Ji bo jiyanek bi rûmet;Lîsta Kurdîstanî serok BARZANÎ

Li Başûrê Kurdistanê atmosfera hilbijartinên parlementoyê û ya serokatîyê her diçe germ dibe. Xuyaye ev hilbijartin ne tenê ji bo gelê Kurd girînge; Ev hilbijartin ji bo dewletên dagirker û neyarên gelê Kurd jî gelek girînge! Lewra ev hilbijartin ji bo demên pêş de jî weke pîvanek civakîye.

Li başûr, tevayî hemû kêmasî û tengasîyan jî, gelê Kurd di van salên dawî de gelek pêşketin bi dest xistine. Berîya her tiştî li dijî dost û neyarên xwe dane îspatkirin ku gelê Kurd jî wek hemû gelan dikare xwe îdare bike û deshilatîya welatê xwe bigire dest xwe. Ev xala hanê jî, tenê ji bo afirandina fikir û ramanên netewî pêvîstîyekî pirr girînge.

Gelê Kurd, di van 8 salên dawî de, him ji bo yekgirtîya xwe ya netewî him jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, gellek gavên balkêş û nêrînî avêtîye. Kesên ne kor be û ne bêûjdan be dikare wan guhertinan bibîne. Di van salên dawî de ez salê carek an du caran diçim Kurdîstana azad. Di hemû çûndin û hatinan de ez guhertinên nû dibînin. Dibim şahidê pêşketinên civakî û aborî. Ez dixwazim bi zimanekî vekirî û bi dil germîyekî zelal bibêjim, çûndin û hatina min ya Başûrê Kurdistanê ne li gor berjewendîyekî aborî an rêxistinîye. Ez weki her Kurdekî dilsoz, li gor şert û qeweta xwe salê carek an du car li pey hêvîyên xwe yên netewî digerim û diçim Kurdîstana azad. Li gor dîtin û bawerîya min pêşketin û destpêketîyên başûrê Kurdîstanê, bingehîna Kurdîstana mezin, berbiçûna serxbûna Kurdîstanê ye. Ji ber vê yekê, ez her sal weke herim hecê ez diherim Kurdistanê. Di hemû çûndin û hatinan de jî, ez dibim şahide gelek tiştan, gellek guhertinan…

Raste, pêşketin û guhertinên li Kurdistana azad li gor pîvanên dewletên cîran an Ewrûpa pirr kêmin. Lê divê em tu carî ji bîrve nekin ku Kurdîstan ne welatek Ewrûpayî ye, ne Tirkîye ye û ne jî Îran e! Kurdîstan ne welatekî serbixwe ye jî! Ji ber vê yekê pîvan û rexneyên me divê li gor şert û desthilatîyên rewşa başûrê Kurdîstanê be.

Pirsgirêk û problemên civata gelê Kurd zêdetirin. Problemên navxwo yî, problemên aborî, problemên bi dewletên dagirker û problemên bi hukumeta navendî ya Iraqê ve gellek zêdene. Em dizanin derûdora gelê Kurd ji alîyê neyarên gelê Kurd ve hatîye girtin. Ji destê van bê, ewê di kevçîyek avê de gelê Kurd bifetisînin. Bi fitne û fesadîyê, bi alîkarîya hevalbendê xwe her roj li Kurdîstanê terorek reş bi kar tînin.

Dewletên dagirker di bin navê “cîrantîyê de” mafê mudaxalê di xwe de dibînin ku dest bavêjin pirsgirêkên civakî. Bi polîtîkayên pişaftinê û xapandinê, bi qeweta pere û dibin sîya olî de, li Kurdistanê ji xwe re alîger hildibijêrin; bizaw û rêxistinan ava dikin, ji bo paşketina Kurdistanê bi giranî dewleta Îran, Tirkîyê û hinek dewletên Ereb sîyasetek hevbêş dimeşînin.

Ev dewletên dagirker bi salane gelê Kurd dixapînin an wan li dijî hev bi kar tînin. Ji bo şerê nawxoyî pêk bê hemû rêyan bi kar tînin. Wusa xuyaye ku dewletên cîran di vê hilbijartinê de ketine tengasîyekî mezin. Lewra neyarên bav û kalên me, ji bo bikaribin civata Kurd ji hev perçe bikin an li dijî hev bikar bînin, hemû hêz û qewetên xwe seferber kirine. Alîger û hevalbendên xwe li hev kom kirine…

Em dibînin ku ev dewletên dagirker niha jî dest avêtine pirsgirekên nav partî û rêxistinan. Ev dewletên cîran qaşo ji bo şewatê vemirînin neftê dirijînin ser agir! Lê belê em dibînin ku hinek kesayet û rêxistinên li pey berjewendîyên şexsî dimeşin bûne lîstok di destê neyarên gelê Kurd de. Ev kesayetên ku di nav malbata xwe de ne xwedî mîsyonekin niha rabûne li ser hesabên dewletên cîran neyartîya birayên xwe dikin. An ji ji neyarên gelê Kurd hêvî û alîkarî dixwazin.

Li gor nûçeyên di çapemenîya başûrê Kurdistanê de cîh digirin, li alîyekî Lîsta Kurdîstanî ye; li hemberî wi ji çend listên cûda hene. Taybetmendîya wan listan jî hemû polîtîkayên xwe li dijî Lîsta Kurdîstanî didomînin. Wekî tê zanîn Lîsta Kurdîstanî lîsteke hevbêşe û ji alîyê PDK û YNK ve hatîye amade kirin. Birêz Mesûd Barzanî jî, ji alîyê lîsta Kurdistanî ve ji bo serokatîya Kurdîstanê wek namzet hatîye nîşandin. Ev biryar pir cih de ye. Li gor bawerîya min Birêz Kek Mesûd Barzanî şansekî mezine ji bo gelê başûr. Birêz Mesûd Barzanî di hemû demên jîyana xwe de sembola Kurdewarîyê ye. Bi şal û şapikê xwe, bi têkoşerîya xwe, bi dilgermîya hîsên mîrovahîyê; bi zanîstîya siyaseta realist û bi dîplomasîyê kûr birêz Mesûd Barzanî rola seroktîya xwe daye îspatkirin. Ji ber vê yekê divê Birêz Mesûd Barzanî rola xwe ya dîrokî berdewam bike. Ne tenê ji bo başûr, divê ji bo Kurdîstana mezin wî rolî bileyize.

Em dibînin ku li dijî berjewendîyên gelê Kurd hinek rêxistinên qaşo navê wan bi çep û rast tê nasandin niha bûne yek. Serokên wan rêxistin û partîyan doh li paytextê Mirsê li Kahîrê bi dest birakên xwe yê cewrikên Saddamê dev bi xwîn re li dijî gelê Kurd projeyên gemarî bi kar danîn. Li Ankara, Li Tehranê, Li Urdinê, Li Şamê bi Baasîyan re, bi nijatperestên “cîranan” re peyman îmza dikirin lê îro rabûne doza “Xizmetgûzarî û Çaksazî” dikin! Gelo wê tu kes ji ve nepirse hûn “xizmetgûzarî û çaksazîya” çi dikin? Ew “hîzmetgîzarîyek” çewaye hûn bi kêf û şewq beşdarî merasîma kujerê gelê Kurd, nijadperestê bi nav û deng Muhsin Yazicioğlu dibin! Di navbera we û nijadperestên Tirk de çi berjewendî hene? Ez bawerim wê bersîvek we hebe ku hun bidin wan biraderên ku dengê xwe bidin wê!

Bi munasebata hilbijartinên li başûr, di van rojên dawî de tiştên ecêb di qewimin. Li gor agahdarîyan Lista Goran, ku ya kek Noşirvan e, Lista Bizawa Îslamî û Lîste ya herçar hizban; Yekgirtû ya Îslamî, Komel, Partiya Sosyalîst, Pêşeroj-Qadir Ezîz) ku navê wê jî, Lîste ya Xizmetgûzarî û Çaksazî ye. Ev listeyên hanê wek ew kesên ku bikevin golê niha alîkarî ji mar dixwazin!

Lewra endamê polîtburo ya Bizawa Îslamî Enwer Enebî dibejê: “Herçiqas berê hat belevkirin ku Kevneemîrê Ensar El-Îslam Mele Kirêkar ji cemawerê xwe xwestiye deng bidin Lîste ya Goran, lê Enwer Enebî berevajiya wê tîne ziman: ‘’Mebesta wî gorîna Kurdistan û desthilatê bûye ne Lîste ya Goran a Kek Noşîrwan. Niha Mamosta Mele Kirêkar daxwazê ji cemawerê xwe dike ku deng bidin Lîste ya Bizava Îslamî.”

Enwer Enebî îddîa dike ku vê hilbijartinê de; ‘’Surprîz çêdibe, hewqas deng tînin ku nayê çaverêkirin.’’ Enebî wiha dibêje: ‘’Mele Kirêkar daxwaz ji cemawerê xwe kiriye deng bidin Lîste ya Bizava Îslamî. Herwiha Komel û Yekgirtû ya Îslamî nikarin kursiyên cara pêştir bidest bînin.’’

Ger rastîya vê nûçe yê hebe ev şermek mezine ji bo wan Lîsteyan. Îro kesên ku Mele Kirêkar nasneke tuneye. Mele Kirêkar memûrê Bîn Ladîn, endamê EL QAÎDE ye û dest wî bi xwîne. Bi hezaran Kurdên belangaz daye kuştin. Serokê Ensar EL Îslam yê berê ye. Ji ber ku çalakîyên terorîstî bikar anîye niha li Norweç ê dijî. Eger Mele Kirêkar ji xwe ewqas bawere gelo çima nayê Kurdîstanê û li ser navê xwe beşdarî hilbijartinan nabe! Bi ya min divê Kek Noşirvan bersîva vê pirsê bide.

Li gor dîtin û bawerîya min gelê Kurd ji bo ayenda xwe li ber gavekî dîrokîye. Ev hilbijartin, ji bo hemû rûniştvanên Kurdistanê; ji bo rojên pêş de, ji bo dîrokê û ji bo guhertinên civakî; divê encamek baş bigire. Ew kesên ku vê dengê xwe bibin divê bi bîr û bawerî, bi zanestî biryara ayenda xwe bidin û ji bo nifşên pêşve bingehîna jîyanek bi rûmet avabikin. Kesên ku dengê xwe bidin divê li xwe û li ayenda zarokên xwe xwedî derkevin!

6 Jul 2009

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *