Sala nû ne bes bi hêvîyan, lê bi siyasetên rast dikare bibe destpêka serkeftinan

Di vê roja ku em ji 2016an  derbasî 2017an dibin, li her çar perçeyên Kurdistanê jî  şer , kuştin, nexweşî û xem û bêtifaqî wekî ewrekî reş li ser miletê me digere.

Dijmin û xêrnexwazên gelê  Kurdistanê çi bi destê DAIŞ a hov, çi jî bi plan û stratejî û lehîstikên kûr û tarî, di sala 2016an jî rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê girtin.Krîza sîyasî ya li başûrê Kurdistanê jî, mixabin bû sebebeke esasî ku îlan kirina serxwebûnê  bi paş ve bikeve.

Îran, Tirkîye, Esad û Bexda, ji bo axa  Rojavayê Kurdistanê nebe yek û ji bo ku li wê derê statuyek bi destê Kurdan nekeve, hevgirtin  û êrîşên  xwe yên pir alî di 2016an de jî  berfirehtir kirin.Bêtifaqîya û tunebûna îdareyeke hevbeş ya  Kurdan jî rê ji vê siyasetê re xweştir kir.

Di sala 2016an de jî  li Rojhilatê Kurdistanê  dîsa  darvekirinên Kurdan û  midaxaleyên Dewleta Îranê yên li her çar perçeyên Kurdistanê yên ji bo rê li ber azadîya Kurdistanê bigire, berdewam bû.

Dewleta Tirkîyê bi planeke dûr û dirêj, di 2016an de careke din şer destpê kir û xwest destkeftinên gelê me û rêyên xebatê yên siyasî û sivîl yên xebatê ji holê rake. Aşkere ye ku PKK jî, bi sîyaseta xendek, barîkat û teqînên li nav bajaran, rê ji vê sîyaseta dewletê re xweştir kiriye.

Mixabin di demeke ku hemû dijminên gelê me bi gelek rê û rêbazan dixwazin  zerarê bidin welatê me, bidin doza azadîya Kurdistanê; li her çar perçeyên Kurdistanê jî, siyasetên xelet, bê tifaqî û tunebûna hişmendîyeke stratejîk ya netewî,  rê ji plan û êrîşên xêrnexwazan re xweştir dike.

Rêya serkeftinê di van sê xalên esasî de veşartî ye:

Yekem; Plan, nexşe rê, stratejî , xebat , têkoşîn û hişmendîyeke netewî, Kurdistanî ku destkeftin û berjewendîyên her çar perçeyên Kurdistanê jî bide ber çavan, biparêze.

Duwem;Yekiti, tifaq, hevkarî, hemahengî û koordînasyona li her perçeyên Kurdistanê û di navbera perçeyan de.

Sêyem; Di peywendîyên navnetewî de divê Kurd sîyaseteke ku dijminên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde bikin bimeşînin.Divê em  di navbera berjewendîyên dewletên  mezin yên ku xwedî rol  in û yên Kurdan de pirên xurt ava bikin, wan zêdetir nêzî hevdu bikin.

Rêya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî, ya bidestxistina statuyekê li ser axa yekgirtî ya Rojavavayê Kurdistanê jî, ya geş kirina doza azadîyê ya li Rojhilatê Kurdistanê jî, ya ji nû ve vejîneke sivîl û sîyasî  û bidestxistina mafên netewî demokratîk ya li bakurê Kurdistanê jî, bi van hersê xalên bingehîn ve girêdayî ne.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê îro gava herî nêz û staratejîk e ku dikare qedera  hemû Kurd û Kurdistanîyan  ji binî ve biguhere. Ji ber vê yekê jî, di meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê de piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û ya gelê me, wekî wazîfeyeke dîrokî li ber hemû Kurdên cîhanê ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *