Ji DOZê du berhemên nû!
Yek ji kevintirîn weşanxaneya kurdî, DOZ, ev wextekî dirêj e hewl dide kitêbxaneya kurdî dewlemendtir bike.
Bi vê mebestê DOZê ragihandiye ku wan du berhemên nû çap kirine û herwiha berhemeka xwe ya berê jî ji nû ve çap kiriye.
Yek ji wan berheman, romana dawî ya nivîskar Silêman Demir a bi navê Serdema Bêbext e. Demir di vê romana xwe de hewl daye, şerê ku li 2015/16an li Bakurê Kurdistanê rû daye tesîreke çawa li jiyana gundiyan kiriye, binivîse.
“Hersê pismaman pişta xwe bi wî awayî dan wan camêran û berê xwe dan ber bi hêla taxa xwe de. Hiso wê çaxê got:
– Pismamê Xelo, min nexwest ez pêş wan camêran li dijî gotina te bêjim û ez niha jî nabêjim, lê welehî divê ez bêjim ku mirovên baş û medenî, piran û dibistanan nateqînin, rêyan xerab nakin, bankê û trafoyên elektrîkê naşewitînin. Lê xuyaye ku nifşekî nezan û ne medenî darê qedera welatê me girtine destê xwe û bi qeder û pêşeroja welatê me û miletê me dilîzin. Ya jî belkî j bo werankirina welatê me, wilo ji wan re tê gotin. Xelo got:
– Teqez wek te ye pismam, baweriya min jî wilo ye, lê ma ka em karin çi bikin. Qedera me li ber çavên me ketiye ser rêya xerabûnê û em nikarin biguherin. Rastî, wek ku mn got tiştekî pîroz li vir nema ye, hemû tiştên ku ji bo civatê hene, hedef û nîşangehên şer û pevçûnên xwedîgiravî ji bo welêt in. Em û jiyana me jî hedef û nîşangeh in.”
Ji danasîna Serdema Bêbext
Berhama din a ku DOZê çap kiriye, bi navê “Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 – Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê ye. Ev berhem ji gotar û hevpeyvînên ku van salên dawî siyasetmedarê kurd Fuad Onen re hatine kirin, pêk tê.
“Em nikanin çavê xwe ji guherînên dinyê re bigirin. Dinya guherîye, em mecbûr in biguherin. Em neguherin, stratejîya xwe neguherînin, em ê li pê dinyê bimînin û di vî şerê sisêyan de jî em ê bêdewlet bimînin. Lê heger, li gorî heqîqeta dinyaya nû, em xwe bi rêxistin bikin û hedefên xwe yên stratejîk û nexşerêya stratejîk bi zelalî xêz bikin, di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi yekîtî û serxwebûnê, Kurdistan ê derkeve ser dika dîrokê.”
* * *
“Peyva LENÎN tê bîra me, dibêje: “Kadro pir in, kadro tunin” Kadroyên ku kanin pêşengîyê li şoreşê bikin, kadroyên ku hemû jîyana xwe weqfî şoreşê bikin; ew kêm in. Evana jî ciwan kanin bikin. Rêxistinek pêwîst e ku tenê ji şoreşgeran pêk bê. Ev kadro hem kanin vê hişmendîyê belav bikin û hem li gorî vê hişmendîyê dakevin kolanan.”
Ji danasîna “Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 – Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê
Herwiha berham dubare çap bûye jî, çapa sêyem ya 20. Yüzyılın Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm – Di Destpêka Sedsala 20. de Modernîzm û Siyaseta Kurdî e. Ev berhem yek ji giringtîr xebatên pisporê felsefeya siyasetê ya Hasan Yıldız e.
Ji bo zêdetir agahiyên derbarê berheman de dikarin lînka jêrê bitikînin;
https://www.dozyayinlari.com/