Vegera koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê di 4ermîn roj de berddewam dike, Îro bi sedan malbat, derbasî Efrînê bûn û ji aliyê Rêxistina Xêrxwaziya Barzanî ve têne pêşwazîkirin.
Jineke Kurd di daxuyaniyeke taybet ji Welat TV re dibêje: Spas ji bo Xwedê piştî 7 salan em vegeriyan welatê xwe, bi hêvî ne her kesek vegere warê xwe.
Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziyê dike
Nivîsgeha Dezegeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Welat TV re da diyarkirin ku 4 remîn roj de pêşwazî li malbatan dikin û alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.
Nivîsgeha Dezegeha Xêrxwazî ya Barzanî her weha got, tîmên wê yên pizîşkî guhdanê didin nexweşan û wan pişkinîn dikin.
30 hezar vegeriyane
Duh rêxistina Efrînê Partiya Demokrata Kurdistanê Sûriya di daxuyaniyekê tekez kir ku di 3 rojan de 25- 30 hezar koçberkirî derbas Efrînê bûne, û bas şandine Şehbayê da ku malbatên asê mane vegerin Efrînê.
Welat