Jimara pêncem a Kovara Kund hat çapkirin

BasNews- Kovara kitêb, huner û çandê Kund jimareya pêncem çap kir. Kund bi vê jimarê ket sala xwe ya duyem. Derbarê vê jimarê de edîtoriya Kundê wiha dibêje:

“Ev jimar bi sê tiştên xwe ji jimarên din cuda dibe.

Cudahiya yekem ew e ku me cara ewil nivîskareke jin, Fatma Savci, kir dosye û me nehişt destê mêran bi dosyeyê bibe; edîtora dosyeyê jî tê de hemû nivîskarên dosyeyê jin in û hin kesan cara ewil ji bo Fatma Savciyê nivîsî. Ji bilî dosyeyê jî nivîsên jinan hene, em dikarin bibêjin jinan mora xwe li vê jimarê xist.

Cudahiya duyem ew e ku me nivîsên li ser kitêban zêde kirin. Di kunyeya Kundê de serê pêşî “kitêb” tê û me xwest em heqê vê yekê bidinê.

Cudahiya sêyem belkî cudahiya herî mezin e. Kund di sala xwe ya duyem de bi mîzanpaj û sêwirandineke bi temamî nû û dînamîk dikeve destê xwîneran. Em bi gelek rexneyên di vî warî de rûbirû dibûn û me got êdî bes e. Em bi Şemal Medyayê re xebitîn û mala wan ava be, wan karekî nûwaze pêk anî.”

Herwiha edîtoriya kovarê aşkere kiriye ku dosyeya jimara şeşem a kovarê dê li ser Ciwanmerd Kulek be ku di temenekî ciwan de gelek berhem dane.

Naveroka jimareya pêncem a kovarê wiha ye:

DOSYE

Hevpeyvînek bi Fatma Savci re – Ronya Bewran

Temsîla Jinê di Helbesta Fatma Savci de – Güneş Kan

Fatma Savci û Hêza Helbestê – Evîn Şikakî

Li Pey Şûna Peyvên Winda: Ristika Morîkan – Gulik

Temayên Helbesta Fatma Savci – Hacer Kevir

Xwendina Xewnan – İklim Oral

Zimanê Mê di Helbesta Fatma Savci de – Ronya Bewran

NIVÎSAR

Ji Dostoyevskî ta Nietzsche Şerpezetiya Hespan – III – Ciwanmerd Kulek

Mîrê Zimanê Kurdî – Reşo Zîlan

Çima Em Kitêban Heta Dawiyê Bixwînin? – Tim Parks (Wer. Umran Aran)

Pêdeçûnek li ser Çîrokên Burhan Tek – Umran Aran

SÎNEMA

Xeyala Xeyalekê: Li dû Deng û Nêrînên Winda Sînemaya Angelopoulos – Pınar Yıldız

Loveless Ango Heza Winda – Miradê Miradan

KITÊB

Dîn e û Tije Şîn e Dinya… – Aynur Ilı

Lênûska Leyla: Ber bi Avabûna Rengekî Yekgirtî ve – Ferzan Şêr

Nirxandina Niviştek û Nivîsekê – Ardî Zêdo

Bîr an jî Rêwîtiyek û Du Veger – Bajar Mîrzeman

Li ser Ev Rê Naçe Bihuştê – Evdal Baqî

Rabirdû Barek e, Hemû Yar li wir in… – Burhan Tek

Hefsar: Çîroka Germiyan A Trajîk – Xelîl Semed

WEŞANGER

Weşanger Azad Zal (Weşanên J&J)

TAYBET

Wêneistan

BÎRANÎNEKE BÎRMENDEKÎ

Nameyeka Dîrokî û Serpêhatîyek – Mistefa Aydogan

NIVÎSA YEKEM

Neqş – Ranya Zağlı

Korku Stefan Zweig – Ayşegül Altınkılıç

KITÊBA BER SERÊ MIN

Wehşê di Hundirê Min de – Helîm Yûsiv – Xecê Zana

Îtbarî – Wezîrê Eşo – Kerem Qoserî

SERPÊHATIYA KITÊBEKÊ

Nivîskarê Min Derew Îstismar Kirin – Şeveke Îstismar

 NÛÇEYÊN EDEBIYAT ÇAND Û HUNERÊ

Wênesaz Azad Heme Şeyhanî Xelata Yekembûnê stend

Rojnameger Zehra Doğanê li Parîsê Xelata Azadiya Derbirînê stend

Fanzîna Fotografiyê Flashhilatê dest bi weşanê kir

Madonnaya Mantokurk Lê êdî bi kurmancî ye

12 Pêtên Belav belav bû

Nehberka Yeqîn H. derket

Kovareke nû derket: Kurd’Înalco

7.Festîvala Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin

Şener Özmen “Bêhêvîtiyeke Nû” li dar xist

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/521710

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *