Ji bo Çareserîya maddeya 140 Hukumetên Erbîl û Bexda li hevkirin

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbeyna Hewlêr û Bexdayê, bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî heyeta Hukumeta Kurdistanê, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serok Wezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî û Serokê Parlamenta Iraqê Mûhammed Halbûsî re hevdîtin pêk anîn.

Piştî danûstandinên Heyeta Hukumeta Kurdistanê û rayedarên dewleta Iraqê, alîyan li hev kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbeyna Kurdistanê û Iraqê komîsyon bên avakirin; komîsyona pêkanîna maddeya 140 jî divê bê nuhkirin û aktîfkirin.

Wek tê zanîn, divîyabû maddeya 140 ya makezagona Iraqê, di sala 2006an de bihata çareserkirin; lê partîyên nîjadperest yên Ereb û dewletên mêtinkar ji çareserkirina van pirsgirêkan bûbûn asteng.

Ji bo çareserkirina maddeya 140, Serokwezîrê berê Nêçîrvan Barzanî, bi nameyekê serî li Neteweyên Yekgirtî dabû.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *