Li gorî amarên Rêxistinê Mafên Mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê ji 1ê Cotmehê heta 20ê wê zêdetirî 95 kes li girtîgehên cuda cuda bidarve kirin. Bi vê jimarê re her rojê 5 kes hatine îdamkirin.
Herî dawî Sadiq Xurşîdî yê temen 32 salî 17ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê, Ceifer Ferahanî yê temen 36 salî li girtîgeha bajarê Nêyşabûrê, Mecîd Cemalî û jinek ku nasnameya wê nehatiye zanîn 18ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê, Îrec Şebdîz ê temen 40 salî û Elî Ehmedzade yê temen 47 salî 20ê Cotmehê li girtîgeha bajarê Gurganê hatin bidarvekirin.
Dîsa Kiyanûş Kêyferî 19ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê û Mihemednebî Papilzêhî jî li girtîgeha bajarê Zahidanê, hatine bidarvekirin.
Tenê 17ê Cotmehê roja Çarşemê jî 12 kes li girtîgeha Qizilhisar a bjarê Kerecê hatin bidarvekirin.
Li gorî van amaran, ji 1ê Cotmehê heta 20ê Cotmehê zêdetirî 95 kes li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin û li gorî vê her rojê 5 kes hatine bidarvekirin.
Hêjayî gotinê ye, dibe ku amara îdaman hîn zêdetir be ku nehatine ragihandin.
PK