KOMARA KURDISTAN

Di dema şerê Cîhanê yê 2. de, Tirkîye û Îran nêzî sîyaseta Almanya û Îtalya ya faşîst bûn û meriv dikari bêje dost û hevkarên hev yên veşartî bûn. Loma Sovyet û Birîtanya artêşên xwe xistin Îranê. Bi ketina van artêşan ya 1941, Mihemed Riza Pehlewî, di dewsa bavê xwe de bû desthilat. Loma di wê demajoyê de, dewleta Îran polîtîka xwe ya li hember Kurdan bi temamî guhert; hinek qedexeyên li hember gelê Kurd hat rakirin û kesên hatibûn nefikirin disa bi şûnde hatin vegerandin.

Gava ku artêşên Sovyet û Birîtanya ketin Îranê, herdû dewlet jî bi îranê re peymanek îmze kirin: Li gorî vê peymanê, artêşên herdû dewletan jî piştî şer herî pir di hundir şeş heyvan de wê Îranê terk bikin. Loma ew di dema dagîrîya Îranê de, ji xeynî Azerbaycan û Mahabadê, têkelî rêvebirina karê dewleta Îranê, yên hundur û derve nebûn.

Weke tê zanîn, hêza Sovyetê ya dikeve Azerbaycan û Kurdistana Rojhilat, xwe wek hêzek azadîxwaz û pişgirê gelê bindest rê da. Loma ji alî herdû gelan bi kêf û şahî hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku hêza Sovyetê ket herêma Kurdistanê, ji bo ku xwe hêzek demî didît û pirsgirêkên girîng dernekeve pêşîya wan, diviyabû bi gelên xwecî yên herêmê re têkilîyên xweş deynin. Loma Karbidestê dewleta Sovyetê, têkelîyên xwe bi rewşenbîr, axa, şêx û serokeşîrên Kurd re danîn û wan vexwendî Sovyetê kirin. Li ser wê daxwazê civata Kurd, heyetek şand Azerbaycana Sovyetê. Piştî ku ew heyet vegerîya, di 16 Îlon 1942 yan de, civînekê li dar dixin û bi navê Komeleyî Jîyaneweyî Kurd, bi kinahî Komel, rêxistinekê ava dikin. Komel di demek kin de bi hêz dibe û bi navê Niştîman rojnameyekê derdixe. Şêweyê Alarengîn yê dawîn û sirûda ey Reqîb jî ji alî rêxistina Komel ve tê amadekirin.

Di 1945 an de, karbidestên Azerbaycana Sovyetê, di bin serokatîya Qazî Mihemmed de disa heyetek Kurd, vexwendî Baku’yê dike. Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Cafer Bakirof, ji heyeta Kurd re pêşnîyara ku di hundir sînorên Azerbaycanê de otonomîyekê bixwazin dike; lê heyeta Kurd vê pêşniyarê napejirîne. Piştre pêşniyara damezirandina Partîyek Demokratîk dike. Ji bo parastina xwe Kurd daxwaza alîkarîya çekan ji Bakirof dikin û Bakirof jî sozê dide ku wê çekan ji wan re bişîne.

Kurd bi bawerîya bi Sovyetê tevdigerin û biryarên xwe didin. Berpirsên Kurd, di her gavavêtina sîyasî de bi berpirsên Sovyetê dişêwirin. Loma ji bo têkilîyên Kurd û Sovyetê yên sîyasî û çandî bi rêkûpêk bimeşe, li ser daxwaza Kurdan, di Îlona 1945 an de, balyozê Sovyetê Haşîmov li Mahabadê komelak bi navê Navenda Têkilîyên Çandî vedike. Di Cotmeha 1945 an de jî, di bin serokatîya Qazî Mihemmed, Rêxistina Komel dicive û navê xwe wek Partîya Demokrat a Kurdistanê diguhere.

Di Mijdara 1945 an de, Sovyet mekînak çapê dîyarî Kurdan dike. Bi vê mekînê gelek pirtûk, kovar û rojname tên çapkirin. Di wê demê de, dest bi derxistina rojnama Kurdistan jî tê kirin.

Azerbaycana Îranê, di 12 Berçile 1945 an de, Komara xwe îlan dike û dixwazin Kurdistan jî di hundir sînorê wan de wek herêmek otonom bêt dîtin, lê Kurd vê daxwazê red dikin. Pêşewayên Kurd, ji berpirsên Sovyetê re dibên; “Tu kes nikare me zorgayî ketina bin desthelatîya netewak ji xwe bi şûndetir bike, heger em têkevin zorek werê, wê gavê em li hemberî desthilatîya Îran dernayên”.

komara kurdistanê2Di 22 Çile 1946 an de, piştî ku Qazî Mihemmed agahdarî dide berpirsên Sovyetê, li Mahabadê li meydana Çarçira Komara Mahabadê îlan dike. Ji bo parastina Komarê artêşeke netewî hat sazkirin. Hêza Pêşmerge, cihê hêza polîs û leşkerên dewleta Faris girt. Wê gavê Mistefa Barzanî tevlî 2000 pêşmergeyên xwe beşdarî artêşa Komarê bû. Karbidestên Sovyetê çekên sivik, li dora 5000 tufengên Brno û Martînî ku ji artêşa Îranê stendibûn, dide artêşa Kurd. Wê gavê hejmara leşkerên Komara Mahabadê digehîje 13.000 an.

Bi avabûna Komara Mahabad re, zimanê Kurdî dibe zimanê fermî yê yekemîn; dibistanên Kurdî hatin vekirin; pirtûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî hatin çapkirin û weşandin. Tiyatroya Kurdî hat avakirin û yekem car, jina Kurd, beşdarî jîyana sîyasî û çandî ya welat bû. Karmendên
Kurd, cihê yên Faris û Azerîyan girtin

Komara Mahabad, tenê li der û dora Mahabadê desthilatî dikir. Lê bajarên Bane, Serdeşt, Saqiz, Sine û Kermanşah’ê hîna di bin dagîrîya Îran û Brîtanya de bûn. Artêşa Kurd jî dixwest hemû bajarên Kurdistanê rizgar bike. Birîtanya û Emrîka destûr nedida ku ev herêm têkevin destê Sovyetê. Loma her du dewletan jî bi israr dixwestin Sovyet ji Îranê derkeve.

Kurdistan MahabadArtêşa Kurd biryar da ku êrîşî hêzên dagîrker yê li Saqizê bike, lê berpirsên Sovyetê bi tundî li hemberî vê daxwazê derketin û gotin; “bi tu warî em alîkarîya we nakin”. Di buhara 1946 an de, Sovyet leşkerên xwe ji Îranê bi şûnde kişand.

Piştî ku Sovyetê artêşa xwe ji Azerbaycan û Kurdistanê kişand, bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd ya bi aşitî, dewleta Îranê Qazî Mihemmed, di tebaxa 1946 an de vexwendî Tahranê kir. Serokwezîrê Îranê pêşniyara ku Kurdistan di hundir sînorê Îranê de, ji alî walîyekî ve bêt îdarekirin kir. Ev pêşniyar bi Qazî Mihemmed maqûl hatibû, lê bi serê xwe nikarîbû biryar bidaya. Piştî ku bi balyozê Sovyetê şêwirî, balyoz, li hemberî vê pêşniyara Îranê derket; pejirandina vêna li hemberî Komara Azerbaycanê wek îxanetekê şîrove kir. Lewra di vî warî de, di nava Azerbaycan û Komara Kurd de peymanek hebû.

Archi MahabadDi heyva Îlona 1946 an de, alîgirê Ataşeyê Emrîkî Archi Roosefelt, bajarê Mahabadê zîyaret kir; bi berpirsên Komara Mahabadê re peywendî danî. Ji Kurdan pêşwazîyek baş dit. Wê gavê dibê ku “di rewşek werê de, Dewletên Emrîka yên Yekbûyî, ku nikaribe piştgirîya destxistinên Kurdan bike jî, tu egerek mafedar tuneye ku li hemberî bidestxistinên Kurdan derkeve. Lê piştî du heyva ku dewleta Îran, biryara ku ji nû de Azerbaycan û Kurdistanê dagîr bike stend, balyozê Emrîka George F. Allen bi daxwîyanîyekê piştgirîya vê helwesta Îran ya mêtinkar kir.

Dewleta Îran biryar girt ku di 12 Berçile 1946 an de, leşker bişîne Azerbaycanê. Ji bo ku Sovyet wan neparast, karbidestên dewleta Azerbaycanê reviyan Sovyetê. Dewleta Îran, bêberxwedana Azerîyan ket Azerbaycanê.

Piştî ku Îran biryara dagîrîya Mahabadê stend, Komara Mahabadê heyetekê şand Tebrîzê, cem balyozê Sovyetê Haşîmov. Ew jî ji wan regot; “metirsin, tişt nîn e”.

Di wê demê de, desthilata Kurd di bin serokatîya Qazî Mihemmed de, di 5 Berçile 1946 an de ji bo parastina Mahabadê, komîtak şer ava dikin. Piştî biryara dewleta Îran ku têkevin herêma Komara Mahabadê, weke ku Sovyet tu helwestê rê nade, serokê eşîra Şikakan Umer Xan û hinek axayên din bi rêya balyozê Emrîka yê Tebrîzê ji desthilata Îranê re têl dikişînin ku wê girêdayî wan bin.

Piştî ku Kurd, dinêrin artêşa Îranê ket Azerbaycanê û Sovyet bêdeng dimîne, berevacî vêna jî Emrîka û Brîtanya, bi her awayî piştgirî û hevalbendîya dewleta Îran dikin, baş dizanin ku bi çekên xwe yên sivik nikarin bi artêşa Îran, loma ji bo ku xisarek mezin çê nebe, di 17 Berçile 1946 an de bajarê Mahabadê radestî artêşa Îran dike.

Di 21 Berçile 1946 an de, serokê artêşa Îran Hûmayûnî, 45 kes ji serok, rêvebir û karbidestên Komara Mahabad û Partîya Demokrata Kurdistanê, li avahîya beledîya Mahabadê dicivîne. Doza çekên ku Sovyetê dabûn wan û yên ku artêşa Kurd, ji artêşa Îran stendibûn, li wan dike û piştî civînê, wan tevan davêje zîndanê.

Dewleta Îran, di 23 çile 1947 an, bi darazek leşkerî ya ji raya giştî re veşirtî, pêşewayê Kurd Qazî Mihemmed, Birayê wî Evdilqadir Sadrî û pismamê wî Mihemmed Huseyîn Seyfî bi cezayê mirinê ceza dike û di 30 Adar 1947 an de tevlî hevalbendên wan yên din wan bi dar dadikin.

Piştî ketina Komara Mahabad, hemû sazî, dezgeh û qanûnên dewleta Kurd hatin qedexekirin; pirtûk, kovar, rojnameyên Kurdî û prwerdeya bi zimanê Kurdî hat qedexekirn û zimanê fermî dîsa bû yê Farisî.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *