Îranê cezayê îdamê da Kurdekî siyasî Yusif Ehmedî

Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê cezayê bidarvekirinê da girtiyê siyasî yê Kurd Yusif Ehmedî.

Kurdpayê ragihand ku Yusif Ehmedî xelkê Baneyê ye û sê sal û çar meh in ku li zîndana Sineyê girtî ye.

Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê cezayê îdamê daye Yusif Ehmedî û Şaxa 39an a Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê jî ev ceza pesend kiriye.

Yusif Ehmedî bi tohmeta “bexî”yê (şerê çekdarî yê li dijî desthilatê) hatibû girtin.

Li aliyê din, 65 sal cezayê girtîgehê li sê girtiyên siyasî yên ji Baneyê yên bi navên Mihemed Kerîmî, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî hatibû birîn.

Niha ev her sê girtî jî bi bexiyê tên tohmetbarkirin.

Ev çar girtiyên Kurd bihara sala 2020î ku li Baneyê pêleke girtinê dest pê kiribû, bi hinceta alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatibûn desteserkirin.

Saziyên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir, sê welatiyên din ên ji Rojavayê Kurdistanê jî bi îdamê hatine cezakirin û egera ku werin daliqandin heye.

Ev sê kes sala 2009an tevî çar kesên din bi tohmeta kuştina Mela Ebdulrehîm Tînayê ku sala 2008an li Mehabadê hatibû kuştin, hatibûn desteserkirin.

Ferhad Selîmiyê ku yek ji wan kesan bû 23yê vê mehê hatibû bidarvekirin, 3 ji wan jî berê hatibûn daliqandin.

Eyûb Kerîmiyê ku bi tohmeta kuştina wî melayî hatibû desteserkirin, beriya ku were daliqandin gotibû:

“Wan bi rêya şkence û tadeya li xizmên min, ez naçar kirim sûcekî qebûl bikim ku haya min jê nine.”

Enwer Xizirî, Xesrew Besaret û Kamîran Şêxe ku bi îdamê hatine cezakirin jî jî niha li zîndana Qilizhesarê ya Kerecê girtî ne.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku wan ji ber egere daliqandina xwe dest bi grêva birçîbûnê kiriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *