Kolandina Xendekan alîkarîya bicîanîna polîtîkayên PKK dike

Bêguman xendekên weha li ser psîkolojî û moralê me kurdan bandorek xirab pêktîne! Him Keys û fesala dijminatîyê jî dixe desten nehezan!

Ev çend rojin ku ji alîyê Hukumeta Kurdistana Federal ve li ser sînorên navbera herdu perçeyên Kurdistanê ku huvde kilometer dirêj Xendek tênkolan. Argumentên egerên kolana vê Xendekê pirsgirêka terorîzmê û qaçaxçîtî û biryara hukumeta Iraqê tê nîşandan.

Bi ya min yek ji vana jî, ji bona kolandina Xendeka navbera perçeyên Kurdistanê bi destên Kurdan mafdar nake. Ev kiryar bi tu rêyî nayê parastin!!
Bêguman di navbera perçeyên Kurdistanê de bi çi egerî dibe bira bibe kolandina XENDEKAN nexweşe, nebaşe!

Bêguman tu egerekî maf nade me ku em kurd bi destên xwe sînorên daxkirî ku li ser welatên me xistine bi destên xwe qeyimtir bikin!

Bêguman xendekên weha li ser psîkolojî û moralê me kurdan bandorek xirab pêktîne!

Bêguman em nikarin kiryarên weha bipejirînin!

Bêguman ev kareke xelete, çewte rêya wê ya parastinê tuneye!

Bêguman ev kar, Keys û fesala dijminatîyê jî dixe desten nehezan!

Bêguman ger armanc parastina Herêma Kurdistana Federal be gelek rêyên cudatir jî hene!

Bêguman rewşa Herîma Kurdistanê û teknolojîya îroyin parastina 17 km di deyştêde bêçare nîne!

Bêguman ji vê Xendekê yê herî kêfxweş PKK ye ji ber ku; ew parêzvanê Mîsak-Î Millî ye û bi vekirî diparêze!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; di vê dema ku baştir bibe Tirkîyeyî ku prosesa HDP teva dibe pêwistîya wê bi gengeşî û balkêşîyek cudatir heye!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; di êrîşkirin û jinavbirina partîyên kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistanê (biyaxetê) pêwistî bi gengeşîyek weha heye!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; ew bi perçebûîya heyî jî qayil nabe û Kurdistan Başûrê Rojava dinav xwe de jî perçetir dike!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; ew Kurdistana Bakur jî bi xwelîserîya Demokratîk ve dixwaze perçe perçe bike!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; ew sînorên ku mêtinkaran li ser Kurdistanê kişandine dibarêze!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; ew her avabûnîyek neteweyî bi îxanet dizane!

Bêguman yê ji vê Xendekê kêfxweş PKK ye ji ber ku; ev hêza wê li Kurdistana Başûrê Rojava qayimtir dike!

Ev xendek wek fersendek bêhempa hat berdestên PKK, bi zanatî yan binezanatî ev bû piştgêrîyek mezin jibana guhertina rojevê.

Ne gengeşeya Tirkîyebûnîya PKK ê ma, ne gengeşeya girtin û lêdan û qewirandina endamên partîyên Kurdistanî ji Kurdistan Başûrê Rojava ma! Ne gengeşeya li ser kantor û encamên wê man! Ne jî parastina Xweserîya Demokratîk jibona Tirkîyê ma!

20-04-2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *