Jîn Îsa,xwendekareke pola 12an e û ji Qamişloyê ye.
Jîn, ji bo tomarkirina navê xwe çû Şamê lê nehat qebûlkirin. Niha ditirse ku nikaribe beşdarî ezmûnan bibe.
Ji bo ku keda 12 salan vala neçe, 900 kîlometreyan çû Şama paytexta Sûriyeyê lê bê encam vegeriya.
Bi hezaran xwendekarên polên 9 û 12an ên Rojavayê Kurdistanê, ji ber girtina navendên ezmûnan, ditirsin ku ji mafê beşdariya ezmûnan bêpar bimînin.
“3 sal in em xwe amade dikin”
Xwendekara bi navê Jîn Îsa dibêje, “Sê sal in ez xwe ji bo ezmûnên lîsansê amade dikim.
Ez diçim kurs û dibistanê, rojê 5-6 saetan dixwînim. Dema bo ezmûnan tomarkirinê gotin li vir tune ye û divê em biçin Şamê.”
“Berî heftiyekê ez çûm Şamê. Belge ji me xwestin. Hejmara xelkê gelek bû, trafîk tunebû û dibistan dûr bû.
Gelek zehmet bû. Em sih hezar xwendekar in û divê hemû biçin wir. Ev bandorê li jiyana me dike.
Malbatên me nikarin me bibin. Divê wezaretên Rojava û Şamê li hev bikin û em li parêzgehên xwe ezmûnan bidin.”
Malbat jî rastî zehmetiyan tên
Nakokiyên li ser pirsgirêka xwendinê barê malbatên Rojavayê Kurdistanê jî giran kiriye.
Dayika Ruqeya Mistefa dibêje, “Ez dêya du zarokan im, yek pola nehan û yek lîsansê ye.
Ev sê sal in diçin kurs û dibistanê. Niha ji bo tomarkirina ezmûnan çûn parêzgehên din.
Divê 3 mehan li wir bimînin. Mehekê keça min a pola nehan û meha heftan a bekelorya ezmûnan dide.
Derûniya zarokên me dê gelekî biguhere ji ber ku wê herin cihekî xerîb.”
Lihevkirina bêencam
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 13 û 14 Nîsanê, bi navbênkariya UNICEFê bi Wezareta Perwerdeyê Sûriyeyê re civiyane. Lihevkirin ji bo ezmûnan çêbûye lê heta niha Wezareta Perwerdeyê ya Şamê bersiv nedaye.
Li Qamişlo, komeke xwendekar û malbat li ber avahiya UNICEFê kom bûn xwestin navendên tomarkirina ezmûnan bên vekirin.
Mijar bûye siyasî
Jêderekê ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji Rûdawê re eşkere kir ku mijar ji destê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê derketiye û bûye pirseke siyasî û dê tenê li ser maseya dan û standinan bê guftûgokirin.
Li gorî amarên fermî, nêzî 35 hezar xwendekarên polên 9 û 12an li Cizîr û Hisîçayê hene. Navendên herî nêzîk li Dêrazor û derdora Reqayê ne, herî kêm 300 kîlometre dûrî Qamişloyê ne.