Li Amedê ji binê 3 giran berhemên dîrokî ku dîroka wan digehê 7 hezar sal hatin derxistin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê berhemên dîrokî yên ji binê 3 girên ku dê bikevin binê bendava li ser Çemê Embarê ava dibe, hatin derxistin û wek halên wan ê bi hezaran salan berê, tên amadekirin.

Li ser Çemê Embarê, dê ji aliyê Rêveberîya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) bendavek bê avakirin û girên Embar, Kendalê Hecala û Girê Fila dê di binê bendavê de bimînin.

Ji sala 2018an vir ve, bi serokatiya Rêveberiya Muzeya Amedê û bi şêwirmendîya Prof. Dr. Tuba Okse ya ji Zanîngeha Kocaeliyê xebatên kolandinê dewam dikin.

Di encama van xebatan de, hat zanîn ku di heyama navîn de, jîyana civatî, li cîh û warên Girê Embarê dewam kirîye, li Kendalê Hecalayê, wek warekî demsalî hatîye karanîn, Girê Fîla jî wek goristan hatiye bikaranîn.

Xebatên kolandinê yên li van deran, îsal bi dawî bûn, lê dê sala bê dewam bikin.

Heta niha ji 6 hezarî zêdetir berhemên ji heyama Beriya Zayînê ya 7 hezar sal berê hatin derxistin, li ser berhemên ji wir hatine derxistin xebat dewam dikin.

Niha tîmeke ji arkeolog, restorator, antropolog û dîroknasên hunerê pêk tê li ser wan berheman dixebitin, wan paqij dikin, perçeyan tînin ba hev, belge dikin û wêneyên wan dikşînin.

Rayedar perçeyên hatine derxistin wek puzilan tînin cem hev û wek hezaran salên berê wan dikin yek perçe.

Arkeolog Ozlem Ekînbaş Can a xwendekara doktorayê ya Enstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku ew bi ekîbeke ji 30 kesan pêk tê dixebitin.

Ozlem Ekînbaş Can got komek berheman paqij dike, hinek wan tînin ba hev, hinek belge dikin, hinek wan xêz dikin, hinek jî wêneyên wan dikşînin û wiha pê de çû: “Piştî van xebatan em radestî muzeyê dikin. Li avahiyê kolandinê xebateke pir hesas tê kirin. Xebatên li ser erdê dihatin kirin li vir jî dewam dikin. Berhemên hin caran bûne deh perçe em dikin yek û didin muzeyê.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/10122020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *