Çapa duyem a berhema zimannas Deham Ebdulfettah a bi navê “Komek Arîşe û Hêvîya Zimanekî Yekbûyî” ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hat çapkirin.
Çapa yekem a vê berhemê, sala 2018an hatıye weşandin.
Deham Ebdulfettah derbarê vê çapa nû ya berhemê di pêşgotinê de wiha dibêje:
“Bi baweriya min giringîya vê çapê ji wan mijarên nû tê pelandin, ew mijarên ku di nav piÅŸtgirên parastina reseniya zimanî û piÅŸtgirên sivikbûn û gorankariya wî de bûne cihê nakokiyan, wek nimûne:
1. Tîpa dûbare
2. Tewanga jimarnavên rêzîn
3. Tewanga navên nêrzayên yekjimar
4.  Tewanga verêsê
5.  Sivikbûna paşdaçekan
6.  Bêjeyên lêkdayî (hevedûdanî)
7.  Pevxistina daçekên (bi, ji) û hin bêjeyên piÅŸtî wan”


