Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, du çekdarên DAIŞê ku xwekuj bûn, berî ku xwe li ser cadeya Piştêneyê ya Kerkûkê biteqînin, ji aiyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê Emîd Mîqdad Mîrî îro (Yekşem, 15.09.2024) ragehand, “Bi bizaveke hewalgirî û operasyoneke cuda, şaneya hewalgirî ya Falkonê kariye du teroristan li devera Penca Eliyê ya parêzgeha Kerkûkê dorpêç bikin û teqeyê lê bikin.” Herwesa got, “Diyar bû ku şûtikên bombekirî li ber wan teroristan bûn û hatine kuştin.”

Li dû zanyarên polîsan, motorek bi her du çekdarên DAIŞê re bû, polîs û dezgehên ewlehiyê bi dû wan ve bûn û bi wan re rûbirû bûn. Di nav wê motorê de jî bombeyek hebû, ji bilî ku şûtikên bombekirî di ber wan bi xwe jî bûn.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo ragehand, “Termên wan her du çekdaran di destên hêzên ewlehiyê de ne û şûtikên wan ku bombekirî ne hatine pûçkirin, heta niha jî nasnameya wan her du xwekujan eşkere nebûye.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *