî tevîlîhevkirin û hilşandina alav, pirtûk, cil û bergên me tevlî midûrekî, razanxane û xwarinxane saxtî dikirin, dozger, efser û midûrekî hefsê jî li hewşê diman.

Ya cara lêgerîna qawîşa me ya pêşî bû an ya dudoya bû, Dozgerê Sêwregî, bangî min kir û pirsî:

-Xorto tu ji ku ye?

-Ez ji Mêrdîn im!

-Li Mêrdîn Ereb hene. Ma qey tu Ereb e?

-Na ez Kurd im. Li Mêrdin Ereb hindik in; loma şênîyê bajêr pirranî Kurdin, hin Kurd jî bi Erebî dipeyivin!

-Tu ji kîjan eşîretê ye?

-Em wek eşîret Gabarî ne; lê ji bavikekî qebîleya Meşkîna ne. Meşkîna navê gundekî Dêrika Çiyayê Mazî û navê gundekî Qoser e jî!

-Min li Dêrikê Serdozgertî kirîye! Ez gelek eşîrên wê heremê nasdikim!

-Eşîrên derdora Mêrdîn û navçeyên wê tev Kurd in û bi Kurdî dipeyivin!

Dozgerê Sêwregî, her hefte ku dihat lêgerînê, bangî min dikir û kêm zêde di nav min û wî de hevpeyvînek bi vî rengî derbas dibû.

Ez ji xwe re hizirîm! ‘‘Ev dozger her hefte tê, van pirsa ji min dike û ez jî yek bersîvê didimê, gelo dozger xurifî ye yan armancek wî heye!? Gelo dema li Kurdistanê û di nav Kurdên xwe de jê re bûye hesret ku yek bêje ez Kurd im!? Lema her hefte van pirsa ji min dike! Gelo dixwaze bi albay û yarbayên kêleka xwe bide zanîn, binêre vî Kurda muebed ceza xwarîye, hîna jî ji Kurdbûna xwe nayê xwar!‘‘ Ez di armanca dozger de baş negihîştim! Lê wek ku kêfa wî dihat ku min bi xweristî digot: ez Kurd im!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir